Pira Neqeba Deveyan
Pira Neqeba Deveyan
Pir 20 km li bakurê Amedê, li ser riya Erxeniyê û Çemê Neqeba Deveyan e. Li aliyê beşa başûrê pirê sê kîtabe hene. Li gorî agahiya di kîtabeyê de; pir li sala 1218’an, di heyama Melîk Salih Nesredîn Mehmûd de, bi awayê heft çavî, bi kemerên tûjikî û hemû ji kevirên bazalt ên birandî hatiye çêkirin. Di sala 1972’yan de pir temîr bûye.