🔓 چوونەژوورەوە
➕ تۆمارکردنی بابەت
⌨ کیبۆرد
📁 زۆرتر ...
کوردیپێدیا، خاوەنی سەدان هەزار بابەت و وێنە و خاوەنی هەزاران پەڕتووکە!
🏠|📧|دەربارە!|پەڕتووکخانە|📅 18-02
🏠 دەستپێک|📧 پەیوەندی|💡 دەربارە!
|
📅 ئەمڕۆ 18-02 لە مێژوودا
📅کڕۆنۆلۆژیای رووداوەکان
📅 رۆژەکان
📆18-02-2020
📆17-02-2020
📆16-02-2020
📆15-02-2020
📆14-02-2020
📆13-02-2020
📆12-02-2020
📂 زۆرتر ...
📅18 February
📝 بەڵگەنامەکان
📊 ئامار و راپرسی
✌️ شەهیدان
💚 ئەنفالکراوان
☪ قوربانیی شەڕی دەوڵەتی ئیسلامی - داعش
😞 قوربانیی شەڕی ناوخۆ
👩 قوربانیی توندوتیژی
📅 رۆژی لەدایکبوون
📅 رۆژی کۆچی دوایی
|💳 کۆمەکیارمەتیمان بدە بۆ پێکهێنانی کوردیپێدیایەکی باشتر. تەنانەت کۆمەکێکی بچووکیش دەبێتە یارمەتیدەرمان.
یارمەتیی ئێوەمان دەوێت بۆ:
* بەدەستهێنانی تەکنەلۆجیای باشتر و خێراتر...
* دانانی ئۆفیسێک بۆ رێکخراوی کوردیپێدیا لە باشووری کوردستان.
* دامەزراندنی چەند کارمەندی تایبەت بەخۆیەوە، تا بەردەوام ناوەڕۆکی کوردیپێدیا باشتر بکرێت.
|📕 پەڕتووکخانەگەورەترین و پۆلێنکراوترین پەڕتووکخانەی دیجیتاڵی کوردی! - (10,674) پەڕتووک||
👫 جەعفەری ماملێ
کوڕی سەعیدی ماملێ لە ساڵی 1941ز له شاری مەهاباد له دایکبووە، هەر له سەرەتای منداڵی باوکی لە دەست دەدات.
لەژێر سایەی براکانیدا ژیان بەسەر دەبات، بەڵام چەرخی گەردوون، ئەم بنەماڵەیە تووشێ غه مێکی دڵتەزێنتر دەکات، دوو برا گەورەی بنەماڵە واتا (کاک هاشم و کاک حسەین) له ماوەی یه ک ساڵدا به هوێ نەخوشی جوانەمەرگ دەبن مۆمی تەمنیان و چریکەی ده نگیان خاموش دەبێ.
ئەرکی سەرپەرشتی دەکەوێته ئەستوی براگەورە کاک (محەمەدی ماملێ).
به هوێ نالەباری بارودۆخی ژیان، واز لە قوتابخانه دێنێت و خوێندن بەجێ دەهێڵێت و روو
👫 جەعفەری ماملێ
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
جەعفەری ماملێ
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 بافڵ تاڵەبانی
بافڵ جەلال حیسامەدین تاڵەبانی. ساڵی 1973 لە بەغدا لەدایکبووە. بافڵ کوڕە گەورەی جەلال تاڵەبانی و هێرۆ ئیبراهیم ئەحمەدە و برای قوباد تاڵەبانییە.بەناوی بافڵەکەی چەمی رێزانەوە ناونراوە. ژیانی منداڵی و گەنجێتی لە ماڵی برایم ئەحمەدی باپیری لە بریتانیا بەسەر بردووە.
تەمەنی گەنجێتی زیاتر بە خوێندنەوە و وەرزشەوە بەسەر بردووە. هاوسەرەکەی ناوی لاڤەیە و کچی مەلا بەختیاری ئەندامی ئەنجوومەنی باڵای سیاسی یەکێتییە. کوڕ و کچێکی هەیە بەناوەکانی کۆبان و لەیلا. زۆر کەم لە تەلەفزیۆنەکانەوە دەردەکەوێت و لەبارەی ورد
👫 بافڵ تاڵەبانی
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
بافڵ تاڵەبانی
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 حەسیب ساڵح حەبیب
ئەندازیار و بەڵێندەرێکی زیرەک و ناوداری کورد بووە، نەک لەسەر ئاستی کوردستان و عیراق، بەڵکو لەسەر ئاستی خۆرهەڵاتی ناوەڕاستیش ناسراوە، شوێن پەنجەی بەدروستکردنی چەندین تەلاری بڵند و مەزن و دڵگیرەوە لەسەرانسەری عیراقدا دیارە و کە وەک سامانێکی تەلارسازیی نیشتمانی و یادگاری حەسیب ساڵح ماونەتەوە.
