Colemêrg
Colemêrg (1928: Tcheulémérque; 1946: Hakkâri; bi tirkî:
HakkariHakkari) navê navçe û bajarekî Botanê، di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav
sînorên Komara Tirkiyêyê de ye.
Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî tê gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navên gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekariyê bûye، lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêman diçêbe. Herêm û bajarên girêdayê bi wê mîrgehê re ewe ne: Şikeftan، Şîwelan، Masero، Siwartan، Kemerburc، Şîno (Colemêrg)، Çal،Sindî،Ertoşî، Teyara Jêr û Teyara Jor، Hemîdiye (Xoşab)، Gever (Bajêrgeh-Duz)، Oramar، Şemsdînan، Elkê (Beytuşebab)، Şatax، Mikis، Wan، Karçîkan، Norduz، Ebaxa، Mehmûdiye (Saray)، Xavasor، Arçak، Tîmar û Esporkan Erdîş، Bergîrî، Duzespî، Eleşgirt، Menapert، Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorên Hekariyê carcar li wan herêmêe bas lê hatiye kirî kêmtir bûn.
Şerefname dibêje damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezin ê kurdan Selahedîn Eyubî de bûye. Paşî Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218an a zayînî, Hekarî ketiye bin destê Melik Adili.
Yekmîn mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê dike Yezdan Şêre (ku bi erebî Izedîn Şêr tê gotin), ku kelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387an a zayînî yê girtin.
Di navbenda sala 1460 û 1465an a zayînî de Qere Qoyûnliyan Hekarî dagîr kirin û mîrên Hekariyê li hikum êxistên û mîretî dane malbata kurdên donbulî. Bi gotina Ensîklopediya îslamê, dombuliyan, bi harîkariya Aqqoyûnliyan, keleha Bayê li Şemsdînan li gel beşek Hekariyê girtine bin destê xwe.
Hinek têcirên asuriyên Hekariyê ciwab dane yek li zelamên binemala mîrên Hekariyê bi navê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji kurdan berhev kiribû û çûbû xizmeta hakimê Misrê. Mîr Esededîn vegeriya Hekariyê û mîretî bi şer li Donbuliyan wergirt û carek dî mîretiya bav û bapîra bi dest îna. Ewê binemalê paşî hingî navê Şembo girte xwe.
Li dewrê Têymur Lengî Diyarbekir girtî, ewî kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekariyê. Nikitine li wê baweriyê ye ku ewî Qere Osmanî li gel kiçe kurdekê li binamala mîrên Hekariyê dawet kir û bû sebeba serkevta wê binemalê.
Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokên Şembo (mîrê Hekariyê) li keleha Bayê li Şemsdînan, dijîn û hikum dikirin.
Ewê binemalê heta nîva sedsalên 19an zayînî li Hekarî û Elbakê hikum yê kirî. Mîrê herê dawiyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wî tê kirin. Nûrula Beg paşî birayê xwe dibe Mîrê Hekariyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguhere Elbakê.
Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtiyên Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bi gotina misiyonerên emrîkî, li wî dewrî, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrên Hekariyê gelek li mîrên Botanê bi hêztir bûne.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!