🏠 开始
发送
کوردیی ناوەڕاست
Kurmancî - Kurdîy Bakûr
English
کرمانجی - کوردیی باکوور
هەورامی
لەکی
Kurdîy Nawerast - Latînî
عربي
فارسی
Türkçe
עברית
Ελληνική
Française
Deutsch
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
联系
大约!
FacebookKurdipedia on Facebook
TwitterKurdipedia on Twitter
Dark modeDark Mode
更多
Kurdipedia
🔎 کوردیی ناوەڕاست Menu
🏠|📧|大约!|图书馆|📅
🔀 随机项目!
❓ 帮助
📏 条款使用
🔎 高级搜索
➕ 发送
🔧 工具
🏁 语言
🔑 我的帐户
✚ 新项目
👫 传记
塔拉巴尼
🏰 的地方
迪亚巴克尔
🏰 的地方
埃尔比勒
📷 图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
👫 Îbrahîm Heqî Erziromî | 小组: 传记 | 文章语言: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
⠪ Share
Facebook
Twitter
Telegram
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
📋 Copy Link to Clipboard
👍
⭐ 排名项目
⭐⭐⭐⭐⭐ 优秀
⭐⭐⭐⭐ 非常好
⭐⭐⭐ 平均
⭐⭐ 差
⭐ 坏
☰ 更多
⭐ 添加到我的收藏
💬 关于这个项目,您的评论!