حەسیب ساڵح حەبیب لە12ی کانونی یەکەمی 1930 لەشاری کەرکوک لەدایک بووە و ماوەی چەند ساڵێک لە گوندی هۆمەر قەومی ناوچەی سورداش ژیاون و لە قوتابخانەی سەرەتایی لە شارەدێی سورداش خوێندوویەتی، دواتر قۆناغەکانی تری خ
👫 حەسیب ساڵح حەبیب
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
حەسیب ساڵح حەبیب
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 لاهور شێخ جەنگی - لاهور تاڵەبانی
- لاهور شێخ جەنگی، برازای جەلال تاڵەبانییە.
- ساڵی 1976 لە کۆیە لەدایک بووە.
- لە ساڵی 1988 لەگەڵ خێزانەکەی ئاوارەی ئێران بوون.
- لە ساڵی 1990 چووەتە بەریتانیا.
- چەند ساڵێک دوای راپەڕینی 1991 گەڕاوەتەوە کوردستان و لە سکرتاریەتی مام جەلال کاری کردووە.
- بەرپرسی ئاژانسی پاراستن و زانیاری/ زانیاری هەرێمی کوردستانە.
- لە کۆنگرەی چوارەمی یەکێتی بە ئەندامی ئەنجومەنی سەرکردایەتیی یەکێتی هەڵبژێردرا.
- رۆژی 18-02-2020 بە هاوسەرۆکی یەکێتی هەڵبژێردرا.
👫 لاهور شێخ جەنگی - لاهور تاڵەبانی
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
لاهور شێخ جەنگی
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
📊 بابەت 370,315 | وێنە 57,325 | پەڕتووک PDF 10,674 | فایلی پەیوەندیدار 38,718 | 📼 ڤیدیۆ 164 | 🗄 سەرچاوەکان 13,586 |
📖 ؟...We dizanibû | 🏷️ پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
di nava 40 mîlyon kurdên cihanê da tenê nasnameyên (paseport) kurdên Yekîtî Sovyeta berê da ber navê miletîyê "kurd" hatibû nivîsarê.
...di Ênsîklopêdîya Fransîyayê ya sala 1799an da hatîye nivîsar, ku Dîyarbekir paytextê Kurdistanê ye.
...ji bajarên Kurdistanê Hewlêr bajarê herî kevintirîn e û berî 6 hezar sala hatîye çêkirinê.
...anegorî malûmatîyên pirtûka zanyar A. Agayêv ”Sudibî narodov” ("Qedera gelan"), ku sala 1982an li Moskvayê ronahî dîtîye, kurdên Sovyetistana berê di hêla zêdebûna jimara binecîyên xwe va Kevnesovyetê da cîyê pêşin digirtin.
Riataza.com
...gorî encamên lêkolînên koma zanyar-gênêtîkan, ku profêsorên Ûnîvêrsîtêta Îzraêlê Ariel Oppenhaym û Marina Fetrman serokatî lê dikin, mînanîhevbûna gênêtîkî ya gelê cihû û binecîyên Kurdistana niha diha nêzîkî hevdu ne, ne ku mînanîhevbûnên di navbera cihûyan û ereban da. Û bi gotina profêsor Oppenhaym, di lêkolînên berê da hatibû destnîşankirin, ku merivatîya di navbera cihûyan û ereban da hema bêje bê şik bû. Bi bawerîya zanyaran, pêşîyên cihûyan û kurdan yek e, ku di herêmên ser sînorê Îraqê û Tirkîya niha da diman. Derheqa van lêkolînan da dikarin di hejmareke kovara American Journal of Human Genetics da bixûnin.
