Navê pirtûkê: Dînozor
Navê nivîskar: ELÎXAN LORAN
Cihê çapkirina pirtûkê: amed
Navê çapxaneyê: lîs
Sala çapê: 2017
Her bûnewerek dengekî xwe heye; sermeseleyê, hesp dihîrin, kûçik diewtin, gur dizûrin, ker dizirin, berx dikalin. Lê gelo li ser rûyê cîhanê hê jî dînozor hebûna, dê dengê wan çawa bûna? Dînozor bi vê pirsê jî nayê ser û ji dengê dînozoran wêdetir dide dû şopa 3H'yên wan. Hest, hewes û helwest. Ji ber ku ku hest, hewes û helwest taybetîyên bingehîn ên bûneweran e, him yê mirovan, him yê heywanan û him jî yê dînozoran.
Dînozor 3H'yan (hest, hewes, helwest) ji xwe re dike haveyn, bi nêta lêgerîna gîhaya nemirîyê, li gîhaya kakilê bûnewerîyê digere.[1]