Agirî
Navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye.
Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî Kuhî Nûr yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî Masîs, bi zimanê erebî jî jê re Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek Ağrı hatiye guhertin.
Bajarê Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê agir î kurdî ye. navê agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr.
Dîrok
Kronolojî
Berî Îsa (Zayîn)
1340 - 1200 Dema hûriyan
1200 - 600 Medeniyeta Ûrartûyan
331 Dema Mekodoniyan
Pishtî Îsa(Zayîn)
339 Dema Bîzansiyan
750 Dema Ebasiyan
1102 Dema Selçûkiyan
1514 Dema Osmaniyan
Erdnîgarî
Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.
Av Uhewa
Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.
Deşt û Zozan
Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî Deşta Patnos û Giyadînê ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.
Çiya
Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.
Çem û gol
Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.
⚠️ Este artículo ha sido escrito en (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!