=KTML_Bold=Îsmaîlê Cizîrî an El-Cizîrî=KTML_End= an jî Badīʿ az-Zaman Abū l-ʿIzz Ismāʿīl ibn ar-Razāz al-Jazarī (z. 1153 Şirnex, Cizîr- m. 1233 Şirnex, Cizîr) dahêner, matematîkzan, endazyar û fizîknasê kurd .
Bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye
Ew qewî ji bo pirtûka xwe ya bi navê El-Kîtab fî Meirîfet el-Hiyel el-Hendesiye ango Kitêba li ser Zanîna Hiyelên Endazyaranî navdar e. Wî ew pirtûk di sala 1206'an de nivîsiye û di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.
=KTML_Bold=Jînenîgarî=KTML_End=
Îsmaîlê Cizîrî di sala 1136'an de li Cizîrê hatiye dinyayê. Di sala 1233'an de dîsa li Cizîrê wefat dike.
Navê wî bi temamî Ebûl-Îz Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî ye. Ebûl-îz bernavkekî wî ye, carna wek Ebûl-Îzê Cizîrî û El-Cizîrî el-Kurdî jî têye nas kirin. Ji ber xebatên wî yên girîng jê re Bedîuzeman (Rindê Zemenê) gotine. Li Rojavayê jî bi navê Al-Jazari an Ismail al-Jazari tê naskirin.
Îsmaîlê Cizîrî li taxa Tor a Cizîrê ji dayik bûye. Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.
Ew endazyarên dema xwe yê herî mezin bûye ku pirtûka wî gelek jî hezkirî bûye. Nîşaneke vê hezkirîbûn pirtûka wî ew e ku gelek kopiyên wê heb li gelek pirtûkxaneyên cîhanê hene.
Îsmaîlê Cizîrî perwerdeya xwe ya destpêkê di medreseyên kurdî de qedand. Li van medreseyan bêhtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên ku hê ne hatine dîtin keşif kirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê.
=KTML_Bold=Berhem=KTML_End=
Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî (Demjimêra kelehê)
Gora zaniyar Elcizîrî, li Cizîra Botan (Bakurê Kurdistanê) tê dîtin
Al-Jami' bayn al-Ilm wa al-'Amalî an-Nafi' fî Sinâ'at al-Hayal (wergera bi kurdî: Pirtûka ku di endezyariyê de ji feyde girtina tevgerên mekanîk, bi înglîzî: The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices) El-Kîtab fî Meirîfet el-Hîyel el-Hendesiye ango Pirtûka li ser Zanîna Hîleyên Endazyaranî. Îsmaîlê Cizîrî ev pirtûk bi fermana Qere Erselanê mîrê Amedê li sala 602'ê (koçî (1206'ê zayînî) nivîsiye.
Cizîrî di pirtûka xwe de behsa çêkirina 50 amûran dike ku hemî jî ji dahînanên wî bi xwe ne. Pirtûka wî ji şeş beşan pêk tê.
Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.
Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.
Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.
Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.
Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene.
Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.
Cizîrî wekî bavê robotan tê nasîn ji ber ku wî robotê herî pêşîn ji bo jenîn ango lêdana bilûrê çêkiriye.
=KTML_Bold=Mînakên ji Kitêb el-Hiyel=KTML_End=
Çûkên otomatîk
Saeta avê ya bifîl
Keleka seravê û sazbendên otomatîk
Du şêxên ku şerbetê didine hev
Mekanîzmaya çarderî û du şamandirayî ya otomatîk
Termosa du beş
Makîneya otomatîk a av rijandin, belavkirin û ziwakirinê
Mekanîzmaya kepçeyê ya çerxa avê
Mekanîzmaya motor-kompresor
Dola avê ya çerxa avê