Erdîş
Erdîş (bi tirkî: Erciş) yek ji navçeyên
WanWanê ye. Navbera Erdîş û Wanê 100 Km. ye. Aliyê navçê yê bakûr, Tepeyê Zernakol wekî milekî hemêz kiriye. Li aliyê navçeyê başûr Gola Wanê cîh digire. Li aliyê rojavayê navçê, ji Geliyê Zîlan Çemê Zîlanê berbi Gola Wanê diherike. Beriya Serhildanên Agirî girêdayî bajarê Agirî bû, piştî têk çûyîna kurdên Agirî, navçe ji wanê ve hate girêdan Rûber 2.115km² ye. Hejmara niştecihên navendê 78.397 û bi giştî jî 145.229 e. 2 nehiye 85 gund û 39 mezre girêdayî navçeyê ne. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî bazirganî jî pêşketiye. Mezintirîn navçeya Wanê ye.
Di qeydên dîrokî de wekî Erdîş, Ardaş, Arzaş, Arzaşkû derbasdibe. Gel ji Kurdan pêk tê. Herwekî hin koçberên ku dewleta Tirk bicihkirine jî henin.
Li gor lêkolîner Kerem Serhedî navê navçeyê ji Erdeşêrê kurê Babik tê, ku li wir Kela Zirnekolê heye.
Li navçeyê Keleha Aganîs jî hebûye, keleheke biçûk bûye, cihê ermenan bûye. Lê li gor Kerem Serhedî ew der jî di nav Gola Wanê de maye.
Li navçeyê Geliyê Zîlan bi navê Şarê Baz gundek heye, ji aliyê Bazê kurê Dostik ve hatiye avakirin. Evliya Çelebi di seyehetnameya xwe de behsa medrese, mizgeft û hemamên wê dike. Niha gund e.
[1] ⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!