$Dêrika Çiyayê Mazî an jî Dêrik$ (bi tirkî: Derik ) navçekî û bajarekî li Bakûrê Kurdistanê ye. Dêrik ser bi Parezgeha Mêrdînê ye.
Di sala 1874'an de dezgeha şaredarî li Dêrikê hatiye damezrandin û ji dest pêkê heta sala 1923an bi Amedê ve girêdayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di Cotmeha sala 1927'an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, Mizgeftek û Dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, serjimara bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundên li ser hev serjimara bajêr 15 111 kes in û ji vana jî 8181 kes pîrek û 6930 kes jî mêr in.
Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, pişta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranşar û li beriya Serê Kaniyê ye. Beriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deştê ve dadikeve bilindahîya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deşta Qoserê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin.
Pal û berwarên Çiyayê Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li beriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piştî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolên, çandiniyên weke penbo, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên şehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiştên jî bi dehan perçeyên zeytûnên, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, mişmiş, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin.
Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beşekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên beriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiştekî ku zêde bê kirin tune ye.
Di dîroka Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan şaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî ji xwe re ketiya bin hikumdariya wan.
Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê, Ermenî bûn. Di van salên dawî de, ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, Ermeniyên Dêrikê ber bi Stenbol, Sûrî, Ewrûpa û Emerîkayê koçber kirin. Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê manin. Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîşesaziyê (seneetkarî) di destê Ermenîyên de bûn. Yek ji wan avahiyên dîrokî, Dêra Sor e ku li ser navê Ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmîn kirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:left;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2020/377380/0002.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Zeytûn=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Zeytûn=KTML_ImageCaption_End=
Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piranîya çeman zivistanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikîn. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin.
Zeytûn, hinar û hejîrên Dêrikê gelek navdar in.
$Erdnîgarî$
Dêrik bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve ye. Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eşîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêv kirin. Li ser kuştina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso (Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
Rûpîvana Dêrikê 1397 km² ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes.
Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deşta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên şehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê kilinker e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve.[1]