图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,467
书籍 19,249
相关文件 96,909
Video 1,379
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji Bo Berxwedana Efrînê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji Bo Berxwedana Efrînê

Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji Bo Berxwedana Efrînê
HELWESTNAME
Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji Bo Berxwedana Efrînê
Em nûnerên dehan partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî, ji hemî pîşeyan (meslekan) sedan kesayetên serbixwe (Parlamenter, Nivîskar, Hunermend, Ronakbîr, Akademîsyen, Rojnamevan, siyasetvan) yên Kurdistanî ku em xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo xwedî derketina berxwedana Efrînê, em li Hollanda kombûn û vê banga jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dikin.
Dewleta Tirk berî 51 roja êrişî Efrînê kir. Armanca wan ji alîyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagîrkirî be.
Dewleta Tirk dijî hebûna Kurda ye, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên leşkerî nîşan dide.
Dewleta Tirk, di êrişa Eraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din yên dabirayî da piştevanîya hukumeta Bexdayê kir.
Di êriş û dagîrkerîya DAIŞê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî Kobanîyê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkarîya DAIŞê dikir.
Dewleta Tirk, dijî Kantonên Rojavaya Kurdistanê û Federasyona Demokratîk ya Sûrîyeya Bakur, ji sêrî were di pozisyona êrişkar da ye. Herweha li başûra Kurdistanê jî dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û dijê deskeftîyên gelê me kar tîne. Niha disa jî li hukumeta Bexdayê re tifaqan çêdike dakû erîşê Başûrê Kurdistanê bike.
Herî dawîyê jî êrişî Efrînê kir û niha gelek deverên Efrînê dagîr kirine. Di vê êrîşê de dewleta Tirk, hêzên girêdayî El Kaîde û bermayên DAIŞê bi hevre ne û bêyî rawestan Efrînê bombarduman dikin. Heta niha piranîya wan jin-zarok-kal-pîr bi sedan kes kuştine, sedan kes jî birîndar kirine.
Lê belê, xelkê Efrînê, di sêrî da YPG, YPJ, hêzên QSDê û hemû hêzên din yên parastinê berxwedaneke xurt nîşan didin. Herweha xelkê sivîl jî mil bi milê hêzên leşkerî welatê xwe diparêzin.
Xelkê Kurdistanê, Kurdên dîasporayê pêkve li ser pêya ne û piştevanîya berxwedan û parastina Efrînê dikin.
Herwisa dostên gelê Kurdistanê jî destekeke baş didine parastina Efrînê.
Lê eve hemû têrê nakin. Divêt di bizava parastina Efrînê da piştevanîyeke hêj mezintir û xurttir bête organîze kirin.
Ji bo vê jî di sêrî da divêt dînamîkên navxweyî aktîv bin û di dereceya herî bilind da zirhekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora Efrînê vehûnin.
Efrîn li dawîya tixûbê rojavaya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji Dêrikê heta Efrînê rojavaya Kurdistanê kirîye hedefa dagîrîya xwe. Ji ber hindê wijdana neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê divêt di Efrînê da xwe nîşan bide. Dilê hemû Kurd û Kurdistanîyan divêt di Efrînê da lêbide. Di parastina Efrînê da bedelên giran têne dan. Lê heke tifaqa mezin pêkbêt Efrîn dê zûtir serbikeve. Konjonktur di lehê Kurdistanê da ye. Neteweyê Kurd dikare vê rewşa Efrînê vegerîne dereceya serkevtinê. Serkevtina Efrînê dê derîyên nû li ber azadîya Kurdistanê veke.
Ji bo vê armancê divêt hemû hêzên polîtîk, hemû organîzasyonên sivîl û demokratîk, hemû Kurdistanî li ser esasê berjewendîyên neteweyî û niştimanî yêkîtîyeke hind mezin ava bikin ku eve bibe zemînê herî xurt beramberî dagîrkerîya dijminan. Helwesta yekgirtî dikare bêdengîya aktorên sîyasî yên navdewletî jî biguhere.
Efrîn di vê roja tengavîyê da tiştekê ji neteweyê xwe dixwaze ew jî yêkbûn e, tifaqa herî mezin ya navxweyî ye. Kurd û Kurdistanî divêt vê xwezî û daxwaza Efrînê bînin cih û bi tifaqî biçine hawara Efrînê. Efrîn hêvîya vê tevgerê ye.
Kombûna Helwesta Neteweyî ya Efrînê, bi giringî û lezîn vê bangê dide xelkên Kurdistanê û dinyaya humanîter û demokratîk:
1. Bêtifaqîya navxweyî ya Kurdistanîyan çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Eve herî dawîyê di rewşa Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkevtina navxweyî vedike ku eve di parastin û serkevtina Kobanîyê da hate dîtin. Lewma tifaqa navxweyî şertê man û nemanê ye û divêt di bextê Efrînê da pêkbêt. Ji bo vê armanca mezin Platforma Xwediderketina Efrînê îro bi tevlîbûna dînamîkên nû yên Kurdistanî firehtir bûye û hêzên Kurdistanî ji hemî deman zêdetir nîzingê hev bûne.
