ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,211
画像 105,526
書籍 19,120
関連ファイル 96,177
Video 1,299
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Encamnameya Kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê
グループ: クルド文書 | 記事言語: کوردیی ناوەڕاست
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
Kurmancî - Kurdîy Serû0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Encamnameya Kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê

Encamnameya Kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê
#KNK#
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di rojên 14-15.09.2019an de, li Stockholm a Swêdê, civînek berfireh ji bo guftogo li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya Şêwira Neteweyî de li darxist. Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî, pisporên biwarên cuda cuda, mafnas û nûnerên saziyên civakî û çandî, gelek kesayetên serbîxwe û ronakbîr amade bûn.
Civîn roja şemiyê bi axaftina KNKê û bi bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre mijarên weke rewşa civakî û pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê, rewşa aborî û çînayetî, rewşa jinan, rewşa mafên mirovan, rewşa siyasî û rêbazên çareserîyê hatin guftûgo kirin. Çendîn kesayetiyên siyasî û akademîsyen, di civînê de li ser mijarên di rojevê de gotar pêşkêş kirin. Di nava du rojên civînê de mîvan û beşdaran bi pirs û nêrînên xwe, hemû warên rewşa îroyîna Rojhilatê Kurdistanê anîn ber bahsê û şirove kirin. Roja yêkşemê, civîn bi ragihandina encamnameyekî bi dawî hat.
Rojhilatê Kurdistanê li jêr dagîkeriya Komara Îslamî ya Îranê de dinale. Zêdeyî 40 salan e ku rêjîma paşverû ya Îranê mafên gelê Kurd binpê dike, dengê azadîxwaziyê difetisîne û bersiva daxwaziyên rewa yên gelê Kurd bi şer û kuştinê dide. Rewşa civakî sal li pey salê pirtir aloz dibe, gîrodekirina ciwanan bi madeyên hişber, bûye beşek ji şerê taybet yê rêjîmê li hember gelê Kurd. Jin ji hemû mafên xwe yê mirovatiyê hatine bêpar kirin. Abûrîya welat gihîştiye sînorê îflasê. Rantxwarî, dizî, firotina endamên laşê mirovan, xapandin û fesadê, her der tejî kirîye û civak xistiye nava rewşek pir belengaz.
Zêdegavîyên rêjîmê û destwerdana wê di karên hundirê welatên heremê, weke Êraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û hwd, niha Îran anîye hemberê kirîzek/qeyranek pir bi tehlîke ya navneteweyî. Li hember vê rewşê, rêjîma Komara Îslamî lez daye xurtkirina bingehên serbazî û xwe pir çek kirinê. Plan û programên rêjîmê, niha bûye çavkaniya qeyranek navneteweyî li hemû cîhanê. Serbarî programa atomî, pirsa çêkirin û bikar anîna balafirên bê firokevan û roketên dûravêj ku li Sûriye, Lubnan û Yemenê li dijî Îrsaîl, Erebistan û hevpeymanên Amerîka tên bikar anîn, metirsiya şer li Rojhilata Navîn gihandiye astek herî bilind.
Di nava du salên derbazbûyî de rêjîma Komara Îslamî, piraniya çekên xwe yên nû li dijî hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bikar anîne. Di roja 8ê Îlona sala 2018an de, di encama roketbarana bargehên HDKê de, di nav de 6 jê endamên komîteya Navendî, 14 kadroyên pêşeng yên partiyê û du pêşmergeyên HDKÎ şehîd bûn. Di heman rojê de, rêjîma dagîrker 3 xortên şoreşgerê kurd; Ramîn, Zaniyar û Luqman di girtîgehan de darve kir. Ev rastîyeke ku terora dewleta Iranê ya dijî gelê me li rojhilatê Kurdistanê re ne sînordare.
