Mizgefta Mezin an jî Mizgefta Bilind (bi tirkî: Cami-i Kebîr, Ulu Camii) navê mizgefteke navdar a #Amedê# yê. Li ser bedena Amedê hatiye avakirin. Mizgefta herî kevn a li Bakurê Kurdistanê ye.
Gorî dîroka Osmaniyan ev mizgeft berê dêr bûye û wergerandine mizgeftê. Bi texmînî di sala 639'î de ji dêrê wergerandine mizgeftê. Lê mêjûyê avakirina wê nayê zanîn. Nêzîkî Deriyê Mêrdînê ye.
Ji aliyê mîrên Kurdistanê ve gelek caran hatiye nûkirin. Gorî baweriya Îslamê pêncemîn mizgefta pîroz e. Mizgeft gorî mezheba Şafî hatiye temîrkirin. Kevirên bi nirx ên ji Rihayê anîne hatine bikaranîn.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة
لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,632 مرة