Erxenî
Erxenî (1928: ارغنى عثمانيه / Erẍenî Osmaniye[3]), yek ji navçeyên
AmedAmede (Diyarbekrê) ye. Gorî hejmartinên sala 2008'an hejmara niştecihên navendê 62.300 î bi giştî jî 122.000 e. 81 gund, 2 bajar û 103 mezre girêdayî navçeyê ne. 57 km dûrî Amedê ye. Rûber 1.489 km², bilindahî ji rûyê avê 955 m ye. Aborî li ser çandiniyê ye. Daristanên mayî ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye rûxandin. Li navçeyê fabrîkayeke çementê, yeka ard û yeka jî şîr heye.
Dîroka herêmê digihîje heya b.z. 7000'î. Di qeydên dîrokî de wekî Erxenî, Ekranya, Arkanîn, Erkanîkana, Ekanîna, Ûrxana, Aşat hatiye binavkirin. Hin kes dibêjin navê navçeyê ji zimanê hîtîtan tê.
[1] ⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!