🏠 دەستپێک
تۆمارکردنی بابەت
کوردیی ناوەڕاست
Kurmancî - Kurdîy Bakûr
English
کرمانجی - کوردیی باکوور
هەورامی
لەکی
Kurdîy Nawerast - Latînî
عربي
فارسی
Türkçe
עברית
Ελληνική
Française
Deutsch
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
پەیوەندی
دەربارە!
FacebookKurdipedia on Facebook
TwitterKurdipedia on Twitter
Dark modeDark Mode
زۆرتر
Kurdipedia
🔎 English Menu
🏠|📧|دەربارە!|پەڕتووکخانە|📅
🔀 بابەت بەهەڵکەوت
❓ یارمەتی
📏 رێساکانی بەکارهێنان
🔎 گەڕانی ورد
➕ تۆمارکردنی بابەت
🔧 ئامرازەکان
🏁 زمانەکان
🔑 هەژماری من
✚ بابەتی نوێ
✌️ سینان دەرسیم - میرخان (دالۆکای شانلی)
نازناو: سینان دەرسیم - میرخان
ناو و پاشناو: دالۆکای شانلی
شوێنی لەدایک بوون: دەرسیم
ناوی دایک: یازگولو
ناوی باوک: عەلی
رێکەوت و شوێنی شەهید بوون: 27-10-2020، هەرێمەکانی پاراستنی مەدیا
✌️ سینان دەرسیم - میرخان (دالۆکای شانلی)
📷 ڕێگای عەربەت ساڵی 1958
ڕێگای عەربەت کەجاران پێیان ئەوت هوانە
دوای ساڵی 1958بوبە مەخزەنی هوانە[1]
📷 ڕێگای عەربەت ساڵی 1958
👫 حازم کوتک - حازمی عەلی کوتک
...[1]
👫 حازم کوتک - حازمی عەلی کوتک
📕 57 ساڵ خولانەوە لە ژێر وەهمی شۆڕشدا
یادداشت و بیرەوەری
نووسەر: حازمی عەلی کوتک
بڵاوکردنەوەی دەزگای فێربوون ساڵی چاپی 2020
مەبەستم لە نووسینی ئه و کتێبە ئەوە نیە خۆم وەک کارەکتەری (حەمەدۆک) وینابکەم، یان مێژووی خەباتی خۆم و بنەماڵەک
📕 57 ساڵ خولانەوە لە ژێر وەهمی شۆڕشدا
🏰 خەنەس
خەنەس

شوێنەواری خەنەس دەکەوێتە قەزای شێخان وە بە هاوینەهەواری سەنحاریبی پاشای ئاشورییەکان ناسراوە. لە ناو نیمچە دۆڵێکدا زنجیرە شاخێک دەڕوانێتە سەر ئاوێکی سازگار، لە شاخەکەدا چەندان پەیکەر و ئەشکەوت
🏰 خەنەس
🏰 کافران
ئەشکەوتی کافران شوێنی دەگمەن و دیمەنی سەرەنج راکێش
ئامادەکردنی: محەمەد هەسنانی
کوردستان خاوەنی چەندین ئەشکەوتی سەرەنج راکێش و دەگمەنە، یەکێک لەوانەش ئەشکەوتی کافران، کە دەکەوێتە چیای زۆزک بە دووری
🏰 کافران
📖 کەنار دەريا
کەنار دەريا

نووسینی ئالن رۆب گريێ
وەرگێڕانی ئارام ڕەشيد

سێ زارۆک لە کەنار دەريا پياسە دەکەن. دەستی يەکتريان گرتووە و بە تەنيشت يەکترەوە، بەرەو پێشەوە ڕێ دەکەن. هاوباڵان، ڕەنگيشە هاوتەمەن؛ نزيکە
📖 کەنار دەريا
📖 فریشتەکان و تووتڕکی شین
کورتیلە چیرۆک

فریشتەکان و تووتڕکی شین

تارا کامپێڵ

لە ئینگلیزییەوە

دەپرسی: بۆچی ئاسمان شینە؟

دەی، بەندە لەسەر ئەوەی کێ وەڵام دەداتەوە.