...akadêmîkê pir bi nav û deng N. Ya. Marr di gotara xwe ya bi sernavê ”Derheqa kemala kûltûrî ya gelê kurd di dîroka Asîya pêş da” nivîsîye: ”Pir balkêş e, ku pêşketina taybet ya çend îdêayên dînî, ku ji êzdîtîyê ketine nava dînên xaçparêzîyê û misilmanîyê, mîrata gelê kurd e. Hema bi wî awahî jî zimanê kurdî heta niha jî tesîreke mezin li ser gelên cînar dike”. Hewaskar e, ku gelek lêkolîner di wê yekê da hemfikir in, ku êzdîtî dînê kurdan yê berî îslamê ye.
...rêjîsorê kurd yê bi nav û deng Yilmaz Guney sênaryoya fîlma "Rê" li zindanê nivîsîye û ji wira jî rêjîsorî lê kirîye. Ew fîlm di fêstîvala Fransîyayê ya hemcihanê da li Kannê sala 1982an cîyê pêşin girtîye û hêjayî xelata zêr bûye. Yilmaz Guney di 110 fîlman da lîstîye, sênaryoya 53 fîlman nivîsîye, rêjîsorî li 17 fîlman kirîye, 4 roman û bi dehan serpêhatî nivîsîne. Ji 47 salên jîyana xwe 11 sal di hebsê da maye, 2 salan li girtîxaneya eskerîyê da û sê salan jî li şaristanan - Parîsê.
…tirkan çend helbestên helbestvanê kurd yê bi nav û deng Kemal Burkay kire nava “Antologîya helbestvan û nivîskarên Tirkîyê” da û bi wê yekê va qebûl kir, ku Kemal Burkay yek ji helbestvanê Tirkîyê yê herî navdar e. Pişt ra dengbêja tirkan ya navdar Sezen Aksuyê sitiraneke Kemal Burkay ya bi sernavê “Dengbêj” kire sitiran û bi wê sitiranê diha navdar bû. Niha jî kompozîtorê kurd ji Moskvayê Keremê Gerdenzerî wê helbestê dike sitiran û zûtirekê hûnê wê guhdarî bikin.
...nûnerekî ji malbeta Bedirxanîyan - Kamil beg Bedirxan Azîzî piranîya jîyana xwe li paytextê Gurcistanê, bajarê Tbîlîsîyê derbaz kirîye, di nava pêşketina çanda kurdên wira da roleke mezin lîstîye. Wî di sala 1929 da li wir dibistana kurdî vekir û bû mamostayê zimanê kurdî û tirkî. Gelek gotarên wî derheqa dîrok, çand û jîyana kurdan da hatine weşandinê. Ew merivekî zane û ronakbîrekî navdar bû, zanayê çend zimanên ewropî û rojhilatê bû. Sala1934an, gava Kamil beg ber mirinê bû, temî dide jina xwe - Margarîta Yakovlêvnayê (jina wî alman bû û di sala 1953 çû rehmetê, zarokên wan tunebûn), ku wî li Tbîlîsîyê, di nav goristana êzdîyan da binax bikin. Dostê wî – dengbêj û ronakbîrê kurd Ahmedê Şewêş Mîrazî ser kêlika wî bi sê zimanan (kurdî, tirkî, rûsî) daye nivîsarê:
Yûsuf Kamil beg Bedirxan Azîzî, 1872 – 1934.
Te bi xebat û ilmê xwe serê 10 000 kurdêd tarî minewer kir. Xebata te nayê bîrkirin.
...axa Kurdistanê weke 500 hezar kîlomêtrên çargoşe ye, ya ku beramberî axa welatên Înglîs, Îrlandîyayê, Bêlçîkayê, Hollandîyayê û Danîmarkê ye bi tevayî hildayî.
...lawê kurd, binecîyê bajarê Tbîlîsîyê (paytextê Gurcistanê) Kekoyê Beravî sala 1990î li Amêrîkayê alîyê boksê da bûye şampyonê cihanê.
...di cihanê da kurd neteweyê tek-tenê ye, ku jimara binecîyên wê digihîje 40-50 mîlyonî, ser axa kal-bavan dijî, lê bê dewlet e.
...bingehvanê edebîyeta kurdî Erebê Şemo 7 zimanan tam zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî.
...binecîya bajarê Moskvayê, keça kurdan Têlîya Efan di 14-salîya xwe da tevî 30 şagirtan çûye Amêrîkayê û bi serokkomar Bûş ra peyivîye.
...rengê ala Kurdistanê zolên sor, sipî û kesk e, di ortê da jî Ro a zer e. Sor-sembola şerê azadîyê ye. Sipî-sembola paqijayê û evîna berbi aşîtîyê ye. Kesk sembola tebîyetê ye û evîna kurdan e berbi wê. Zer, ku rengê royê ye, sembola tavê ye, ku hebandina kurdan ya kevnare ye. Ala Kurdistanê sala 1946an, dema damezirandina komara Kurdistanê (Mehabad) çê bûye.
