Qerebaxan, Mîyaran an jî Mîrvan yek ji navçeyên Mezrayê Li parêzgeh #Xarpêt# ye. Navê Mîrvan di sala 1960 da hatîye qedexekirin. Mîrvan 112 km li başûrrojhilatê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê Mîrvanê 257km², bilindahî ji rûyê avê 1.100m ye.
Piraniya axa navçeyê daristan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan e. Çemê Berkilîn û Mîrvan ku her du jî şaxên Robara Dîcleyê ne, di axa Mîrvanê de derbasdibin. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Gorî îdiyan navçeyê navê xwe ji Çemê Mîrvan girtiye. Di qeydên dîrokî yê Ereban de navê navçeyê wekî Meravîn û ya Farsan de Miyanrûyan (ango meyanê / nava du rûyan / robaran) derbasdibe. Dîroknas di wê baweriyê de ne navçe wekî gund di destpêka 1500 da avabûye. Di sala 1972 de bûye şaredarî û di sala 1987 de jî bûye navçe
Denna post har skrivits in (کوردیی ناوەڕاست) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
ئەم بابەتە بەزمانی (کوردیی ناوەڕاست) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Denna post har tittat 1,083 gånger