Di sedsala 21ê de şoreşa Kurd
...Di sedsale 21'ê de şoreşa kurd: rojava (ango, Di sedsala 21ê de şoreşa kurd: rojava), navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, li ser bûyîna şoreşa kurd a li rojavayê ye. Di pirtûkê de, demên pêşî ên berî zayînê ên civate kurd û li Kurdistanê dem bi dem tên ser ziman. Pirtûk, bi dîroka Kurdistanê re civata kurd, dem bi dem bi pêşketinên wê ên bi dîrokê re tîne ser ziman. Gav bi gav, civata kurd, bi kîjan pêşketinan hat û gihişt wê asta ku karibê wê şoreşê bike tê ser ziman. Temenê wê ê dîrokî, têgihiştinî û felsefî têne ser ziman.
Di pirtûkê de, em bi hebûna civata kurd û pêşketina wê re aliyekî giring ê vê şoreşa kurd ku di sedsala 21´ê de dibê dibînin. Nivîskarê pirtûkê Yigit, di destpêka pêşgotina pirtûkê de li ser pirtûkê van gotinan dibêje: Di sadsale 21´ê de, şoreşa kurd, pêk tê. Ev şoreş, şoreşek civatî, ahlaqî, dîrokî û têgihiştinî ya. Ku em bahse şoreşa kurd bikin, divê ku em bibêjin ku bi teybetî, wê bandûra wê li ser rojhilat û giştîya wê hebe. Li ser sîyeseta cihanê wê bandûra wê hebe. Bêgûman, wê di demên pêş de, li ser wan alî û pêşketinên ku bi wê re rûbidin, wê pirr berhemên girahbûha jî wê werina nivîsandin. Li vir, min, pêşî ji aliyê dîrok û hebûn û pêşketina civate kurd ve şoreşa rojavayê kurdistanê di temenê pêşketina civate û giştîya wê de hilde li dest
⚠️ تێبینی: ئەم پەڕتووکە فایلی پی دی ئێفی لەگەڵدا نییە، تکایە یارمەتیی کوردیپێدیا بدە بۆ بەدەستهێنانی!. 📕 ناردنی پەڕتووک⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!