Medreseya Zincîriyeyê
(Sincariyeyê)
Wisan tê hezirkirin ku ev medrese li heyama hukimdarê eyûbî Melik Salih Necmedîn, di 1198’an de hatiye çêkirin. Li gorî nivîsteka li ser dîwarê aliyê rojavayê başûr ê medreseyê, mîmarê wê Îsa Ebû Dîrhem e. Ewliya Çelebî gava ji vê medreseyê behs dike, dibeje ku “Di nav aliman de xwedî payeyê ye.” Planê Medreseya Zincîriyeyê, nimûneyeke berbiçav a medreseyên herêmê ye. Di navbera wê û Mizgefta Mezin de pêwendiyên kemerdar hene. Di nav koma medreseyên vekirî de, ji nimûneyên tekqatî û yan jî du eywanî ye. Mîna Medreseya Mesûdiyeyê, avahiyeke wisan e ku kuliyeya Mizgefta Mezin temam dike.
Medreseya Zincîriyeyê, di sala 1934’an de hatiye restorekirin û heta 1985’an jî wek Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê hatiye bikaranîn. Niha ev der cihê Kursa Hafizên Quranê ya Keçikan a Şevînî (leylî) ye ku li ser Muftîtiya Navçeya Sûrê ye.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data |
🏷️ پۆل: | 💎 شوێنەوار و کۆنینە |
🏳️ زمانی بابەت: | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr |
🏙 شار و شارۆچکەکان | 🔘 ئامەد |
🗺 وڵات - هەرێم | ⬆️ باکووری کوردستان |
|
|
📷 فایلی وێنە |
1.0.1 | 34 KB |
| |
Jun 17 2017 2:48AM | مانو بەرزنجی |