Rêjîm ji siyaset û civakê bi der, rehmê bi jîngeha Kurdistanê jî nake. Sala derbazbûyî, li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, kesên girêdayî rêjîmê agir berdan zevî û daristanên Kurdistanê. Di dema hewldana ji bo vemirandina agir de, rêjîmê bi pilanek veşartî, çar jîngehparêzên çalak, Şerîf Bacwer, Umêd Husênzadeh, Rehmet hemîmîniya û Muhemmed Pejûhî şehîd kirin. Lewma pewiste parastina jingeha Kurdistan wekî erkekî neteweyî bête dîtin.
Di warê aborî de, rêjîmê ti derfetên kar û jiyana asayî li ber destê xelkê nehêştiye. Lewma bi sedan kes ji bo bidest xistina debara jiyana xwe, di mercên pir dijwar de dest bi kolberiyê kirine. Lê dijmin rê nade ku ew kesên destkurt, bi asûdeyî karê zehmetê kolberiyê jî bikin. Heya niha bi sedan kolber li ser sînor hatine kuştin û bi sedanên jî hatine birîndar kirin.
Girtin, kuştin, zext û zorî û hêrîşên li ser saziyên civaka sivîl, eve bi salane ku bûye beşek ji siyaseta rejîma Îranê li dijî gelê Kurd. Li derveyî sînorên Rojhilatê Kuridstanê jî, rola Îranê di dijminkariya bi mafên gelê Kurd û tevgera Kurdistanê re, bi awayekî zelal derdikeve. Li her ciyê ku hêviyek ji bo azadî û bi dest xistina amfek sînordar jî, ji bo Kurdan di rojevê de be, Îran hemû îmkanên xwe dixe kar, heya pêşiya pêvajoyên ku bi qazanca Kurdan bin bigre. Hevkarîya Îran û Turkiyê di civînên Soçî de li dijî berjevendiyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê, hevkariya bi Heşdê şeibî û aliyên tundrewên Êraqê re li dijî Başûrê Kuridstanê û hevkariya rasterast bi Tirkiyê re li dijî tevgera Azadîya Gelê Kurd li Bakûr, encamên siyaseta dijminkarane ya Îranê bi gelê Kurd re ye.
Li hember vê siyaseta dagîrkerî û dijminahiya bi gelê Kurd re, tevgera neteweyî li Rojhilatê Kuridstanê bi salan e li berxwe dide. Bi lehengî têkoşîna azadiyê gîhandiye astek wisa ku îro her alî hesabê li ser dike. Lê ji bo ku ew berxwedan û ked bighêje amanca xwe, divê hêz û aliyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pirtir li hev nîzik bibin û derîyê hevkarî û beşdarî kirinê ji hemû tak û komên ku di tevgera Kurdistanê de cîh digrin re vekin.
Nûner û kesayetiyên beşdar yên di civîna Şêwîra Rojhilat de, piştî bahs û guftogoyên hûr û kûr li ser mijarên ku di serî de hatin bas kirin, van xalên jêrîn ji rey giştî re pêşkêş dikin:
Îran di alê etnîkî de welteke fireh netewe û li alê bawerîyande jî xwedî komên bawerîyên cuda ye. Nabe komara Îranê li ser bingeha yek netew yek bawerîyê bê sazkirin. Divê Îran di navxwe de demokratîk, sekûler, azad û adil be.
Li rojhilatê Kurdistanê rewşa gelê Kurd ya îroyîn nayê qebûkirin. Gelê Kurd, weke neteweykî xwedî hemî mafên bingehîn û xwedî mafê çarenûse.
Divê Partî, rêkxistin û sazîyên siyasî yên Rojhilatê Kuridstanê, ji bo ava kirina pilatformek bi hêz û berfireha neteweyî, di demek zû de bi hev re bikevin diyalogê û xwe ji reqabetên ne di cî de ku tenê dilê dijmina xweş dike biparêzin.
