Temtemburk navê sê şikeftan e. Ev şikeft li ser çiyayên Elbatê, li ser rast û çepê rêya Boşatê ne û her yek ji wan odeyek e.
Ev şikeft jî mîna şikeftên Hesûnê bi dest hatine çêkirin lê dîroka kolan û vedana van şikeftan nayê zanîn. Herweha navê Temtemburkê jî!.. Ji van her sê şikeftan, di ya herî mezin de du ciyên razanê ji kevir hatine çêkirin. Mirov bi pêplûkên ku di zinaran de hatine neqişandin ber bi van şikeftan ve hildikişe.
Wisa tê texmînkirin ku ev şikeft ji bo di dema şer de mirov xwe biparêzin û lê bisitirin hatine çêkirin.[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок
, чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 1,274