...bi îzbatîyên li kovara Moskvayê "Naûka î jîzn" ("Zanyarî û jîyan") sala 1973an hejmara 1ê xwelîbêcerkirên cihanê yên yekemîn li ser erdê Kurdistana Îraqê bûne.
...Medya Orneka 10 salî, ku li mala xwe kûrsa zimanê kurdî vekiribû û dersên kurdî dida zarokan, sala 2009an ji alîyê kovara navdar ya Fransî "ELLE" ve di nav 10 jinên populer yên cîhanê da cîyê yekê girt. Medya Ornek li mala xwe dersxaneyek ava kiribû û li wir dersên kurdî dida zarokên kurd. Kovara "ELLE" ji bo Medyayê nivîsî, ku "keça kurd li odeya xwe zimanê xwe yê zikmakî fêrî 27 zarokan dike û bi wan ra lîstika raperînê dileyîze." Jinên wek tenîslîza Amêrîkî ya bi nav û deng Serena Williams û xwedîya xelata Nobelê ya edebiyatê ya sala 2009an Herta Muller dû Medya Ornekê ra cî girtin.
...li parlemena Kurdistana Îraqê di destpêkê da 6 jinên kurd hebûn, yek ji wana wezîr bû û mêrên hemûyan jî di şerê bona rizgarîya Kurdistanê da şehîd ketibûn.
...Tirkîyayê dû çûnta leşkerî ya sala 1980î ra gelek navên gundên kurdan, ku kurdî bûn, kirine tirkî. Ew 376 gundên kurdan e (ji 558an) li wilayeta Agirîyê, 426 -(ji 612an) li wilayeta Wanê, 289 -(ji 363an) li wilayeta Mûşê, 229 -(ji 273an) li wilayeta Bitlîsê.
...helbestvanê Rohilatê yê mezin Fîzulî û diya Nîzamî û bapîra serekwezîra Pakîstanê ya berê Benazîr Bhuttoyê kurd bûne.
...dilikê kurdekî Ermenîstanê - Mecîtê Seydo li alîyê rastê ye.
...kurdekî Yêrêvanê - Elîyê Cemal yanzdeh mehî ji diya xwe bûye.
...rojnameya Swêdî "Svenska Dagbladet" hejmara xwe ya 17-09-1919a da nivîsîye, ku Şerîf Paşa di nav sefîrên Osmanî da yê herî navdar e û ew mafên Kurdistanê temsîl dike.
...bi salixên resmî sala 1989an li Sovyetistanê jimara binecîyên kurd 153 hezar bû, ku dikire 0,05 selefê (%) temamîya binecîyên welêt.
...bi jimara binecîyên xwe va kurd di nava binecîyên Kevnesovyetê da cîyê 46an da bûn. 81 selefê wan kurdan zimanê xwe yê dê kurdî dihesibandin.
...1ê nîsanê sala 1991ê Pap Îohan Pavêlê 2an li Îtalîyayê bona parastina kurdan dua kirîye.
...xelata lîtêratûrîyê ya ser navê Erebê Şemo ya pêşin nivîskarê kurd Wezîrê Eşo sitendîye.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📖 کورتەباس
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📙 پەڕتووک - کوورتەباس🔣 هەمەجۆرە
📄 جۆری دۆکومێنت⊶ زمانی یەکەم
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
🗺 وڵات - هەرێم🇷🇺 یەکێتیی سۆڤیەتی پێشوو و رووسیا

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
✨ کوالیتیی بابەت: 78% ✔️
78%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (مانو بەرزنجی)ەوە لە: Feb 15 2016 10:26PM تۆمارکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (بەڕێوەبەری سیستم)ەوە لە: Jan 8 2017 11:39AM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
⚠️ ئەم بابەتە بەپێی 📏 ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
👁 ئەم بابەتە 4,155 جار بینراوە

📚 فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن 💾📖🕒📅 👫 ناوی تۆمارکار
📷 فایلی وێنە 1.0.120 KB Feb 15 2016 10:26PMمانو بەرزنجی
✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

؟...We dizanibû

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️17-09-1919
📂[ زۆرتر...]

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.02
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0,765 چرکە!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574