Dîvê hemû partî û rêkxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji hev re bibin piştgir û alîkar û rê nedin ku dijmin ji nakokî an cudahiyên siyasî, îdeolojîk û rêxistinî di navbera wan de sûdê bibîne. Pêwiste zemîn ji bo karên hevbeş bête xweşkirin.
Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, kesayet û gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê dike ku xwedî li deskevtên Başûr û Rojava derkevin û tekoşîna azadîya gelê Kurd li Bakur destek bikin.
Tevgera siyasî, ji bo ku jina Kurd rola xwe di nava civak û tevgerê de bilîze û weke pêşenga xebata ji bo wekheviyê bibe xwedî bandor, astengiyên li ser rêya beşdariya jinan rakin û li hember edetên civakî yên rêgir li ser rêya çalakiyên jinan de xwedî helwêst bin. Divê jin di her warê jiyanê de xwedî maf û îarede bin, zemîn ji tevgera azadîya jinan re bê xweşkirin.
Kombûn piştgirîya xwe ji bo xebata azadî, edalet û demokrasîyê ya jinên Kurdistan û Îranê radighîne û destek dike.
Kombûn piştgirî li hemî girtîyên syasî û çalakvanên civaka sivîl dike û xwedî lê derdikeve. Sîyaseta girtin, îşkence û îdamê ya Komara Îslsmîya Îranê şermezar û riswa dike.
Rejîma Îranê ne tenê xwedî li şûnwarên dîrokî û arkelelojîk yên Kurdistanê dernakeve, heman demê de didize û xirab dike. Lewma pêwîste gelê Kurdistan xwedî li şûnwarên xwe yên dîrokî, arkeolojîk, çand û zimanê xwe derkeve û biparêze.
Kombûn di wê baweryêdeye ku xebata rewa ya azadîya gelê Kurdistanê, bê têkbirina rejîma Îslamî ya Îranê û pêkanîna alternatîfek demokrat û dadperwer, nagihêje amanca xwe ya bingehîn. Lewma divê xebata azadîxwaza gelê Kurdistan û xebatên azadixwezî yên xelkên Îranê yên ji bo têkbirina rejîmê di nav hevkarî û hemahengîyê de be.
Kombûn, bang li hemî pêkhate û gelên Îranê dike ku ji bo Îraneke demokratîk, sekuler û wekhev, ji bo çareserîya pirsên nateweyan û bawerîyan, bi hevre tevbigerin û têkoşîneke hevbeş bikin.
Kombûn bang û daxwaz dike ku civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan, dewletên endam di Konseya Ewlekariya NYê de û çalakvanên civaka sivîl, pişgirîyê ji tekoşîna azadîya gelê Kurd re bikin, teybetî li maf û rewşa kolberên Kurd xwedî derkevin û bibin rêgir ku rêjîma dagîrker a Komara Îslamî nekari kuştina vê qada hejar li Kurdistanê berdewam bike.
Ji bo ev kar û daxwaz bêne şopandin û pratk kirin, civînê komîteyek teybet hilbijart. Ev komîte wê bi Konseya Rêvebir ya KNKê re di nava hevkarîyê de be.
[1]Em bawer dikin ku encamên vê Şêwirê, wê tekoşîna aştî û azadîyê xurt bike û rêya yekîtîya neteweyî xweş bike
Silav û rêz.
Kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê
14-15.09.2019
この商品は(کوردیی ناوەڕاست)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
ئەم بابەتە بەزمانی (کوردیی ناوەڕاست) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
このアイテムは2,665表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 4
グループ: クルド文書
Publication date: 15-09-2019 (5 年)
Document style: No specified T4 547
ドキュメントの種類: 元の言語
パーティー: No specified T4 653
プロヴァンス: Sweden
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( نالیا ئیبراهیم 17-09-2019上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 17-09-2019
最近の( هاوڕێ باخەوان )によって更新この商品: 17-09-2019
URL
このアイテムは2,665表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,211
画像 105,526
書籍 19,120
関連ファイル 96,177
Video 1,299
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.25 秒(秒) !