Banker û aktîvîsta kurd =KTML_Bold=#Narîn Nadîrov#a=KTML_End=, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke Kesayeta Salê hatiye hilbijartin û hatiye xelatkirin. Nadîrovayê got ku ew serbilind e bi vê xelatê.
Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke Kesayeta Salê hatiye hilbijartin û hatiye xelatkirin. Ev xelat ji hêla hemû beşên Asambleya Kurdên Qazaxistanê ango Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ve bi pirs û dengdana kurdên wan beş û bajaran tê dayîn. Xelat her sal tê dayîn, lê cara yekê ye ku jinek dibe xwediya vê xelatê.
Xelat duh li bajarê Alma Atayê, bi merasîmekê, di hizûra gelek kes û serkirdeyên Qazaxistanê de, ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Serokê Kurdên Qazaxistanê ve hatiye dayîn.
Di merasîma xelatdayînê de Akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov, Ezîzê Ziyo Bedirxan, Ezîmê Şemo jî tê de; gelek endam, serkar û berpirsiyarên Asambleya Gelên Qazaxistanê û Asambleya Kurdên Qazaxistanê jî beşdar bûne.
Beriya niha kesên weke Şîrînê Elî, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Ezîmê Şemo hêjayî xelatdayînê hatibûn dîtin.
=KTML_Bold=Bixwîne - Li Qazaxistanê Jineka Kurd Xelata Serokomarîyê stand=KTML_End=
Narîn Nadîrova di sala 2016ê de jî weke Bankera Salê hatibû hilbijartin û xelatdayîn. Nadîrovayê her weha di sala 2017ê de xelata Yekîtiya Gel a Qazaxistanê wergirtibû.
Narîn Nadîrova: “Ez gelekî serbilind im”
Narîn Nadîrovayê ji bianetê re got ku ew serbilind e ji ber dayîna vê xelatdayînê û wiha berdewam kir:
“Ji ber ku min layîqî vê xelatê dîtin û ez weke 'Mirova Salê ya 2019ê' hatim hilbijartin ez gelekî serbilindim. Ji bo vê xelatê li seranserê Qazaxistanê kurdan dengên xwe dane. 6 an jî 7 berendam hebûn. Mirovên gelekî navdar beşdar bûbûn. Dengdan veşartî têkirin. Li seranserê Qazaxistanê deng didan. Ji bo min jî suprîzeke mezin bû ku ez hatim hilbijartin. Ez gelekî serbilind im û kêfxweş bûm. Spas dikim. Ji bo layiqî wan xelatên gelê min didin min, ez ê her tiştî bikim.”