$Farqîn an Silîvan$ (1928: فارقين / Farqînê (Farqîn, navend), Sîlvan (qeza); 1946: Silvan) bajêr û navçeya #Amed#ê ye. Navê wê yê Tirkî Silvan e. Di nav gel de bi piranî n ya dawî dikeve û wek Silîva tê bikar anîn; herwekî Botan, Xerzan û Şikakan. Silîvan navê yek ji sê federasyonên eşîrên Kurmancên e: Xelîkan, Milan, Zîlan û Silîvan. ji zozanên xwe yên li Sîpana Xelatê heta germiyanên xwe yên li Rojhilat û Bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, lê wanderên danîne û dêmanî bûne. Di danîna alayên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan Kor Huseyn Paşa, ji Silîvan jî Seyfedîn Paşa (Sêvdîn/Sêrdîn) kiriye paşayê wan herêmên. Di wê demê de Farqîn hem biye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Sêfedîn Paşa ku li navçê bi navê Sêrdîn Paşa tê nasîn.
$Dîrok$
Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îdîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û girîng a dema helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a Ermeniyan berîya zayinê di sala 77'an de hatiye avakirin. Li gor Moltke jî, bajarê bi navê Tîgranokerta ku ji aliyê Tîgranê Mezin ve beriya zayinê di salên 80'yî de hatiye avakirin û Meyafarqîn heman bajar e. Ev bajarê bi navê Tîgranokerta cara yekem ji aliyê kumandarê romayî Lukulus (Lucullus) ve, paşê jî di dema kumandarê Neron, Korbulo (Corbulo, 7-67 p.z.) ve tê dagîrkirin û bajar heta dawiya sedsala VII an jî girîngiya xwe diparêze. li gor dîrokzan Ibn el-Ezreqê Farqînî jî, piştî şerê navbera [Rromî]] û Sasaniyan (387 p.z.) Pîskoposekî Farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împeratorê Bîzansê û zoranê Îranê Yezdîgirt, şehîdên Xiristiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis an ku, Bajarê Şehîdan lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşkerî yên herî girîng ê Împeratorê Bîzansî Justinianus bûye.
Bermayiyên ji serdema neolitiklerini ve hatine dîtin û gelen daneyên berçav didine xuyan ku Farqîn an jî ya rasttir Silîvan, ji demên neolîtîk ve, ji ber ku li nêzî ava Batmanê û Tîjleyê cih digire, ciheke şaristanîyê ya mirovahîyê ye. Ji peykerên (tabletên) sûmerî heta yên Asûrî em tê digihîjin ku derûdora herêma Silîvan, li gel Amedê(Amîda) û Xerzan (Arzanane) û bi hev re hatîye nivîsin. Û ev her sê heremana, an ku qeraxên Tîjle û şaxên wê, ji demên nayên zanîn heta dema me cihekî kevnar ê mirovahîyê ye. Divê mirov ev her sê herêm bi hev re binirxîne, ji lew re girêdahîyê hev in û gelê wan jî yek e. Sûmerî wan weke XOR - RÎ, KUR -TÎ û KAR-DA bi nav kirîye. Welatê wan re jî gotîye: KARDAKA. Asûrî jî wan re gotîye KAR-DU û welatê wan jî wek BET-KARDU (Mala Kardan) bi nav kirîye. Sûrên Amedê anegorî nêrîn û lêkolînên zanyarê Fransî Grousset, hê di dema Xorrîyan de an ku berê 5 hezar sal hatine avakirin. Û em baş dizanin ev daneyeke dîroka nivîskî ye. Ka berê de çend sal Xorrî li van deveran hikim kirîye ne diyar e. Û dîsa anegorî zanîna kevnare, Xorrî ji Amedê heta Rihayê û Hekarîya desthilatdar bûn. Cihekî mîna Silîvan kevnar, ne pêkan e ku bê keleh an jî bê parastin hiştibin. Mna Xerzan (Xerabajar a îroyîn).
Di serdema Îslamiyetê de, bajar cara yekem ji aliyê kumandarên Xelîfe Omer Îyaz bin Ganem ve hatiye girtin. Di wê demê de bajar bi navê Meyafarqîn hatiye bi navkirin.
Paşê bajar ketiye destê Hemdanî, Biweyhî û Merwaniyan.
$Serdema Merwaniyan 983-1085$
Dewleta Merwaniyan ji aliyê Badê kurê Dostik ve tê damezirandin. Di pey mirina Edudedewle de 983 p.z. (372ê koçî), Bad (carina wek Baz jî tê naskirin) Meyafarqînê dike bin desthilatdarîya xwe û ev xanedaniya Kurdan ji sed salî bêtir li ser piyan dimîne. Xanedanê duyem ê Merwaniyan Mumehidedewle (997-1011 p.z.) ye. Mumehidedewle dîwarên kela Meyafarqînê tamîr dike û navê xwe li ser dide nivîsandin. li dema Merwaniyan de demeke dûr û dirêj Amed bi xwe bi Meyafarqînê ve hatiye girêdan ango paytêx Meyafarqîn bûye. li serdema Merwaniyan de çand û huner li Meyafarqînê gelek bi pêş dikeve. Bi taybetî Nesredewle (1011-1061 p.z.), ji her deverên ku destên wî digihîjinê, hunermend û nivîskaran tîne û dike bin xizmeta xanedaniya xwe. li vê dewletê de her çendî bandor û motîvên Îslamî zêdebin jî, dewleta Kurdan a herî temendirêj e. Lewra Kurd wê demê bi giranî Misilman bûne û ew dem serdema pêşketina Misilmaniyê bûye.
