ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 514,834
画像 104,285
書籍 18,893
関連ファイル 94,732
Video 1,238
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir

KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir
Kongreya Netewî ya Kurdistanê salvegera 20’an a damezirîna xwe bi daxuyaniyeke niviskî pîroz kir û got, ‘’Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) salvegera damezirîna xwe ya 20’an bi daxuyanyiyeke niviskî pîoz kir. KNK’ê di daxuyaniyê de got, ‘’ KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêviya azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkariyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû.’’
‘KNK JI BER HEWCEHIYEKE MEZIN A TIFAQA NAVXWEYÎ DERKETE MEYDANÊ’
KNK’ê got,‘’Di dawiya sedsala 20’an da bizava azadî û rizgariyê ya miletê Kurd di durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtiyeke mezin ya neteweyî û herweha niştimanî didît. Piraniyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya miletê Kurd, digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşaniya tecrubeyên berê, ji bo yêkîtiyeke nû gav avêtin û di 24’ê Gulana 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêviya azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkariyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNK’ê di kombûna li Hollandê da îlan kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û manewiyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan. ‘’
‘JI BO ŞUÛRA NETEWÎ Û NIŞTÎMANÎ SERWEXTIYEKE MEZIN PÊK ANÎ’
KNK’ê di daxuyaniyê de got, di van 20 salan de ,da ku ew tifaqa herî fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke berbiçav kir û domand, ’’Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe, di nav xelkên Kurdistanê da serwextiyeke mezin pêkanî. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.’’
Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’
’KNK BIHAYEKÎ MEZIN DIDE KAR Û XEBATÊN DIDE ENDAMÊN KNK’Ê’’
KNK’ê bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha got:
’’Ji roja avabûnê heta vê gavê, partiyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetiyên neteweyî û niştimanî xizmeteke mezin kirîne. Bi sedan kes di dewreyên cuda da bûne endamên KNK’ê. Di vê prosesa avabûn û xebatê da keda wan hemûyan heye û ev keda wan, xizmeta wan bihadar e. Di dirêjiya van bist salan da hejmarek endamên KNK’ê jî koça dawiyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne. Gelek kesan endametî kirine û gelek kes jî vê gavê endamên KNK’ê ne. KNK bihayekî mezin dide kar û xebata wan hemûyan û spasdar e.
’’KURDISTANÎ DIVÊ DI NAVA XWE DE YEK BIN’
KNK di bîst saliya xwe de, ji bo gihiştina azadî û rizgariya Kurdistanê bi hêvî ye. Lê KNK her wiha jî dixwaze bala hemû Kurdistaniyan bikêşe ser hewildanên fetisandinê yên li dora Kurdistanê jî. Lewma KNK dixwaze miletê Kurd û pêkve xelkên Kurdistanê beramberî neyarên Kurdistanê, dijî polîtîka û êrişkariyên dewletên Tirkiye û Îranê, desthilatdarên şoven û nijadperest yên li Bexda û Şamê, di nav hişyarî û baldariyeke bilind da bin. Ev merkezên neyariyê dijî doza Kurdistanê bi hev ra hereket dikin. Li ber vê rastiyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.
BANGA LI RÊVEBERIRYA BAŞÛR Û ROJAVA
Di bîst saliya KNK’ê da, li başûr û rojavayê Kurdistanê rêvebirî û îdareyên xweser pêk hatine û eve di dîroka polîtîk ya Kurdistanê da, di prosesa têkoşîna neteweyî da destkevtên giring û bihadar in. Lê di vê bîst saliya KNK’ê da, bi dilekî şkestî divêt bêjin ku di navbeyna van du îdareyên xweser da tifaqeke ku miletê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê jê razî, pêk nehatiye û eve cihê xemeke kûr e. KNK di bîst saliya xwe da ji nîveka dil hawar û gaziyê li rêvebirên polîtîk yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku ber bi tifaqa mezin ya navxweyî ve gavan biavêjin ku xelkên Kurdistanê pê şa û bextiyar bin û neyar jî pê bişkên. KNK herwisa daxwazê ji partî, bizav, rêxistinên sivîl û kesayetiyên neteweyî û niştimanî yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî dike ku di xweşkirina têkiliyên îdareyên xweser yên başûr û rojavaya Kurdistanê da hevkar bin, destekdar bin û rênîşandar bin.
