Kurdish Nationality and Its Repercussions
in the Modern Kurdish Poetry
Zülküf ERGÜN
PUXTE
Netewetiya Kurdî li hember netewetiya resmî ya împaratoriya Osmanî û di bin karîgeriya
hişyariya neteweyî ya Ermenan de peyda dibe. Piştî Meşrûtiyeta Duyem gotara
neteweyî ya helbestvanên Kurd bi awayekî giştî rengekî çandî û modernxwaz
werdigire, loma jî xwendin, pêşketin û merîfet dibe mijara sereke ya helbestvanên
Kurd ên vê serdemê. Ji salên çilî û pê de di bin karîgeriya îdeolojiya marksîst de
helbestvanên Kurd ji pêşiyên xwe cudatir naverok û taybetmendiyên netewetiya
Kurdî jinûve dadirijînin û ji bo dabînkirina arîkariya bereya komunîst pêkhateya
neteweyî li gorî îdeolojiya marksîst pênase dikin. Ev yek di maweya Şoreşa Eylûlê
de di helbestên Hejar de tê rexnekirin. Lewra dema dewletên komunîst li hember
şoreşgêrên Kurd piştgirî didin hukumeta Ebdulkerîm Qasim û komunîst kurdîtiyê
bi paşverûtiyê tawanbar dikin hevgirtina netewetiya Kurdî û bereya komunîst hildiweşe.
Ev jî nîşan dide ku di nav sed salî de li gor pêşhatên nû yên cîhanê di naverok
û forma netewetiya Kurdî de guherîn çê dibin û ev guherîn bi awayekî herî baş
di gotara helbestvanên neteweperwer ên Kurd de reng vedidin.
Bêjeyên sereke: netewetiya Kurdî, helbesta Kurdî ya nû, netewetiya çandî û modernxwaz,
netewetiya çeprew, kurdayetî.
[1]