Alî Gurdilî
Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980î de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê deh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite.
Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovarên weke Kovara W, Kovara Felsefevan, Tîroj, Kovara Ajda û Kovara Xwenas de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî û bavê du zarokan e. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malpera Felsefevane û di malpera Netkurdê de qunciknivîskariyê dike.
⚠️ 此项目已被写入(🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr)的语言,点击图标
,以在原来的语言打开的项目!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!