Nasnav: Simo Kobanê
Nav û Paşnav: Simo Simê
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Numan
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 16-12-2018
Rêhevalê me Simo Kobanê di 16’ê Kanûnê de dema ku li bajarê Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket.
Rêhevalê me Simo li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Heval Simo ji berxwedana Kobanê bandor bû û tevî temenê xwe yê mezin bi taybetmendiyên xwe yê zîrekbûn û sekna xwe ya jiyanê ji herkesî re nîşan da ku ti tişt ji bo meşandina têkoşîna azadiyê re nabe asteng. Kesayeteke dilnizm û kedkar bû; ev jî dihişt ku rêhevalê wî ji xwe re mînak bigrin. Heya roja şehadetê jî ji sekna xwe û kesayeta xwe qet tawîz nedaye, hertim bibe milîtaneke yê ruhê wî yê azad ji xwe re esas girtiye.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,859 جار بینراوە