✍️ 项目历史
🏷️ Metadata
RSS

📷 所选项目相关的图像搜索在谷歌!
🔎 搜索在谷歌选定的项目!
✍️✍️ 更新资料!
| 👁️‍🗨️

Îbrahîm Heqî Erziromî
Îbrahîm Heqî (z. 1702 ErzîromErzîrom − m. 1780 Tilo), astronom, sosyolog, alim û fîlozofê Îslamê yê kurd ê Erziromê ye.
Ew ji ber ku ji bajarê Erzîromê ye wek Îbrahîm Heqî Erziromî tê naskirin.
Îbrahîm Heqî di 18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzîromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniya Xwedê.
Bavê wî Mele Osman ji eşîra Hesenan bûye û bi nasnavê ”Derwêş”iyê hatiye naskirin, navê diya wî Henîfe bûye.
Mele Osman ji Pasîna çûye navçeya Tiloya Sêrtê û li wirê bûye salikê İsmail Feqirulah, li wirê ketiye silûkê. Piştre kurê wî Îbrahîm Heqî û birayê wî Mele Elî jî çûne Tiloyê.
Li Tiloyê bi aliyê rojhilat tirbeya wî disekine. Li wir seyde û xazurê wî Şêx Îsmaîl tirbe jê re çêkiriye. Şêx Îsmaîl şêxê qadiriyan bû. Tê gotin ku tirbeya wî di sala 1660î de çêkiriye. Şêx Îsmaîl ji di navbera 1657 û 1734an de jîn bûya. Li cem tirbeyê tirbeyeke dî ji heye. Ew ji ya Zemzema Hasa (1767-1852) tê de ye, keça Şêx Mistefayê Fanî ye, Xatûna Şêx Menduha. Jê re Şahê Şaha jî tê gotin.
Di deme xwe de pir mazin bûye. Li herêmê medreseyeke ji avakiriye û tê de fêr daya. Îbrahîm Heqî li ser astronomiyê xwedî zanist bû. Di pirtûka wî de ku bi navê Marîfetê de li ser kule bi avakrinê prizma ku hatî çêkirin de tîrêj di buhurin cihê têde rohnî dikin. Her sal di 21 Adarê kiriya ku rohnî bibe. li ser kozmolojiyê ji xurt bûya. Hê ji hinek aletên wî yên ku ji bo vê yekê bi kar dianîn li cihê wî, li Sêrtê dimênin.
Berhemên Îbrahîm Heqî
Merîfetname (Marîfetê)
Mecmuatul Maani
Meşariku'l Yûh
Sefinetur Ruh
Kenzul Futuh
Urvetul Îslam
Hey'etul Îslam
Tuhfetul Kîram[1]
..
ÎBRAHÎM HEQÊ ERZEROMÎ
(1703-1780)
Gelek zanayên Kurd hene ku mora xwe li mêjû xistine, lê mixabin Kurd wan rind nanasin. Yek ji wan zanayên derdemî jî Îbrahîm Heqî Erzeromî ye. Derbarê gorbihişt Îbrahîmî de, çavkaniyeke Swêdî diyar kiriye ku ew roja
18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzeromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniyaXwedê.
Bavê wî mele Osman ji eşîra Hesenan bûye û bi nasnavê ”Derwêş”iyê hatiye naskirin, navê diya wî
Henîfe bûye.
Mele Osman ji Pasîna çûye navçeya Tiloya Sêrtê û li wirê bûye salikê İsmail Feqirulah, li wirê ketiye silûkê. Piştre kurê wî Îbrahîm Heqî û birayê wî Mele Elî jî çûne Tiloyê.
Îbrahîm Heqî li Tiloyê bûye şagirdê İsmail Feqîrulah û li ba wî xwendiye, gelek berepêş çûye, di zanista olî de xasma Hedîs, Fiqh, Tesewuf, edebiyar, psîkolojî, sosyolojî, tib, astronomîyê de têr dagirtî û kame bûye. Ji ber hindê jê re nasnavê Zulcenaheyn ango xwedanê du peran, hatiye gotin. Dersdarê wî xelîfetiya terîqetê dayê, piştre keça xwe Fatîmeyê jî lê mehr kiriye.
Piştî wefata Îsmaîl Feqîrulah, Îbrahîm Heqî Erzeromî li ser rêçika dersdarê xwe hetanî dawiya jiya xwe domandiye. Dema wefat kiriye, li Tiloyê di binê kumbeta ku wî ji dersdarê xwe re çêkiribû de li ber lingê wî hatiye veşartin.
Ew kumbeda ku Îbrahîm Heqî Erzeromî çêkiriye, hinek ji navçeya Tiloyê dûr e. Erzeromî kulekeke wisan çêkiriye ku roja Newrozê (21ê Adarê) tîrêjên rojê di nava tariya kumbedê de diçin xwe digehînin kêlika li ber serê
Feqîrulahî.
Îbrahîm Heqî Erzeromî gotiye: ”Ew roja ku di serê salê de (roja Nerozê) ger serê gora seydayê min ruhnî neke, ez ê çi jê bikim?” Lê mixabin dewletê xwest ku wê hunera teknîkî ya zanayê Kurd ku zanistmendên dinyayê lê heta niha jî şaş mane, xirakir û ew bergê tîrêjên rojê, taybetmendiya xwe ya berê wenda kiriye.
Ew 58 berhemên Îbrahîm Heqî Erzeromî ku nivîsîne, ev in li jêrê:
1- Seyr-u Sulûk, 1722 li ser tesewufê ye.
2- Sulûku Terîqet-ul Fen, 1726.
3- Lub-ul Kutûb, 1740, 4 cild e, helbest.
4- Tecwîd, 1749.
5- Seetname, 1750 li ser tewrên zeman û usûla wê.
6- Tertîb –ul Ulûm, 1751.
7- Menazîl-ul-Qemer, 1752, Behsa demsal û mehan dike.
8- İhtiyarat-ul Qemer, 1752, behsa exteran (planet) dike.
9- GurrName, 1752, behsa hesabkirina salnameyê dike.
10-RojName, 1752.
11-Divana İlahîname, 1755, tesewuf.
12- Mexzen-ul Esrar, 1755, tesewuf.
13-Me´rifetname, 1757, astronom, anatomî, geometrî, psîkolojî û
edebiyat.
14- Tezkîret-ul Ehbab, 1757.
15-Mecmu´et-ul Îrfanniye, 1761, tesewuf.
16-Mecmu´et-ul Însaniye, 1763.
17-Hisn-ul-Arifîn, 1765, eşkerekjirina tiştên nihênî.
18-Vesletname, 1765.
19- Mîrat-ul-Kewneyn, 1765.
19-Quwetîcan, 1765.
20-Noşîcan, 1765.
21-Mecmuat-ul-Me´anî, 1765.
22-Rub´ul Muceyeb, 1765. Çixêzên li ser topa dinyayê û ferqa di navbera
demên saetê yên welatan.
23- Tuhfet-ul-Kîram, 1766
24- Celal-ul-Qulûb, 1766.
25-El-Însan-ul Kamil, 1766.
26- Nuhbet-ul-Kelam, 1768.
27- Meşarik-ul Yuh, 1771.
28- Ewamil û Qewaîd-ul Farisîye.
29-Sefînetun-Nuh, 1773, li ser keştiya Nûh Pêxember
30- Kenz-ul-Futûh, 1774, tesewuf.
31-Defineturruh, 1775.
32-Kitab-ul Alem, 1775.
33-RuhuşŞurûh.
34-Eqîdet-ul-Îman, 1777.
35-Urwet-ul-Îslam, 1777.
36-Ulfet-ul-Enam, 1777.
37-Heyet-ul-Îslam, 1777, Tefsîr û Hedîs.
38-WesyetName, 1778.
39-Murşid-ul Mute´ehîlîn.
42- Muntexebatê Manzûme, tesewuf.
43-Şukrname (spasname).
44-Îqbalname, li ser xuyê (exlaq) mirovan.
45-Îstixracê Emelê Felekiye, astronomî.
46-Sulûka Terîqa Nexşebendî, tewr û mercên rêçika Nexşebendî.
47- Ediyeya Mensûre.
48- Şifa-ul Sudûr.
49-´Uzletname.
50-Ulfet-ul-Qulûb.
51- Menqûbusir.
52- Nefy-ul Wucûd.
53- Wehdetname.
54- Teferrucame.
55- Manzumeya Ewamil.
56- Sir-ul Sir.
57- Kelîmatu Feqîirulah.
58-Lubb-ul Lub.
Ev 58 berhemên ku li jorê hatine nivîsandin, ew in ku têne naskirin. Lê belê ev berhemên li jêrê jî tê gotin ku yên gorbihişt Îbrahîm Hakî Erzeromî ne:
– Îrfaniye, 1761.
– Însaniye, 1763.
– Mecmuat-ul Manî, di 1765.
– DIWANa helbestan, di 1775.
Bi hêviya ku ciwanên me lêkolîn li ser zatên wisa bikin û wan derxin ber ruhniya roja zanistiyê.[2]

⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
#️ HashTag
#Erzîrom |


🗄 来源
[1] 📡 | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr | ku.wikipedia
[2] ⚫ | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr | Zeynelabidin Zinar
📚 相关文件: 1
🖇 挂钩项目: 4
📷 图像和说明
1.👁️Tirbeya Îbrahîm Heqî Erziromî, li Tiloyê.
📅 日期与活动
1.👁️18-04-1703
2.👁️22-06-1780
🏰 的地方
1.👁️Erzîrom
📂[ 更多...]

⁉️ 项目物业
🏷️ 小组: 👫 传记
📅 Date of Birth: 18-04-1703
📅 Date of Death: 22-06-1780 (77 年份的)
🎓 Education:
👫 人键: 📿 宗教
👫 人键: ✍ 作家
🏙 城市: ⚪ Arzurom
⚤ 性别: 👨 男
🗺 普罗旺斯: ⬆️ 北库尔德斯坦

⁉️ Technical Metadata
✨ 项目质量: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
👎
✖️
 40%-49%
✖️
 50%-59%
✔️
 60%-69%
平均
✔️
 70%-79%
非常好
✔️
 80%-89%
非常好👍
✔️
 90%-99%
优秀👏
99%
✔️
添加(M. B.)Oct 19 2018 9:32AM
👌 本文已被审查并发布(Ziryan Serçinarî)onOct 19 2018 9:08PM
✍️ 此产品最近更新(Hawrê Baxewan):Feb 4 2019 12:46AM
☁️ URL
🔗
🔗
⚠️ 此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
👁 此产品已被浏览1,782

📚 Attached files - Version
类型 Version 💾📖🕒📅 👫 编者名称
📷 照片文件 1.0.116 KB Oct 19 2018 9:40AMM. B.
📚 图书馆
  📖 更多...


📅 大事年表
  🗓️ 06-05-2021
  🗓️ 05-05-2021
  🗓️ 04-05-2021
  🗓️ 03-05-2021
  🗓️ 02-05-2021
  🗓️ 01-05-2021
  🗓️ 30-04-2021


💳 捐赠
👫 Kurdipedia成员
💬 你的反馈
⭐ 用户集合
📊 统计属性 文章 382,800
图片 62,942
书籍 11,988
相关文件 50,481
📼 Video 200
🗄 来源 16,137
📌 Actual
塔拉巴尼
...
塔拉巴尼
迪亚巴克尔
...
迪亚巴克尔
埃尔比勒
...
埃尔比勒
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
...
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2021) version: 13.05
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| 页面生成时间:秒!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293


Kurdipedia Project is an initiative of
(Bakhawan Software 1998 - 2021)