ئەگەر لە پێگەیشتوویەک بپرسیت، ئەگەری زۆرە وەڵام
📖 فریشتەکان و تووتڕکی شین
📕 زمانی کوردی هونەرە
زمانی کوردی هونەرە
محەمەد ساڵح ئیبراهیمی
📕 زمانی کوردی هونەرە
📕 وتارێک لەسەر قالە مەڕە
قالە مەڕە
محەمەد ساڵح ئیبراهیمی
📕 وتارێک لەسەر قالە مەڕە
📖 پێشنیاری پرۆژە یاسای کاری خۆبەخشی
...[1]
📖 پێشنیاری پرۆژە یاسای کاری خۆبەخشی
📕 ژن لە هەوراماندا
ژن لە هەوراماندا
محەمەد ساڵح ئیبراهیمی
📕 ژن لە هەوراماندا
📕 لێکۆڵینەوە لە سەر میشکات الانوار
لێکۆڵینەوە لە سەر میشکات الانوار
محەمەد ساڵح ئیبراهیمی
📕 لێکۆڵینەوە لە سەر میشکات الانوار
📕 لێکچوونەکانی نێوان رافیزە و جوولەکە
لە کتێبی منهاج السنةی شيخ الاسلام ابن تیمية وەرگیرەوە
وەرگێڕانی: خانی کوردستانی
📕 لێکچوونەکانی نێوان رافیزە و جوولەکە
📕 وریاکردنەوەی موسڵمانان لە جەژنی جولەکە و گاورەکان
عەلی خان
2013
📕 وریاکردنەوەی موسڵمانان لە جەژنی جولەکە و گاورەکان
📕 ئاسان بۆ فێربوونی فارسی
بابەت: فەرهەنگ
ئامادەکردنی: ڕازاو ئەنوەر
[1]
📕 ئاسان بۆ فێربوونی فارسی
📖 سکرتێرە 17
سکرتێرە 17

ئەعسابم لێیان نەماو گۆتم : وەرن بزانم ئەوە لەکێ بوون ؟ هەردووک بە پێکەنین لۆلای من هاتن و گۆتیان : کوو عومرت بەزایەع چووە، ئەتوو هەر خۆ لەژۆرێنێ باشە، کورە دەوەرە دەرێ جەولەکی لێدە بزانە
📖 سکرتێرە 17
📖 سکرتێرە 16
سکرتێرە 16

گۆتیان دەتەماشایەکی عەریزەکەی بکە ڕەعمەت لەبابت، کێڕان مەغرور بووی و خۆت لێگۆڕا..!! لەبەر دری وان دەستم دا عەریزەکەی و چاوەکم پێداخشاند، سەرم سوڕما لەوهەموو داواکاریەی، با هەندەکتان لۆ ب
📖 سکرتێرە 16
📕 قەزا و قەدەر؛ چەند چەمکێکی ئاوەژوو کراو
نووسینی: ئیبراهیم میکە عەلی [1]
📕 قەزا و قەدەر؛ چەند چەمکێکی ئاوەژوو کراو
📕 مۆمێک بۆ ڕێگای کاروانی ژیان
بابەت: وتار
نووسین: حسەین عوسمان نێرگزەجاڕی
[1]
📕 مۆمێک بۆ ڕێگای کاروانی ژیان
📕 مێزەرە لیبراڵەکان
بابەت: ئاین
نووسین: د.ڕەفعەت ئەلسەعید
وەرگێڕان: حسەین عوسمان نێرگزەجاڕی
[1]
📕 مێزەرە لیبراڵەکان
📕 کورد و کوردستان 3
نووسین: کۆمەڵێک ئەفسەری ئینگلیز
وەرگێڕان: حسەین عوسمان نێرگزەجاڕی حسین ئەحمەد جاف.
بابەت: لێکۆڵینەوە
[1]
📕 کورد و کوردستان 3
📕 گوڵبژێرێک لە دەقەناوازە و بەتامەکانی مێژوو
نووسین: هادی عەلەوی
وەرگێڕان: حسەین عوسمان نێرگزەجاڕی
بابەت: پەند و بەسەرهات
[1]
📕 گوڵبژێرێک لە دەقەناوازە و بەتامەکانی مێژوو
📕 پوختەی شارستانیەتی ئیسلامی
نوسینی دکتۆر رەحیم کازم محەمەد هاشمی
وەرگێرانی نیهاد جەلال حەبیب اللە
📕 پوختەی شارستانیەتی ئیسلامی
📕 چۆن باشترین ژیان بژین
چۆن باشترین ژیان بژین؟
نوسینی: جیم ڕۆن
کاری وەرگێران بڵاوکردنەوەی چەناڵی ڕێنوێنی سەرکەوتن کردویەتی.