KNK herwiha bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî û niştimanî daxwaz û tikayê ji rêvebiriyên polîtîk û îdarî yên xweser yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku di nav xwe da, di cografyaya ku lê hukûm dikin da, huqûq û edaletê serdest bikin, maf, azadî, wekhevî û demokrasiyê pêş ve bibin, kamil bikin û di hemû waran da jiyaneke bi huzûr û refaheke têr û tejî ya layiqî xelkên welêt pêkbînin.
KNK li ser têkoşîna azadî û rizgariyê ya li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi baldarî radiweste û herdaîm piştevan e û xwazyar e ku dînamîkên neteweyî û niştimanî xwe bikin yêk ku bi vê hêza hevgirtî bikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe.
BANGA LU KURDISTANIYÊN LI DÎASPORAYÊ
KNK gaziyeke germ li Kurdistaniyên li meydanên dîasporayê jî dike ku ji bo jîndemana xwe ya etnîk di nav xebatên xurt da bin û bi vê dînamîzma xwe xizmeta pêşxistina doza Kurdistanê bikin.
KNK digel hemû zor û zehmetî, kêm û kasî, qusûr û xeletiyên navxweyî yên di pêvajoya azadî û rizgariya Kurdistanê da rû didin, geşbîn bin û daxwazê ji xelkên Kurdistanê jî dike ku ji paşeroja xwe hêvîdar bin û her bi çi halî be xebata pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî, sist nekin û fişarê bibene ser hemû rêxistinên polîtîk ku berjewendiyên neteweyî û niştimanî, di ser her tiştî da bigirin û bo pêkanîna vê yêkîtiya mezin kar û xebateke xurttir bikin.
KNK rastbîn e û dizane ku hem bi hebûna xwe û hem jî bi van hemû xebatên hatine kirin jî, yêkîtiya mezin ya seranserî hêj jî pêknehatiye û ji ber hindê jî, KNK di pêdiviya jiyanî ya pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî da dê bi israr be.
’KNK BI ÇAVEKÎ REXNEYÎ LI XWE DINERE’
KNK di bîst saliya xwe da careke dî û bi giringî, ji baskê partî û rêxistinan bigirin heta hemû dem û dezgehan û medyayê, bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dike ku di ber bi avakirina tifaqa mezin da, erkên xwe bînin cih û xelkên Kurdistanê bigihînin vê xewn û xiyala dîrokî.
KNK di vê bîst saliya xwe da careke dî dixwaze balê bikêşe ser zehmetiyên dijwar yên pêkanîna yêkîtiya navxweyî. Lê divêt ev zor û zehmetî, gir û giriftarî nebin sebebê bêhêvîtiyê û divêt daîm bawerî, hêvî û daxwaza pêkanîna tifaqa mezin bête bilind kirin û xebata di vî warî da bête xurt kirin.
KNK di bîst saliya xwe da, bi çavekî rexneyî li xwe jî dinêre û piştî tecrubeya bîst salan ji bo bi dest ve anîna armanca tifaqa herî mezin ya navxweyî dê di nav xwe da jî, nûbûneke esasî û berfireh pêkbîne û bi hêz û enerjiyeke xurttir xwe bide ser kar û xebata vê pêkanîna yêkîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî.
Li ber van hemû pêşhatin, pêşkevtin, bûn û bûyer û rûdanan, bîst saliya KNK’ê li hemû endamên KNKê û xelkên Kurdistanê pîroz be.[1]’’
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは2,549表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 3
グループ: クルド文書
Publication date: 24-05-2019 (5 年)
ドキュメントの種類: 元の言語
パーティー: No specified T4 653
プロヴァンス:
プロヴァンス: 西クルディスタン
プロヴァンス: 南クルディスタン
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( نالیا ئیبراهیم 07-10-2019上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاسۆ ئەحمەدیان ) på 08-10-2019
最近の( هاوڕێ باخەوان )によって更新この商品: 03-08-2022
URL
このアイテムは2,549表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 514,834
画像 104,285
書籍 18,893
関連ファイル 94,732
Video 1,238
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:2 秒(秒) !