📊 بابەت 374,101 | وێنە 58,963 | پەڕتووک PDF 10,975 | فایلی پەیوەندیدار 42,420 | 📼 ڤیدیۆ 167 | 🗄 سەرچاوەکان 14,588
🏠|📧|دەربارە!|پەڕتووکخانە|📅
🏠 دەستپێک|📧 پەیوەندی|||💡 دەربارە!
|
📅 ئەمڕۆ 05-06 لە مێژوودا
📅کڕۆنۆلۆژیای رووداوەکان
📅 رۆژەکان
📆05-06-2020
📆04-06-2020
📆03-06-2020
📆02-06-2020
📆01-06-2020
📆31-05-2020
📆30-05-2020
📂 زۆرتر ...
📅05 June
📝 بەڵگەنامەکان
📊 ئامار و راپرسی
✌️ شەهیدان
💚 ئەنفالکراوان
☪ قوربانیی شەڕی دەوڵەتی ئیسلامی - داعش
😞 قوربانیی شەڕی ناوخۆ
👩 قوربانیی توندوتیژی
📅 رۆژی لەدایکبوون
📅 رۆژی کۆچی دوایی
👫 بارش چاکان
گەنجێکی کوردە. رۆژی 01-06-2020 لە ئەنکەرە بەهۆی ئەوەی گوێی لە گۆرانیی کوردی دەگرت، لەلایەن چەند تورکیکی رەگەزپەرستەوە بە چەقۆ کوژرا. کوژرانی ئەم گەنجە ناڕەزایی زۆری بەدوای خۆیدا هێنا.
📅 03-06-2020
باکووری کوردستان
- لە ماوەی هەفتەیەکەدا ژمارەی تووشبووان لە پارێزگای ئامەد لە 50 کەسەوە بۆ 213 کەس بەرزبووەوە. دۆخی تەندروستیی 18 لە تووشبووەکان جێگیر نییە. بەگوتەی بەرپرسانی تەندروستیی ئامەد تەنیا لە سێ گوندی ئەو پارێزگایە زیاتر لە 100 تووشبووی کۆرۆنا تۆمارکراون.[2]
رۆژهەڵاتی کوردستان
- بەپێی هەواڵێکی کۆڵبەرنیوز، شەوی رابردوو لە ناوچە سنوورییەکانی شاری چاڵدێران-ی سەر بە پارێزگای ورمێ، هێزە چەکدارەکانی دەوڵەتی ئێران بە شێوەی راستەوخۆ تەقەیان لە کۆڵبەران کردووە. بە گوێرەی هەواڵەکە، لەو هێرشەدا
📅 02-06-2020
باکووری کوردستان
- کوژرانی بارش چاکان لەلایەن تورکە رەگەزپەرستەکانەوە، لە ناوخۆ و دەرەوە ناڕەزاییی زۆری بەدواداهات و دەسەڵاتدارانی تورک فشاریان خستووەتەسەر بنەماڵەی بارش تاوەکو راستییەکان ئاشکرانەکەن. لەوبارەیەوە پەرلەمانتارانی هەدەپەش دەڵێن، فشارێکی زۆر لە خانەوادەی بارش کراوە تاوەکو راستییەکان نەڵێن و رووداوەکە بشارنەوە چونکە لە تۆڕە کۆمەڵایەتییەکان دەنگدانەوەی زۆری بە دوای خۆیدا هێناوە.[1]
رۆژهەڵاتی کوردستان
- پارتی ژیانی ئازادی کوردستان – پژاک کۆنگرەی شەشەمی خۆی بەست و راپۆرتێکی لەوبارەیە
👫 مستەفا زەڵمی
• ساڵی 1924 زایینی لە گوندی زەڵمی بناری هەورامان لە دایکبووە، ساڵی 1934 ز چۆتە حوجرە و لە هەمان شوێندا لە سەر دەستی ژمارەیەک مامۆستا و مەلا عێراق و ئێران، زانستەکانی (نحو، صرف، المناڤرە، المنطق، البلاغة، ریاضیات، الفلکیات)ی خوێندەوە.
• ساڵی 1946 دا ئیجازەی زانستی وەرگرتووە.
• ساڵی 1964 پلەی ماجیستێری لە شەریعەی ئیسلامیدا بە دەست هێناوە.
• ساڵی 1971 پلەی ماجیستێری لە فقە المقارن لە زانکۆی ئەزهەر وەرگرتووە.
• ساڵی 1973 پلەی ماجیستێری لە یاسادا لە زانکۆی قاهیرە وەرگرتووە.
• ساڵی 1975 پلەی دکتۆ
👫 Ahmed Arîf | 🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr | 👁️‍🗨️
Ahmed Arîf (* 21'ê avrêlê Nîsan 1927ê li AmedAmedê; † 2'ê pûşperê Hezîran 1991'ê li Enqereyê) helbestvanekê bi esilê xwe kurd e ko bi zimanê tirkî dinivîsî.
Jînenîgar
Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê Nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye.
Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû ra, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir, lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand.
Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û şkencekirin. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955an da di kovarên demê da dihatin weşandin. Pirtûka wî ya navdar, bi navê Min ji hesreta te prange kevn kirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) li sala 1968ê ji bo cara yekê hat weşandin, ew pirtûka heya niha nêzîkî çil caran hatiye çapkirin û çend kesan jî paçveyî zimanê kûrdi kiriye anko wergerandiye.
Ahmed Arîf li 2ê Hezîrana 1991ê li Enqereyê ji çû ber dilovaniya Xudê.
Piştî mirina wî hinek helbestên wî ên ku berê di kovaran da hatibûn weşandin û hinekên nû ên ku qed nehatibûn weşandin bi keda Filinta Önal (lawê Ahmed Arîf) hatin berhevkirin û li sala 2003ê di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım ) da di nava Weşanên Everestê da hatin weşandin.
Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisîbin jî, le ne şaş e ko bihêt gotin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkîyê zêdetir nêzîkî kurdîyê ne.
Pirtûkên helbestan
Hasretinden Prangalar Eskittim. (Everest yayınları, 2006);
Yurdum Benim Şahdamarım (Everest yayınları, İstanbul, 2005)
Hasretinden Prangalar Eskittim (1968-2008)
Sî û Sê Gulle (helbest)
Sî û Sê Gulle (tr:33 kurşun) helbesteke Ahmed Arîf ser bûyêra 33 gule ye. Ji aliyê Jiyan Alpîranî hat wergerandin bi kurdî.
Ev çiya çiyayê Mengenê ye
Dema şefeq li Wanê davêje
Ev çiya çêlikê Nemrûdê ye
Dema şefeq li hember Nemrûdê davêje.
Aliyekî te aşîtê digire, asoyê Qefqasê ye
Aliyekî te sijde milkê ecem e.
Li bilindahiyan bîsmilikên cemedê,
Li ser avan kevokên revok,
Keriyên xezalan,
Û refên kewan…
Mêrxasî nayê înkarkirin
Ji hezar salan vir de, kurên vê dere
Di şerê yeko-yek de têk neçûn
Were, em ji ku xeberê bidin
Ev ne fefê qulingan e
Di asîmanan de koma stêrkan nîn e
Dilê bi sî û sê gule
Sî û sê kaniyên xwîne
Naherike,
Bûye gol li vî çiyayî
2