$Serdema Selçûqiyan 512-1118$
Bajarên li derûdora Amedê û Amed bi xwe jî, di sala 1085'an an de dikeve destê Selçûqiyan.
Di pey de Meyafarqîn di destê Merwaniyan de ma heta ku bajar û deverên mayî yên Amed di 1085'an de ketin destê Selçûqiyan. Êrîşa bi ser Merwaniyan ve, ji aliyê Fexredewle Ibn Cehîr ve tê birêvebirin. Ibn Cehîr, yek ji wezîrên kevin ê dewleta Merwaniyan e. ji bo zêr û dewlemendiyên dewleta Merwaniyan a mezin bi dest bixe, siltanê Selçûqiyan Melik Şah îqna dike û li gel hêzên Selçûqiyan êrîş dibe bi ser Meyafarqînê.
$Serdema Ertuqiyan 1118$
Piştî mirina sultanê Selçûqiyan Mihemed bin Melik Şah 1118 Necmedîn Îl-Xaziyê Ertuqî, di 19'ê sala 1118'an de dikeve bajarê Meyafarqînê û bajar dike bin desthilatdariya xwe.
Piştî ku Îl-Xazî di sala 1122'yan de dimre, kurê wî Temurtaş dikeve dewsa wî û li ser bajarên Mêrdîn û Meyafarqînê sî sal desthilatdariya xwe didomîne. Piştî mirina Temurtaş jî, di 1152'an de, Meyafarqîn demeke kurt di bin destê Ertuqiyan de dimîne.
$Serdema eyûbiyan 1185-1260$
Meyafarqîn, di sala 1185'an de, ji aliyê Selahedînê Eyûbî ve tê vegirtin.
Selahedîn, Meyafarqînê di 1195'an de dispêre birayê xwe Seyfedîn û bajar 165 sal ji aliyê Eyûbiyan ve tê birêvebirin, ta ku di sala 1260'an de bajar dikeve bin dagîrkeriya Mongolan.
Piştê ku Seyfedîn'ê birayê Selahedîn diçe Misrê Farqin dikeve destê kurê wî. Dema Eyyûbiyê Meyafarqînê dest pê dike. Ku ji wan ra dibejin Eyyûbiyê Mezopotamya yê. li dema Eyyûbiyê Meyafarqîn'ê da herem dibe navenda çand û Aboriye. Farqîn dibe peytêxtê heremê.
$Serdema Mongolan 1259$
Di sala 1257'an de zoranê Meyafarqînê Melik Kamil, bîryara dagîrkirina bajarê Amedê digire, lewra ew sal Mongolan Anatoliyayê dagîr kirine, artêşa sultan Izedîn Key Kawûsê Duyem di şer de têk çûye û artêşa ku bajarê Amedê diparêze jî derketiye seferê.
Melik Kamil, pismamê xwe wî Melik Musammir û ji pêgirtiyên xwe Necmedîn Mûxter dide ser artêşa xwe û heman salê bi ser Amedê ve dişîne. Piştî ku bajar tê girtin, Melik Kamil Sefyedîn bin Mucelî mîna Subaşî (karê ewlekariyê dike û di dema aştiyê de jî bac berhev dike) dişîne Amedê.
Hulagûyê Mongol, ango Tirkê Îlxanî bi vê yekê dihise û daxwez dike ku bajar paşve bidine sultanê Selçûqiyan Qiliç Arslanê Çarem û ew bi xwe jî bê û li gel wî bi ser Bexdayê ve bigire. lê Melik Kamil li vê daxweziya Hulagû guhdarî nake. Hulagû jî, piştî ku di sala 1258'an de Bexdayê dagîr dike, kurê xwe Yeşmût bi ser Meyafarqînê ve dişîne.
Meyafarqîn du sal, berxwedaneke pir mezin dide li dij mongolan. Berîya ku mongol bikevine Meyafarqînê, herêmên li derûdora Farqînê talan û wêran dikin. Bajar di sala 1259'an de, di bin fermandariya Yaşmûtê Mongol de, dikeve destê Hulagû. Hulagû, piştî ku bajar digire, hemû rêvebirên Eyûbiyan dide kuştin û bajar talan û wêran dike.
Paşê, bajêr di dema sefera artêşên Tîmur Leng a bi ser Amedê ve, ev bajarê xirabe dikeve bin desthilatdariya Tîmur. Piştî şerê Çaldêranê jî bajar dikeve bin destê Osmaniyan.