Çewlîg
Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya bakurê Kurdistanê ye.
Nav
Navê herî kevn yê bajar Srmanc e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî Çebexçûr e, di Încîlê de maneya wî tê ava paqij yan jî ava cennet (bihuşt) ê. Nahrî jî navek din yê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye.
Dîrok
Kronolojî
200 dema aramiyan
800 dema asûriyan
200 dema hukumdarî ya arasiyan
38 dema romayiyan
Piştî zayînê:
395 dema bîzansiyan
636 dema ereban
1230 dema selçûqiyan
1243 dema moxolan
1515 dema osmaniyan
Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.
Serjimarî û Navçeyên Bajêr (
2013)
Çewlîg an Çolig (navend) (Bingöl), 143.624
Azaxpêrt an Azarpêrte (Adaklı), 9.445
Darahênê an bi zazakî Dara Hêni (Genç), 35.958
Kanî Reş (Karlıova), 32.212
Kêxî an Gêẍiye (Kiği), 5.500
Bongilan (Solhan), 33.535
Xorxol (Yayladere), 2.144
Çêrme (Yedisu), 3.096
Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e.
Çand û huner
Ol û civak:
Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.
Xwarinên herêmê
Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî nanê sêlê dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. Avsîrk û keşkeh xwarinên naskirî yên herêmê ne.
Kincên herêmê
Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin kofî (ku bi perên hesin xemilkirî ne) didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.
[1] ⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!