Ji bin kaş kêrgûyek rabû
Pişt belek,
Zik çîl-spî
Kêrgûyekî belengaz, ducan û çiyayî
Dil di dev de, wisa reben
Mirov tînê tobê
Tenha, tenha bûn dem
Berbangek bê qisûr û tezî-rût bû.
Nihêrî; ji sî û sêyan yek
Di zik de valahiya giran a birçîbûnê
Por û rih bihostek,
Di pêsîrê de spî,
Nihêrî mêrxasek dest girêdaye
Dil dojeh
Geh li kêrgûya belengaz
Geh li pişt xwe.
Filînta wî ya delal hate bîra wî,
A ku di bin balîfa wî de xeyidiye,
Hat bîra wî caniya ku ji deşta Herranê anîbû
Bijû bi morîye hişîn,
Enîbeş
Sê pehnî spî,
Beza wî tolaz, reqsok,
Mehîna kumêt û seklawî.
Çawa firiyabûn li ber Xozatê!
Niha, aha bêçar û girêdayî,
Aha, li paş wî lûleyek sar nebûya
Dikaribû xwe bisiparta bilindahiyan…
Ev çiya, çiyayên bira, qedirzan bûn,
Pêşî xwedê, van destan mirov nade fedîkirin,
Van destên hoste ku,
Ariya cixara pêketî,
Zimanê margîskê
En ku li ber tavê wekî çetel diçûrise
Bi gula yekemîn difirand…
Ev çav, tu carî neketin dafikan
Van çavên wî yên ku,
Qîyameta geliyên li benda aşîtan,
Xayîntiya nermok û bi berf
A hendefan,
Ji berê de dizanibû …
Bêçare
Ew ê bihata kuştin
Ferman hatibû dayin,
Êdi bila çavên wî marûmorên kor,
Dilê wi, teyrên berata bixwara...
3