تێبینی: ئەم کتێبە بریتیە لە -وەرگێڕان و نوسینەوەی لە شێوازی کتێب-ی سیمینارێکی زۆر بەپێزی ڕاهێن
📕 چۆن باشترین ژیان بژین
👫 کەسایەتییەکان
هێمن موکریانی
✌️ شەهیدان
نەجمەدین مەجید مستەفا پێنجوێنی
👫 کەسایەتییەکان
عەلی نوری
✌️ شەهیدان
غەریب رەشۆ
👫 کەسایەتییەکان
کاردۆ جەبار عەبدوڵڵا
☂️ Yekîneyên Parastina Jin Rêziknameya YPJ’ê | پۆل: پارت و رێکخراوەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
Telegram
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
📋 Copy Link to Clipboard
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
✍️✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
| 👁️‍🗨️

Yekîneyên Parastina Jin Rêziknameya YPJ’ê
Beşa Yekem:
1-Navê Rexistinê: YPJ (Yekîneyên Parastina Jin)ypj
2-Amblema YPJ: Li ser zemîne kesk stêrka sor, bi rengê zer jîli derudora stêrkê navê rêxistinê were nivisandin.
3-Armanç:Di çarcovaya Paradîgmaya Civaka Demokratîk,Ekolojîk û Azadiya Zayendî di xeta parastina Rewa de têkoşînkirin di serî de li hemberî hemû êrişên li ser civak, jin û nîrxen gelê me ji bo derbaskirina pergala 5 hezar sal ya baviksalarî,dewletperestî,ji bo avakirina Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li hemberî pergala serdestiya artêşa zilam,cinsîyetperestî,olperestî,netewperestî û zanistperestî hêza yekîneyên xweser avadike. Hêza parastina rawa ya jin û têkoşîna azadiya jin digire bin ewlehiyê.
Beşa Duyem:
Rexistinkirina YPJ:
1-YPJ xwe weke fermandariya giştî û fermandariyên jêrîn bi rexistin dike li gorî vê yekê, bîryargeha giştî li ser 3 navendan tê bi rexistin kirin. Navenda yekemîn bîryargeha Cizîrê ya duyemîn bîryargeha Kobanê û ya sêyemîn bîryargeha Efrînê.
2-Merciya bîryaran ya herî jor(karar merci) konferansa YPJ ye.Di rewşên awarte de meclîsa leşkerî kom dibe.Xebata YPJ ya salekî dinirxîne û pilansaziya salê derdixinê.
3-Meclîsa Leşkerî ya YPJ ji 31 kesan pêk tê, 6 mehan carekî civîna xwe ya asayî çêdike û ji hemû xebatên YPJ berpirsiyare.
4-Her herêm di nav xwe de rêveberiya xwe ya leşkerî derdixe.
5-Meclîsa leşkerî ya YPJ hemû xebatan dişopîne û sazîbûna xwe pektînê, tayîn û terfî dike.
6-Meclîsa herêmî ya YPJ karê xwe bi bîryargehêre dimeşîne,hemû bîryargeh bi bîryargeha navendî ve girêdayî û karûbarê xwe bi rêve dibe. Li gorî mezinbûna navçeyan ji hejmarek pêwîst a endamên YPJ pektê.3 mehan carekî civînên xwe li dardixe û bîryarên bîyargeha herêmî bi cih tînê.
7-YPJ ji 3 beşên esasî pektê.Ev beş jî evin:
a-Hêzên pispor
b-Yekîneyên berxwedanê
c-Hêzên herêmî
8-YPJ li gorî sistema navendîtiya demokratîk rapor, emir û talîmatê kar dike. Pêşniyarên fermandariya jêrîn yên paye (tayîn) û diyarkirinê (terfî) bi êrêkirina fermandariya YPJ’ê pêktê.
9-Tayîn û diyarkirin(erk-terfi) her şervanekî YPJ li gorî ferman û rayê tê kirin. Di bin agahdariya fermandariyê de bi rêkûpêkkirina hêzê li gorî qadan têçêkirin.
10-Fermandariya YPJ ji 3, an jî 5 kesan pêktê.
Beşa Sêyemîn:
Endamtiya YPJ:
1-Her endamekaYPJ di heman demê de endama YPG ye û rêziknameya YPG dipejirîne.
2-Endamên YPJ’ê di çarcoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gel û jina kurd li ser bingeha welatparêziyê bi awayekî exlaqî û polîtîk ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibe.
