Nêr cîqek nêçîr kirî ye
Başok , başîq , başû, başe an waşe (Accipiter nisus), cureyekî balindeyên dirende yên rojger ên biçûk in ku ji cinsê bazan (Accipiter) û ji famîleya baziyan (Accipiteridae) e.
Belavbûna erdnîgarî
Başok li parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê têne dîtin. Li gorî taksonomiya wan başok di demsala zivistanê de serdana çar parçeyên Kurdistanê dikin.
Şayes
Rengê beşên banî yên başokê nêr hêşîn û boz û yê beşên binî pirtqalî û xêzdar in. Rengê başokê mê û çêlikan qehweyî û qehweyiya wan xêzdar e li beşên binî. Bi qasî 25% laşê başokên mê ji yên nêr girstir in. Giraniya başokên nêr di navbera 110-146 g e û giraniyê yên mê nêzî 185-342 g e. Dirêjiya yên nêr bê baskan di navbera 29-34 cm û dirêjiya yên mê bê baskan di navbera 35-41 cm ye. Dirêjiya baskên nêran di navbera 59-64 cm û yê mêyan bi qasî 67-80 cm ye. Serên başokan biçûk e û baskên wan kurt in ku bi dûvikên dirêj gihandî ne bi şêweyekî çar goşeyan ser banî van dûvîkan.
Reftar
Nêçîrkirin û xwarin
Başok balindeyekî dirende û goştxwer e. Başok nêçîra balindeyên daristanan ên weke cîq, koterî, beytik û gelek din dike. Lê başok dikare balindeyên girs û girantir bikuje. Başok dikare mêş û mûr, guhandarên biçûk, bejavok, candek an laşê rawirên mirî û xijendeyên wekî mar û qirtîşan bixwe
[1] ⚠️ 注: Kurdipedia要收集所有方言的“所有”库尔德单词和短语。请帮助Kurdipedia ...
⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!