Şêx Ubeydelayê Nehrî lawê Şêx Taha ye. Tehsîlek baş dît. Piştî wefata bavê xwe, wî terîqet meşand. Şêx, armanca avakirina Kurdistanekî serbixwe dimeşand.
Gava ku di sala 1880 de li Şemdînan Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî çêbû, Şêx Ubeydela serokê wê bû. Şêx, doza rojhilata welêt dikir. Bi vê armancê, gelek caran êrîşî dewleta Îranê kir û gelek caran jî bi ser ket. Paşiyê Dewleta Osmanî jî, ji xurtbûna Şêx Ubeydela tirsiya û bi Îranê re tifaq danî. Li hember êrîşên herdu dewletan, Şêx Ubeydela bi serneket. Osmaniyan, Şêx sirgûn kirin. şêx li sirgûnê çû ser dilovanîya xwe.