Ebdurehman Kurdî an Ebdurrehman Efendi el-Kurdî ji Rojhilata Kurdistanê ye, navê bavê wî Îbrahîm Tehranî ye. Ew matematîkzan bû xênc ji matematîkê li ser zanistên din jî xwedanê îlmeke mezin bû. Li ser matematîk û zanistên din pirtûk nivîsiye. Mihemed Emîn Zekî wî di berhema xwe de binav kiriye. Bi xwe di sala 1655'an wefat dike.[1]