3-Endamtî: Her hemwelatiyek jin a Suriye ku 18 saliya xwe temam kiribe (lê belê ji ber kevneşopiyên civakî ku hîna li ser jinê berdawam dike û di temenek biçûk de tê zevicandin divê ew keçên ciwan bigire nava xwe û biparêze) û pîvanên endamên YPJ û YPG pejirandibe û piştî serlêdana cihê pêwistî û îtîna perwerdeya leşkerî û bîrdozî her wiha piştî sond dayînê dikare bibe endama YPJ.
4-Derketina ji endamtiyê:Di reziknameya YPG de pîvanên derketina ji endamtiyê YPJ jî,ji bo xwe esas digire.
Kesên ku pirsgirêkên xwe yên tenduristî heye û nêrzîkbûnên ku zanista cinsî û heskirina wê qazanç neke,bi zanabûn têkiliyên ji derveyî exlaqê civakê di nava me de ferz dike,jiyana leşkeri û disiplînê bi zanabûn xerab dike tevî ku perwerde û nêzîkbûnên qazançkirinê hene, lê belêyên ku di paşverûtî de israr dike ji nava YPJ tê derxistin. Li gorî vê yekê bi êrêkirina bîryargeha navendî ya YPJ ji endamtî tê derxistin.
5-Sonda endamtiya YPJ:
Di bingeha paradigmaya civaka demokratîk,ekolojîk û azadiya zayendî de ji bo Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li ser vê esasê, ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim bê ku cudahiya ol,ziman,netew,mezheb, zayend û partiyan bikim li dijî hemû êrişên derve û hundir parastina rewa esas bigirim,di felsefeya azadiya jinde, ezê xwe avabikim, li ser bingeha rêziknameya YPJ bê ku li peyî berjewendiyên takekesî bigerim ezê bi cesaret, disiplîn û bi bîryar tevlî bibim. Li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzekê mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarcoveyê de li ser hemû nirxên xwe yên netewî xeta azadiya jin,li hemberî şehîdên Kurdistanê, gelên Kurdistanê û hemû hevalên xwe yên têkoşînê sond dixwum, sonddixwum, sond dixwum.
Beşa çaremin:Peywir û wesifeyên endamên YPJ:
1-Di rêziknameya YPG’ê de beşa erkên endamên YPG ku hatiye diyarkirin pêktîne.
2-Li hemberî her cureyên êrişên ku li ser jinê pêşdikevin û li hemberî paşverûtiyan jin têkoşînê bi zanistiya xwe ya parastina rewa pêşdixe û di her astê de têkoşîn dide.
3-Di jiyanê de xwedî seknek azadîxwaz bi regez,dilnizm,kedkar,parvekirin, samîmî û durustiyê, hemû xweşikbûna di dilê xwe de dicivîne ji bo hevalên xwe dibe cavkaniya hêvî, moral û kêyfxweşî ye.
4-Di xeta azadiya jinê de hêzên parastina jin a pispor pêşdixîne û taxtîkên demê bi awayekî xuluxkar diafîrine û hevparbûnê esas digire.Li hemberi zêhniyeta zilam a serdest têkoşîna zayendî dike.
5-Bi hêz li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derdikeve û pîlanên YPJ û YPG derbasî jiyanê dike.
Beşa pênçemîn: Rêkxistinkirina YPJ
1-YPJ hêza pêşenga YPG ye.
2-Di nava hêza YPG de jin bi rêxistinkirina xwe bi awayekî xweser çedike.
3-Di nava YPG de kota cins herî kêm ji %40 xwe bi rêxistin dike.
4-YPJ hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistan û Suriyê ye.
5-Hêzên YPJ li hemberî hemû destavêtina li ser jin û civakê (cinsi, fizîkî, çandî û exlaqî) mafê xwe yê parastinê pêktîne.
6-Tayîn û terfî ji aliyê fermandariya YPJ’ê ve tê pêkanîn.
Beşa Şeşemîn:Fermandariya Akademiyê
1-Di bunya hemû bîryargehan de akademiyên parastinê yên jin weke akademiyên Şehîd Şîlan bi nav dibin.
2-Fermandariya akademiyan girêdayî bîryargehên YPJ bi rêya şaxên jêrîn xwe bi rêxistin dike.
3-Di perwerdeyan de bi rêya bernameyên bîrdozî û leşkerî avakirina hişmendiya demokratîk ekolojîk û azadiya zayendî, netewî, jiyana azad û zanistiya zayendî,qazançkirina tarz û pîvanan esas tê girtin.
