yek ji navçeyên Mezrayê (#Xarpêtê#) ye. 80 km li bakur-rojavayê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 260 km², nifûsa wê bi giştî nêzîkî 3.200 kesan. Sê aliyê erdê navçeyê Bendava Kebanê ye. Herwekî bi Dêrsim û Melediyê ye cîran e. Piştî avabûna Bendava Kebanê rewşa hewayê ya herêmê hatiye guhertin û klîmaya sar a Kurdistanê êdî nîne.
Dîroka navçeyê jî wekî ya Kurdistanê ye. Hîtît, Ûrartû, Roma, Mîrîtiyên Kurdistanê, Osmaniyan li vir desthilatî kirine. Di salên 1700 da bingeha navçeyê li gundê Axinê hatiye avabûn. Li herêmê gelekî bermayiyên dîrokî hene û mixabin pirraniya wan jî di bin ava Bendava Kebanê de mane. Derên Filehan bi giştî hatine tehrîpkirin. Dîsa jî Dêra Paxnîkê wekî xerabe maye û gelek tûrîst tên bo dîtinê. Kela Xoşrîkê, Nekropola Axinê, Pireya Şikefta Reş hwd balkêş in.
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,395