Şikeftên Hesûnê ber bi rojavayê bajêr ve, nêzîkî 8 km li derveyê bajêr e. Li ser rêya di navbera #Farqîn (Silîvan)# û Batmanê de, dema mirov ber bi Batmanê ve diçe, li ser mile çepê dikeve. Ev di rastiya xwe de bajarekî ji şikeftan e. Wisa xuya ye ku bi kolana zinaran ev şikeft hatine avakirin. Di qontra çiyê de, beriya ku mirov bigihêje şikeftan xirabeyên hemamekê hene. Ev avahî ji kirêc û tûxlayan hatiye avakirin û di rengê mîmariya romayiyan de ye. Hinek li seriya vê avahiyê, çalek heye ku av lê kom dibe û dibe gol ango hewiz. Hinek li jortir jî dêrek heye. Bilindahiya vê dêrê heft mêtro ye. Mîhraba dêrê mina nîvdaîreyekê ye. Dêr li ser sê kemberan hatiye avakirin.
Sir û sêra di van şikeftan de veşarî mirovan serxweş dikin û dibine serdema kevirî. Di deriyên teng de mirov dikeve hundirê şikeftan lê dema mirov dikeve hundir, ode û salonên mezin, di nav hev de, du tebeq û yekpare derdikevin pêşberî mirovan. Herweha dêreke mezin jî di nava şikeftan de heye ku salon û mîhraba dêrê di nav zinaran de ne, lê aşkere ye ku ev dêr pir piştî avakirina vî bajarê zinarîn, piştî hatina ola xirîstiyaniyê, hatiye veguhestin û wekî dêr hatiye bikaranîn.
Ji herî jora çiya ber bi jêr ve, li ser zinaran cih hatine vedan. Ava berf û baranê ji van cihan diherike û li jêr, li sarincan kom dibe. Zinarên vî çiyayên ku ev şikeft lê hatine kolan û vedan ji kevirên nerm û gewr têne pê.[1]