2. Di vê bizava parastina Efrînê da li Kurdistanê, li meydanên dîasporayê piştevanîyeke xurt ya bi koordîne divêt bête kirin û bi germahîya giyanê parastina Kobanîyê, dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrînê dengê xwe tevî dengê Efrînê bikin. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat divêt xebateke xurt ya dîplomasîyê ya hevgirtî ya neteweyî û niştimanî bête kirin.
3. Ji bo rawestandina êrişa dewleta Tirk ya li ser Efrînê û bi cih anîna biryara Konseya Ewlekarîyê ya UNê ya li ser agirbesta Sûrîyeyê, divêt giranahîyeke xurt bête nîşandan.
4. UN divêt li biryara xwe xwudan derkeve û bi giringî û ciddî li ser pirsa agirbesta Sûrîyeyê raweste ku di pratîkê da bête bi cih anîn û encamgir be.
5. Amerîka [USA], NATO, Yêkîtîya Erûpayê û Koalîsyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê, divêt bi aktîvî li ser pirsa Efrînê rawestin û giranahîya xwe ya li ser dewleta Tirk nîşan bidin ku zûtirîn dem ji Efrînê derkeve.
6. Em helwesta Rusya ya li ser rewşa Erînê şemezar dikin. Rûsya divêt siyaseta xwe ya derbarê Efrînê da biguhere, qada hewayî ya Sûrîyeyê li ber firokeyên şerî yên dewleta Tirk bigire û êrişkarîya wan li ser Efrînê rawestîne.
7. Dewleta Sûrîyeyê dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrînê divêt nerazîbûna xwe bi dengekî bilind nîşan bide û digel rêvebirîya Kantona Efrînê peymanê çêbike û di parastina Efrînê da mil bi milê xelkê Efrînê û hêzên asayişa navçeyê cih bigire. Dewleta Sûrîyê endamê UNê ye, pewîste hemî mekanîzmayên navneteweyî bixebitîne û pêşîya dagirkerîya dewleta Tirk bigre.
8. Yêkîtîya Dewletên Erebî divêt êrîş û dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrîn û Sûrîyeyê şermizar bike û ji bo derketina wan ji nav tixûbên dewleta Sûrîyeyê tedbîrên pratîk bistîne.
9. Dewleta Tirk bi pratîka xwe ya şerxwaz û êrişkar, şerê dijê DAIŞê lewaz dike, aştî û istikrara rojhilatanavîn û ewlekarîya dinyayê diavêje nav êgir. Lewma dinya divêt dijî vê şerxwazîya dewleta Tirk pozisyoneke xurt bistîne û bi tifaqî rê li ber vê dewleta hov bigire.
10. UN di qetlîama Cizîr û bajarên din yên bakura Kurdistanê da bêdeng ma lewma îro dewleta Tirk gelek rehet êrişî Efrînê dike. Ew hêzên taybetî yên leşkerî yên ku Cizîr kavil û wêran kirî îro ji bo Efrînê hatine rêkirin ku eynî tiştî bikin. Lewma UN divêt bi aktîvî li ser pirsa Efrînê raweste û beramberî êriş û dagîrkerîya dewleta Tirk gelek lezîn biryarên encamgir bistîne ku Efrîn nebe Cizîreke nû.
11. Em bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dikin û dibêjin “heta niha we helwestek baş nîşan da, hêvîya me ewe hûn vê helwesta xwe berdewam bikin û bi xurttir nîşan bidin. Pêwîstîya gelê Efrînê bi pişgirtina we heye”.
12. Em daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistan dikin muameleyên aborî li gel Turkîyê nekin, turîzma Turkîyê boykot bikin.
13. Kombûn ji bo xwedî derketina berxwedana Efrînê, ji 12ê Adarê pêve banga seferberîya neteweyî radighîne û bang li Kurdistanîyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê di nava çalakîyan de cihê xwe bigrin.
14. Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, helwesta xwe ya neteweyî û niştimanî ji bo xwedîderketina Efrînê careke din dubare dikin û dibêjin “Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî imkanên xwe xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. Herweha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayet yên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin”.
Kombûna Helwesta Neteweyî ya Efrînê
#11-03-2018#
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,873
HashTag
来源
挂钩项目: 11
Publication date: 11-03-2018 (6 年份的)
Document style: No specified T4 547
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( نالیا ئیبراهیم 12-03-2018
本文已被审查并发布( سەریاس ئەحمەد )on12-03-2018
此产品最近更新( نالیا ئیبراهیم ):12-03-2018
URL
此产品已被浏览3,873
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.177 KB 13-03-2018 نالیا ئیبراهیمن.ئـ.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,467
书籍 19,249
相关文件 96,909
Video 1,379
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!