Miks
Miks, Muksî an jî Muskî (bi tirkî: Bahçesaray) yek ji navçeyên
WanWanê ye. Di sala 1987´a de bûye navçe û bi Wanê ve hatiye girêdan. Miks bi nebûna rê, xizanî, dirêj debasbûna zivistanê tê nasîn.
Dîroka navçeyê
Miks bi peyva erebî meks hatiye afirandin. Tê wateya piraniya deynê. Lê wek cihê civînê jî tê zanîn. Dîrok û wateya peyvê bi zelalî ne diyar e lê tê zanîn ku Moks ji aliyê Ermenan ve hatiye bikaranîn. Moks-Miks wek mîrîtiyeke bi girêdayî Qraliyeta Vaspûrakan bûye. Miks di dîrokê de di bin destê Xelatşahiyan, Selcûqiyan, Safewiyan de maye. Di sala 1539'an de ji aliyê Qanûnî Siltan Silêman ve hatiye bidestxistin. Piştî vê bidestxistinê demekê ketiye bin bandora Safewiyan jî.
Sala 1964'an bi navçeya Wanê Westanê ve hatiye girêdan. Heta wê salê qezayeke girêdayî navçeya Sêrtê Perwariyê bû. Piştî sala 1987'an jî bûye navçe.
Dîroka Miksê ya tê zanîn heya ku sedsala 4'emîn kevnar e. Şemsedîn Samî di berhema xwe ya bi navê Kamus al-Alam de vedibêje ku Çemê Miksê ku yek ji baskên Çemê Dîcleyê ye ji bin Keleha Îskender derdikeve. Çem qasî 2 km dûrî başurê navçeyê derdikeve. Nêzî 3 km dûrî çavkaniya ku Miksî jê re dibêjin Serkehnî jî bermayiyên Keleha Îskender hene.
Di dîroka Osmaniyan de Kurd û Ermen di Miksê de bi hev re jiyane. Lê piştî Komkujiya Ermenan di navçeyê de tenê Kurd mane.
Di 18ê Tîrmeha sala 1993'yan de di li çoltera Zozana Sundusê komkujiyek din pêk hatiye û di vê bûyerê de piranî jin û zarok 24 kesan jiyana xwe ji dest dane. 15 sal di ser de derbas bû lê hê jî ne diyar e ku kî ev komkujî pêkaniye. Ji komkujiyê tenê Ahmet Sevgîlî (68) sax xelas bûye.
Erdnîgarî
Aqara mezinahiya Miksê 576 km² ye. Bilindahî ji dûrî radeya behrê 1.670 m ye. Ji Wanê 110 km dûr e. Rêya wî 74 km asfalt 36 km jî ax e. Li gel vî rê jî di sala 2004'an de rêya bi qasî 245 km a ku navenda Hîzan û Miksê de ye, hatiye asfaltkirin. Çar aliyê Miksê bi çiyayên bilind hatiye pêçan. Hejmara şêniyên Miksê nêzî 3.600'an e. Navçe aliyê rojhilat ve Şax, aliyê rojava ve Hîzan, aliyê bakûr ve Westan û aliyê başûr ve jî sinorê Perwariyê ye.
Serkehniya ku çemê Miksê jê dizê di quntara Çiyayê Axîrovê de ye. Bi derbasbûna geliyên teng çem ji navenda navçeyê derbas dibe û navçeyê bi nîvenîv perçe dike û aliyê navçeya Sêrtê Perwariyê ve diherike.
Miks bi dirêjahiya zivistana xwe û bi girtina rêya xwe ya di piraniya salê de tê nasîn. We ye ku salê nêzî 7 mehan rêya Miksê bi berfê tê girtin û heya dawiya havînê jî berf di bilindahiyên çiyayên Mikse de dimîne.
Aborî
Gelê Miksê bi awayê aborî ve di nav xizaniyekê de dijî. Şêniyên navçeyê piranî bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike. Lê di salên dawî de bi qedexekirina derketina zozanan xwedîkirina sewalan jî ber bi mirinê ve diçe. Yek ji deriyên ku gel pê debara xwe dike jî gwîz û hingiv e. Ji van hingiva Miksê bi navûdeng e. Bazar piranî di cihê xwe de tê danîn û keda şêniyan jî bi erzanî dikeve destê bazirganan.
Ji şêniyên navçeyê 723 mirov cerdevan in
[1] ⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!