图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,212
图片 105,527
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999ê, Ya Di Şexsîyeta Birêz Abdullah Ocalan’da Li Ser Hereketa Azadîya Kurdistanê Hatî .
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999ê, Ya Di Şexsîyeta Birêz Abdullah Ocala...

Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999ê, Ya Di Şexsîyeta Birêz Abdullah Ocala...
Li 15ê Sibata 1999ê bêdadîyeke mezin hate kirin. Mezinîya wê bêdadîyê di karaktera wê bûyer û kiryarê da tête dîtin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û serokê PKKê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagîrker Tirkîye û dewletên tifaqdar yên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadîya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgarîya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û nejî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyarîyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jîyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkîyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê ra, di xeta neheqî û bêdadîyê da bûne rêz û ji bo berjewendîyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebazîyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkîyeyê kirin.

Pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadîyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêvîyê bûn ku PKKya ku pêşengîyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, anjî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 20 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, nejî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15ê Sibata 1999ê da jî gelek xurt bû.

Ew roj yêk û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd serkevt. Van 20 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 20 salan da heqîyê, dad û dadyarîyê zora neheqî û bêdadîyê bir û di encamê da Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.
Niha jî dewleta dagirker ya Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê da êrîşê hemî deskeftîyên Gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şehredarîyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan da siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwazi Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişkêne.
Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijminatîya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê da, bi Îran û Êraqê re kete nava îttîfaqê û bi eşekere dijmintîya gelê Kurdistanê kir. Salekî pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Hêzên YPG/YPJ yê bi qehremanekî mezin û bê hempa li berxwedan û demeke dirêj herêm parastin. Di hemî waran de hêza dijmin qat bi qat ji hêza YPG/YPJê zêdetir bû. Di encamê de herêma Efrînê hate dagîrkirin. Dewleta Tirk niha jî dixwazi herêmên din yên Rojava dagîr biki. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye. Dewleta Tirk dijminê serkeye, divê hemî hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin. Niha jî bi awayekî fîîlî Roavayê Kurdistanê dagir dike. Eve 25 rojin bi hevkarîya bermayên DAIŞ û El Kaîd ê, bi hemî quweta xwe êrîşê Efrînê dike. Di vê êrîşa xwe de hemî pîvanên mirovahî û huqoqê binpê dike. Li hember vê êrîşa hovane, hêzên QSDê û gelê Rojava bi berxwedanekî bê hempa dikin û êrîşên artêşa Tirk dişkênin. Gelê Kurd jî li berxwedana Efrînê xwedî derdikeve û li derdoara berxwedana Efrînê de yekîtîya xwe ava dike. Bila dewleta Tirk bizane, Gelê Kurdistanê weke berîya 19 salan çawa li berxweda, çawa koploya navneneteweyî vale derxist, îro jî berxwe dide, wê heta dawîyê jî berxwe bide û van êrîşên hovane wê bîşkêne û wê welatê xwe azad bike.
Li ser komploya 15ê Sibatê re 20 sal derbazbûne. Di van 20 salan da, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurdistanê tesfîye bikin. Hewildanên wan yên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yêkgirtî ya xelkê Kurd belav bûn. Merkezên fitne û fesadê berî 20 salan jî ev êrişkarîya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejîyê wan belav bû. Vê carê jî dê wisa li wan bêt. Kurd û Kurdistanîyan di midehê van 20 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yêkîtîya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.
Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yêkîtîya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgarîyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serkevtina mezin dewam bike.
KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê da careke dî bang li hemû Kurdistanîyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gazîya xwe ya têkoşîna ji bo azadîya Birêz Ocalan û rizgarîya Kurdistanê, û xwedî derketina berxwedana Efrînê bilind bikin, yêkîtîya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.
KNK herweha bang li hemû Kurdistanîyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşerîya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
#15-02-2019#, Bruksel
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,599
HashTag
来源
挂钩项目: 4
Publication date: 15-02-2019 (5 年份的)
Document style: No specified T4 547
普罗旺斯: Belgium
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( نالیا ئیبراهیم 15-02-2019
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on15-02-2019
此产品最近更新( نالیا ئیبراهیم ):15-02-2019
URL
此产品已被浏览3,599
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,212
图片 105,527
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!