Stewr yan jî Stewrê
Stewr yan jî Stewrê (bi tirkî: Savur) yek ji navçeyên
MêrdînMêrdînê ye. 47km ji Mêrdînê dûr e. Gorî hejmartinên fermî yê sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 11.240 û ya gundên jî 29.866 e. Aborîya herêmê piranî li ser çandiniyê ye. Sala 2005´î li herêmê karistanek xemrê avabûye. 3 şaredarî, 33 gund û 1 mezre girêdayî Stewrê ne.
Dîrok
Bingeha navçeyê gelek kevn e. Di qeydên dîrokî de navê Stewrê wekî, Stûr, Staûras, Sauras, Ştarû, Şarû derbasdibe. Herêm him di dîroka Kurdan, him jî di ya Asûrîyan de cihekê girîng digire. Di sala 1930 de li Stewrê serhildanên mezin li dijî Komara Tirkiyê tê sazkirin. Mala Hamo ji Birîva benda derewerya li dijî dewleta Tirk serîhildane û ji bo mafê Kurd û Asûriyan têkoşîne. Lê serhildan têkçûye û dewletê pêkutiyên mezin li gelên herêmê kiriye.
[1] ⚠️ Dette produktet har blitt skrevet på et språk (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!