ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 514,821
画像 104,272
書籍 18,883
関連ファイル 94,713
Video 1,232
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English1
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
クルド文書

21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
クルド文書

21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mitîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21´ê Sibata 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’ de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ ê sibatê de tê pîrozkirin.
Zimanê ku bi taybetî mirov ji dayîka xwe û civaka mirov tê de dijî dibîhîze û fêr dibe, re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pêwiîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Kurd bi kurdî, Tirk bi tirkî, Faris bi farisî û Ereb jî bi erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.
Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500, li Tirkîyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî ye,
Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jîyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin.
Bi sedsalan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin (asîmîlasyon) û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê ez li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînim. Kurdî çi qas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin.
Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, birêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin.
Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye.
Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin.
Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnare û berxwedêr e. Bi hezaran sal in, çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên dagirkeran da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin dîsa wek li Efrînê Kurd û Kurdistan bûye hedefa êrîşên hovane ên dewleta Tirk. Di roja pîrozkirina zimanê dayikê de zarokên Kurd ji ber êrîşên hovan nikarin perwerdeya zimanê dayika xwe bibînin û dayikên wan jî bi bombeyên hovan tên kuştin.
Wîna berxwedana ziman û çanda Kurd, îro li Efrînê li Çiyayê Kurmênc wek her dem û zimanê kurdî bi lerhengî li berxwe dide. Me do li berxwe da, îro em liber xwe didin û sibê jî em ê liber xwe dibin û serforaz bibîn. Hêza berxwedan û lehengiya Kurd ji hemû hêzên dagirker, qirêj û derî mirovane bihêztir e!
Bi vê bîr û baweriyê em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li Gelên Kurdistanê pîroz dikin.
Her bijî Zimanê Dayîkê!
Her bijî berxwedana Efrînê!
Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNKê
#21-02-2018#
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは4,516表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 5
グループ: クルド文書
Publication date: 21-02-2018 (6 年)
Document style: No specified T4 547
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス:
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 90%
90%
は、 ( نالیا ئیبراهیم 08-04-2018上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 08-04-2018
最近の( هاوڕێ باخەوان )によって更新この商品: 08-04-2018
URL
このアイテムは4,516表示された回数

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 514,821
画像 104,272
書籍 18,883
関連ファイル 94,713
Video 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.312 秒(秒) !