Hatime kuştin
Di dema nimêja sibê de
Li gelîyekî xip û xalî yên çiyan
Vedizelim
Di nava xwînê de û dip û dirêj...
Hatime kuştin
Xewnen min, ji şevan tarîtir
Kesekî ji xêrê re şîrove ki dernakeve
Canê min distînin, bê ecel
Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim
Paşakî şîfre daye
Hatime kuştin bê dad û bê pirs.
Kirîvo, eynî wiha binivise rewşa min
Dibê ku wekî qilûlik zanîn
Ev ne çiçikên gulî ne
Guleyên domdomê ne
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
4

Fermana kuştinê bi cih anîn,
Mija hêşin a çiyan
Û bayê sibê yê tevlixew
Di xwînê da lewitandin.
Dû ra li wir tifing daçikandin
Hêdî-hêdî li paşilên me
Sekirin,
Serûbinkirin.
Şutika min a sor ji qumaşe kîrmanşah ê,
Tizbî û qutiya min girtin û çûn
Hemû jî dîyarî bûn ji warên Ecem...
Kirîvê hevin , birayên hevin em, em bi xwîne hev ra girêdayîne
Bi gund û êl ên himber va
Bi sedan sala me qîz danên hev û qîz ji hev girtine,
Ciranên hevin em rû bi rû
Tev li hev dibin mirîşkên me
Ji nezaniyê nîne,
Ji xizanîyê
Em dilgerm nebûne li pasportê
Ewê tewana sebebê qetla me
Êdi navê me derdikeve bi keleşiyê,
Mişextvanîye,
Rêbirîye,
Xayîniyê...

Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nînê
Gulleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
5

Lêxin lawo,
Lêxin ,
Ez bi hêsanî namirim.
Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
Di hundirê min da gotinên min heye
Ji rewşzanan ra.
Bavê min çavên xwe dan li ber Rihayê
Û sê birayên xwe jî
Sê serwiyên nazenîn,
Sê perçên çiya ku hîn ji emrê xwe têrnebuyi.
Ji bircan, ji qûçan, ji minaran
Kirîv, meriv û Zaroyên çîyan
Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.
Xalê min ê piçûk Nezif
Ku hîn simêla wî nû derketî,
Cindî,
Sivik
Siwarekî baş bû
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakirîye ser piyan.

Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nîn e
Gulleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏳️ زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی لەدایکبوون: 23-04-1927
📅 رۆژی کۆچی دوایی: 02-06-1991 (64 ساڵ)
⚤ رەگەزی کەس: 👨 نێر
🌐 زمان - شێوەزار: 🏳️ کرمانجیی سەروو
🏙 شار و شارۆچکەکان: 🔘 ئامەد
💓 لەژیاندا ماوە؟: ✖️ نەخێر
👥 نەتەوە: ☀️ کورد
🗺 وڵات - هەرێم: ⬆️ باکووری کوردستان

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 98% ✔️
98%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
98%
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (مانو بەرزنجی)ەوە لە: Nov 11 2018 9:26AM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: Nov 12 2018 12:01PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: Nov 12 2018 12:01PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
⚠️ ئەم بابەتە بەپێی 📏 ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
👁 ئەم بابەتە 1,033 جار بینراوە

📚 فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن 💾📖🕒📅 👫 ناوی تۆمارکار
📷 فایلی وێنە 1.0.125 KB Nov 11 2018 9:29AMمانو بەرزنجی
✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

Ahmed Arîf

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️02-06-1991
2.👁️23-04-1927
📂[ زۆرتر...]

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.06
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0,266 چرکە!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574