4-Di akademiyan de di xeta parastina rewa de bi perwerdeyên taxtîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêktîne.
5-Akademiyên parastinê yên Şehîd Şîlan, bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPJ perwerde dike hem ji bo hêzên YPJ pispor bibin dewreyên pisporiyê vedike. Di heman demê de ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên fermandaran dewreyan vedike.
6-Akademiyên paratinê yên Şehîd Şîlan wekî fermandariya akademiyên leşkerî ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe bi rêxistin dike û şaxên xwe vedike.
7-Di bin banêakademiyan de ji bo endamên YPJ bigehin asta pisporbûnê dewreyên pisporbên û branşbûnê (Çekên giran,Sabotaj, Suîkast, lêdana nêz û hwd.) têne vekirin.
Beşa Şeşemîn: Sîstema YPJ’ê
Di rêxistinkirina YPJ’ê de sîstema li ser 3 lingan tê avakirin esase. Li gorî vê yekê;
1-Sîstema YPJ’ê ji tîm,taxim, yekîne,tabur û bîryargeh tê avakirin.
2-Tîmek ji 3 an jî 5 kesan tê avakirin.
3-Taximek ji 2 tîman tê avakirin.
4-Yekîneyek ji 2 taximan tê avakirin.
5-Tabur ji 2 yekîneyan tê avakirin.
Yekîneyên YPJ’ê;
Xalên di rêziknameya YPG de, yên ji bo yekîneyên pispor, yekîneyên berxwedanê, hêzên herêmî hatiye diyar kirin dipejirîne. Li gora vê yekê:
1-Di çarcoveya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî de bi armanca rakirina hemû cureyên êrişên li ser jin û civakê yekîneyên profesiyonel tên avakirin. Ev yekîne jî ji yekîneyên pispor yên YPJ pêk tê. Ji kesên ku 24 saetan tevlî xebatên YPJ dibin di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibin û di stratejiya parastina rewa de pisporbûne pêktên.
Taybetmendiyên Endamên Profesiyonel;
a-Welatparêz û civakparêze,
b-Xwedî hişmendî,bi cesaret û çalak e,
c-Afîriner, fedakar, kedkar û bi înîsiyatîf e,
ç-Di warê taxtîk û teknîka leşkerî de têgehiştî ye,
d-Ji cinsê xwe hesdike û diparêz e,
e-Xwedî disiplîna cewheriye û xwe perwerde dike.
ê-Ji ber ku bi hişmendiya demokratîk,ekolojîk, azadîxwaziya zayendî tevdigere, zayendîperestiya civakî red dike.
f-Ji rexne û rexnedayinê re vekiriye û guherîn û veguherinê esas digire.
Yekîneyên Berxwedanê;
1-Ji kadroyên YPJ,eyalet û qadan tên avakirin. Her kadroyek girêdayî xwe yek an jî du yekîneyan avadike.Ji bo li dijî dagirkirina dijminan derbikeve, yekîneyên berxwedanê xwe gelekî baş amade dikin.
2-Yên di van yekîneyan de cih digirin gelekî bi baldarî têne hilbijartin bi her awayî kesên bi bawerin.
3-Her kadroyek YPJ yekîneya xwe di perwerdeya taybet re derbas dikin.
4-Di yekîneyan de veşartîbûn esas tê girtin. Endamên yekîneyan hevudu nas nakin.
5-Endamên van yekîneyan xwedî disiplîn û tarzê xebatê ne.
6-Di her şert û mercan de qabîliyeta xwe ya şerkirinê diparezin.
Yekîneyên Herêmî;
1-Yekîneyên herêmî kesên welatparêz û girêdayî axa xwe ne.
2-Yekîneyên herêmî kesên ku girêdayî mala xwe ne. Û jiyana wan ya şaqsî heye ku nikarin 24 saetan di nava xebatê de cihê xwe bigirin, lê belê berbirsiyartîyên xwe yên welatparêzî û parastina herêma xwe pêktînin.
3-Bê ku pêvîstiyên mala xwe îhmal bike tevlî nava xebatên parastinê dibe.
4-Tevlîbûna wê ne li ser esasê berjewendiyên maddî û malbatîye.
Beşa Heftemîn: Karên hundirîn;
1-Pergala ferman û talîmatê;
Di xebatê de navendîtiya demokratîk esase. Pêkanîna navendîtiyê bi ferman û talîmatê çêdibe. Şêwazê pêkanîna aliyê wê yê demokratîk jî bi civîn, danûstandin û bi tevlîbûna hemû endaman a ji bo biryaran û pêşkêşkirina her cureyên pêşniyaran çêdibe.
