Dêrika Hemko an jî Dêrik (bi erebî navê wê al-Malikiyah-المالكية الحسكة- lê kirin) bajar û navçeyeke
HesîçêHesîçêyê ye û dikevê 90 km rojhilatî Qamişloyê. Li devera bakur rojhelatê Sûriyê li navbera Çiyayê Cudî û Qereçoxê nêzîk Ava Mezin (Dîcle) li deşta Hesinan tê binavkirin.
Bi navê Dêrika Hemko ji kevn de li serdemê Fransa weko qeza hate binav kirin bi navê qeza Dicle û ji hingî were her mezintir dibe û berfireh dibe. Xelkê wê nêzîk 20 hezar kesî ne. Navê wê ji navê dêreka filehan hatiye ko wî serdemî ber Dêrek tenê tê de bû, hemû petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û genim û pambû jî.
Ciyê cografî û tixûbên bajêr
Bajarê Dêrika Hemko bajarekî rojavayê Kurdistanê ye. Ev bajar nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî hatiye ava kirin. Bajarê Dêrika rengîn nêzîkê Ava Mezin e ku jê re dibêjin çemê Dîcle. Ev bajar li dora 100 km dikeve rojhilatê bajarê Qamîşlo. Li aliyê rojhilatê Zaxo, li rojava Tirbê Spî, li bakûr Tilkoser û ji aliyê başûr ve Cizîra Botan, dibin tixûbê devera bajarê Dêrika Hemko. Bajarê Dêrikê bi xwe li ser deşta Hesinan hatiye avakirin. Li serdema kevin (dema frensiyan) ji Dêrika Hemko re digotin navçeya Dîcleyê.
Kurtedîroka bajêr
Dîroka bajêr û ya deverên bajarê Dêrikê parsek ji dîroka rojavayê Kurdistanê ye. Ev bajar li ser zemîneke kevin hatiye avakirin. Li devera Qereçox gundek dîrokî heye û dîroka xwe ji hezar salî pirtir e.Dîsa pira Romê ji şekir xaçê ye. Şikefteke kevin heye jê re dibêjin şikefta Zembîlfiroş. Ev hemû ji me re nîşan dikin ku dîrokeke kevin li ser vê zêmînê jiyan kiriye.
Lê ji aliyê dîroka nêzîk ve rojavayê kurdistanê heta demekê di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma. Piştî wan ji sala 1921'an heta sala 1946'an dewleta Fransa bû dagirkerê vî welatî û hindek wargehên leşkerî li bajarê Dêrikê ava kirin. Lê Fransa li sala 1946'an de vekişîn û hikûmeteke girêdayî xwe kirin desthilatdar.
Di sala 1952'an derba leşkerî ji aliyê Eqîd Edîp Şîşiklî ve pêkhat. Ji vê derbê şûnde, pêlên şovenîst li dijî kurdan rabûn.di sala 1962'an pirojeyên li dijî kurdên rojava û bi taybetî li herêma Cizîrê hatin destpêkirin. Wek proja kemera erebî ku ji aliyê mulazim Mihemed Talib Hîlal ve hatibû amade kirin. Ya ku kurdan ji warên wan dûr bikin û ereban bînin cihê wan.
Êdî îdeolojî, felsefe û siyaseta Baasiyan bi şêwazeke pratîk û li ber çav kete êrîşeke berfireh li dijî kurdên rojava. Bêguman herêma Dêrika Hemko armanca van êrîşan bû. Erdên pir malbatên Dêrikê ji wan stendin û hikumeta Sûriyê ew erd dane erebên Mexmurî ku ji derve anîbun û li gundên vê herêmê bicîh kiribûn. Pir malbat ji vê herêmê rakirin û birin nava ereban.Hejmareke zêde ji xelkên Dêrikê bênasname hiştin. Nave piraniya gundên Dêrikê kirin erebî. Anko xwedanê vê axê kirin biyan. Lê dîrok û pisporê mezin Bazîl Nikîtîn dibêje: “ji berê ve ye beşek mezin ji kurdan li beravê jiyan dikin li herêma Cizîrê” Ako berî zayinê û heta niha kurd li ser vê axê jiyan dikin û xwedanê sereke yê vê axê kurd in.
Nav û taybetiyên erda bajêr
Navê Dêrikê ji dêra filehan ya kevin tê. Ji %95 ji herêma Dêrikê deşt e, tenê çiyayê Qereçox heye û bilindbûna xwe ji deryayê li dora hezar metre ye. Li ser deşta herêma Dêrikê genim, ceh, nîsk, pambû, nok dihêne çandin. Li ser dema kevin pir rezê tirî jî hebûn lê îro kêm in. Werzê zebeşan jî li herêma Dêrikê berhemekî sereke ye.
Avûhewaya herêma Dêrikê
Li herêma Dêrikê zivistanên xwe bi baran, sar û germ in. Li havînan germ e. Lê ji aliyeke din ve mirov dikare bibêje çar demsal li vê herêmê jiyan dikin.
Serhijmar
Li gorî serhijmara sala 1940î hejmara xelkê rojava 300.000 e. Li gorî sala 1960'an ev hejmar bûye 600.000 û li gorî sala 1970'an ev hejmar bûye 900.000. Lê îro ev hejmar ji sê milyonan zêdetir e. Herêma Dêrika Hemko jî, hejmara xwe li dora 300.000 kes in. Bajarokê girêdayî Dêrikê jî ev in: Çelexe (Çilaxa), Girkê Legê û Tilkoçer.
[1]