Erzîrom
Erzêrom bajarekî bakurê Kurdistanê.
Navê bajêr yê kevn wek Arze di çavkaniyên asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê wek Karin، Karama، Karnoi، Karantis derbas dibû. Dema osmaniyan de nav wek Erzê Rom û Erzen Rum û Erzen ur-Rum û Erzn-i Rum hatiye guhertin(çavkanî pêwîst e) û ew tê maneya Axa Roman، Arz bi erebî Axa Kurdî yê. Bi Kurdî navê Erzêrom ji tê wateya Sinorê Roman، erz(Binêre: Merz) + rom.
Dîrok
Bajarê Erziromê li ser riya karwan û koçberan hatiye avakirin. Di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re şûnwarî kiriye û bûye hêlîn. Gelek şer û ceng li ser vê axê hatine kirin. Ji destpêka dîrokê heta niha ûrartû، kîmer، îskît، med، pers، part، roman، bîzans، sasanî، ereb، selçûqî، mogol، sefawî، osmanî û ûris (rûs) li vir bi cih û war bûne.
Li gorî çavkaniyên dîrokê yên Misrê berî zayînê di navbera 2000 û 1200 salan de li Erziromê û derdorê Erziromê horî û muşkî hatine bicihbûn. Piştre، ûrartû، berî zayînê di sedsala 7'an de hatine li Erzirome bi cih bûn. Piştre asûrî hatine li derdorê çemê Arasê bi cih bûn û Erzirom dagirkirin. Ûrartuyên ku li hemberî asûriyan têkoşînek dijwar dan، li hemerî îskîtan têk çûn. Serdemekê ermenî hatine li vir bi cih bûn. Berî zayînê di sedsala 5'an med hatin li vir bi cih bûn. Med demek dirêj li vir man û Erzirom dagir kir. Piştî medan li dijî îskîtan şerekî dijwar meşand û îskît li ser vê axê paqij kirin، li dijî persan têk çûn.
Paşayê persan 2'emîn Kîros berî zayînê di 555'an de hat herêma Erziromê û dawî li serdestiya medan anî. Piştî Kîros ermenî hatin li vir bi cih bû war bûn. Her wiha serdemekê Roma، Bîzans û piştre jî sasanî hatine vir. Sasaniyên ku ji herema Îranê hatin demekê Erzirom ji destê bîzansiyan derxistin، lê dîsa neçar man paşve vegerin. Di sala 572'yan de artêşa sasaniyan dîsa êrîşî vir kir û Keleha Erziromê dagir kir. Sasaniyan piştî şerê dijwar ê 10 salan Erzirom dagir kir. Di sala 651'an de artêşa îslamê ku ji 6 hezar leşkerî pêk dihat di bin fermandariya Habîb ibn Mesleme bi ser bajar de girt، lê têk çû. Bajarê Erziromê piştî 753'yan ket destê ermeniyan.
Bajarê Erziromê، li rojhilata Tirkiyeyê bajarê kurdan yê herî mezin e. Her wiha bajarê kurdan ê herî sar e.
Pîvana erda bajêr 25.066 km² ye. Ji vî erdî % 63،7 ji çiyan، % 4 ji deştan، % 12،2 ji zozanan û % 20،1 jî ji platoyan pêk tê. Li van erdan patatês، genim، ceh، çewdar û kixsên şekir tên çandin.
Ciyê coxrafî û hudûdên bajar
Bajar di nav parelelên 40° 57´ û 39 10´ bakûr û merîdyenên 40° 15´ û 42° 35´ rojhilat de ye. Hûdûdên bajar li bakûr bi Artvîn û Rize ve (Tirkiye)، li rojava bi Gümüşhane (Tirkiye) û Erzîngane ve، li bakur bi Bîngolê û Mûşê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê û Qersê ve tê girêden.
Çiyayên herêmê
Paltokan 3125 m، Çiya Gewrik 2053 m
Deşt، zozan û gelî(biguherîne)
Deşta Erziromê li cî yê ku bajêr lê ava bûye ye. Mezinbûna wî 520 km² ye. Dirêjahî nêzîkî 50 km û firehiya deshtê jî digêhîje 13 km yî. Ji behrê 1900 m bilind e.
Deşta Pasînê li Pasînê (Hesenqele) ye. Mezinbûna wî 420 km² ye. Dirêjbûna deştê 35 km û firehbûna wî ji 5 km ye. Bilindbûna vî yê ji behrê 1700 m ye.
Zozana Tatos (Tekmanê)، bilindbûna zozanê ji 1800 m dest pê dike heta 2500 m yî.
Gelî yên herêmê li dora çemên herêmê ne. Çorix، Tortim، Oltû û Erez hinek ji wan in.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!