Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 514,954
Bilder 104,271
Bøker 18,883
Relaterte filer 94,727
Video 1,232
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Leyla Qasim
Gruppe: Biografi | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست3
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Leyla Qasim

Leyla Qasim
Leyla Qasim (z. di salê 1952'ê li Xaneqîn − m. 12'ê gulanê 1974'ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn.
$Kurtejiyan Leyla Qasim û Cewad Hemewendî$
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.
Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin (îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.
$Biryareke dîrokî$
Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974'an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11'ê Adara sala 1970'an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Îlona sala 1974'an domand.
Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan bikin.
Piştî wê, dema ku Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şereke giran û hovane destpêkir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24ê Nîsana sala 1974'an dd bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.
Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin.
Di roja 28ê Nîsana sala 1974'an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.
Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.
$Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê$
Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leylayê dinasiyan û ew dîtine, Leyla keçeke netirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got:
Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim. ”
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974'an de, di saet 7'ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.
Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.
Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.
Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye. ”
$Şehîdkirina Leyla Qasim$
Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.
Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.
$Ramanên Leyla Qasim$
Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovveya zulm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineke giştî xebat dikir. Di vê barê de Leya got:
Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de hewcedara guherandineke siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hiqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bê binpêkirin. ”
Leylaya Qasim di nav helbest û stranên Kurdî de
Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Hêmin Mûkryanî, helbestvanê neteweyî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje:
Ke to toray le çawim wek xewî min
Le biskit reştire mangeşewî min
Biro Mecnûn be Leylay xot menaze
Ke nawbangî pitir derkird ewî min
Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!
Be keyfî xot petit bawêje estom
Ewe pet niye mîdalî îftixare
Ke bûme qaremanî mîlletî xom.
Herwiha, Seyda Cigerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje:
Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ko canfîda
Xweş bin ji te jar û geda
Leyla çiraxa şevreş e
Wê rû li Kurdan kir geş e
Kuştin bi me Kurdan xweş e
Zordarî êdî nameş e!
Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der bûn birîn
Heta ciger min bûye xwîn!
Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Tê gotin ku hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.
Herwiha, hunermendên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên Kurd ku derheqê Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 2,435 ganger
HashTag
Kilder
Relaterte filer: 2
Koblede elementer: 6
Gruppe: Biografi
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Date of Death: 12-04-1974
Education level: No specified T4 553
Kjønn: Kvinne
Nasjon: Kurd
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Khanaqeen
No specified T3 85: Sør- Kurdistan
Place of death: Bexda
Political trend: Comonist
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ) på 29-01-2020
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 29-01-2020
Dette elementet nylig oppdatert av ( هاوڕێ باخەوان ) på : 29-01-2020
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 2,435 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.185 KB 29-01-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Vær...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 514,954
Bilder 104,271
Bøker 18,883
Relaterte filer 94,727
Video 1,232
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Vær...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.64 andre!