=KTML_Bold=Enwer Karahan nivîskarekî kurd e=KTML_End=. Ew bi taybetî çîrokan dinivîse. Ji bilî çîrokan ew maqale û nivîsên wêjeyî ceribandin dinivîse. Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li #Dêrika Çiyayê Mazî#yê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.
Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi wêjeyê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Çar pirtûkên wî yên kurteçîrokan bi navê Şevbihêrkên şevên xalî (2001), Duaya êvarê (2003), Xanima Kozê (2005), Du dilop (2008) û romana wî ya yekê bi navê Şapînoz (2010) derketine. Herweha pirtûkeke wî ya ceribandinê bi navê Çû (2006)û yek jî bi navê Mêlav wek vegotin di sala (2013)an derketiye.
=KTML_Bold=Berhem=KTML_End=
Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001
Duaya êvarê, kurtenovel 2003
Xanima kozê, kurtenovel (2005)
Çû ceribandin (2006)
Du dilop, kurtenovel (2008)
Şapînoz, roman (2010)
Mêlav, vegotin (2013)