2-Pergala Raporê;
a-Di derbarê xebatên têne meşandin de ji jêr ber bi jor ve agahdarkirina qedemeyên fermandariyê esas digirin. Endamên yekîneyên YPJ piştî ku fermana jêre hatiyedayîn bi cih anîn, tekmîla encamê didin fermandarê ku talîmat danê. Di nava dema hatiye danîn de her yekîneyek û fermandariyek di derbarê xebatên xwe de tekmîla devkî û nivîskî dide rêveberiya jor.Di nava dema hatiye diyar kirin de civînên xwe çêdikin, tekmîl û raporên xwe amade dikin. Rêxistinên jêrîn yên bi awayekî rêkûpêk tekmîl û raporên xwe amade nekirine wekî ku pêywîra xwe bi cih ne anîne têne hesibandin.
b-Mafê her endameki YPJ heye ku fermandariya xwe bişopînê, rexne bike û rêbaza civînan, heger ev rexne derbas neke mafê xwe yê her cure pêşnîyar bike jî heye.
c-Her endamek YPJ 6 mehan carekî rapora xwe dinivîsîne.
d-Her endameke YPJ dema pêwîst bibîne dikare ji bo rêxistina xwe rapor binivîsîne.
3-Civîn;
a-Her yekîneyên YPJ li gorî pêwîstiyan civînên xwe lidar dixin.
b-Rojane tekmîlên tîman têne girtin û 3 rojan carekê encamên van tekmîlan têne nirxandin û parvekirin.
c-Yekîneyên YPJ heftê carekî tekmîl û 15 rojan carekî civîna xwe çêdikin. Di heman demê de encêmn civînê weke raporekê pêşkêşî fermandariya jor dikin.
ç-Taxim 15 rojan, bolûk jî mehê carekî civînên xwe çêdikin û raporên xwe pêşkêşî jor dikin.
e-Her bîryargeh mehê carekîcivîên xwe çêdikin û encamên van weke rapor pêşkêşî civîna bîryargeha YPJ a navendî dikin.
Disiplîn;
Di xebatên leşkerî de pêdiviya disiplîneke bi hêz derbikeve pêş heye. Disiplîn bi tevahî qaydeyên leşkerî ve girêdayî îradeya azad û avakirina rizgarkirina demokratîke.Disiplîn xebat, çalakî û yêkîtiya kar bi hêz dike, lewra serkeftinê jî bi xwe re tîne. Meşandina têkoşînê ya bi awayekiî serkeftî ancax bi qebulkirina hemû qaydeyan û disiplîna cewherîgengaze.Di hemû cihan de bi disiplînekê cewherî tevdigere, dibin her şert û mercî de xwe di warê leşkerî û fizikî de xwe perwerde dike.
Qaydeyen ku divê li ber çavan bêne girtin û li gorî van tevbigerin.
a-Li gorî qaydeyên veşartîbûnê tevdigerin.
b-Li dijî hemû êrîşan bê tawîzbûyîn.
c-Desturnedayîna zarara li dijî nirxên têkoşînê û gelê me.
ç-Parastina nirxên madî yên hatine teslîm kirin û li gorî pêdiviyan bikaranîna wan.
d-Bi pergal tevgerîn. Di her şert û mercan de li dijî zehmetiyan derketin û bi înîsiyatîfbûyîn.
Rexne û Rexnedayîn;
Ji bo ku endamên rêxistinê ji kemasî û şaşitiyên xwe xelas bibin û nirxên azadiyê û zêhniyeta demokratîk derxîne hole rexne û rexnedayîn girînge.Her endamekê YPJ’ê li dijî her şaşitî û nebesiyan, bi hesta berpirsiyariyê di civînan de rexne û rexnedayînê pêşdixîne.Çeka rexne û rexnedayînê ji bo têkbirin û biçûkxistina kesan nayê bikaranîn berovajî vê yekê weke amûreke nûbûn û pêşvebirinê tê bikaranîn. Endamên YPJ ji rexne û rexnedayînê re vekirî ye. Li hember pergala kapîtalîst xwedî têkoşînek radîkal e û li hember hemû paşverûtiyan şer dike û ji bo rexnedayînê dilnimze, xwe bi felsefeya azadiyê avadike.
Suc û Ceza;
a-Di rêziknameya YPG de madeyên ku derbas dibin YPJ dipejirîne.
b-Jina ku îradeya jin esas nagire,xweseriya xwe naparêze, pirsgirêkên di nava jin de bi zilam re parve kirin suc tê hesibandin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Fermandariya Bîryargeha YPJ

⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
📚 فایلی پەیوەندیدار: 1
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
👩 دۆزی ژن
1.👁️It is honor to support the YPG/YPJ
📂[ زۆرتر...]

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏳️ زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
🚩 جۆری رێکخراو: 🃏 رامیاری
🗺 وڵات - هەرێم: ⬅️ رۆژئاوای کوردستان

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
99%
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (مانو بەرزنجی)ەوە لە: Oct 4 2015 10:38AM تۆمارکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Nov 16 2020 6:00PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 2,465 جار بینراوە

📚 فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن 💾📖🕒📅 👫 ناوی تۆمارکار
📷 فایلی وێنە 1.0.18 KB Oct 4 2015 10:38AMمانو بەرزنجی
📚 پەڕتووکخانە
  📖 57 ساڵ خولانەوە لە ژێر...
  📖 زمانی کوردی هونەرە
  📖 وتارێک لەسەر قالە مەڕە
  📖 ژن لە هەوراماندا
  📖 زۆرتر...


📅 کڕۆنۆلۆژیای رووداوەکان
  🗓️ 21-04-2021
  🗓️ 20-04-2021
  🗓️ 19-04-2021
  🗓️ 18-04-2021
  🗓️ 17-04-2021
  🗓️ 16-04-2021
  🗓️ 15-04-2021


💳 کۆمەکی دارایی
👫 هاوکارانی کوردیپێدیا
💬 بیروڕاکانتان
⭐ کۆکراوەکان
📊 راپرسی
- راپرسی دەربارەی رێکخراوی کوردیپێدیا و ماڵپەڕەکەی!
بۆ پێشخستنی کارەکانی رێکخراوەکەمان و باشترکردنی ماڵپەڕەکەمان تکایە وەڵامی پرسیارەکانی ئەم راپرسییەمان بدەرەوە..
زۆر سوپاس بۆ هاوکاریتان!
- راپرسی دەربارەی رێکخراوی کوردیپێدیا و ماڵپەڕەکەی!
- راپرسی دەربارەی ڤایرۆسی کۆڕۆنا (کۆڤید 19)
ڤایرۆسی کۆڕۆنا مرۆڤایەتیی خستووەتە مەترسییەکی گەورەوە، ئەم مەترسییە کوردستانییانیشی گرتووەتەوە.. هەربۆیە گرنگە وەڵامی ئەم راپرسییە بدرێتەوە تاوەکو بزانین چۆن رەفتار لەگەڵ ئەم کێشەیەدا بکەین!
- راپرسی دەربارەی ڤایرۆسی کۆڕۆنا (کۆڤید 19)
📌 رۆژەڤ
هێمن موکریانی
مامۆستا هێمن-ی شاعری ناوداری کورد ناوی تەواوی محەمەدئەمین، کوڕی سەید حەسەنی شێخەلیسلامی موکرییه، دایکی ناوی زەینەب، کچی شێخی بورهانە.
هێمن لە شەوی 4 لەسەر 5 ی مانگی مەیی ساڵی 1921 لە گوندی لاچین-ی نزیک شاری مەهاباد لەدایکبووە.
هەر بە منداڵی دەخرێتە بەر خوێندن و چەند ساڵ لە قوتابخانەی سەعادەت لە شاری مەهاباد دەخوێنێت. پاشان باوکی لە قوتابخانە دەریدەهێنێت و دەینێرێت بۆ خانەقای شێخی بورهان، بە مەبەستی ئەوەی کە لە دواڕۆژدا ببێتە مەلاو جێی مەلا جامی، باپیرە گەورەی، بگرێتەوه.
چوار ساڵ لە خانەقا دەخ
هێمن موکریانی
نەجمەدین مەجید مستەفا پێنجوێنی
رۆژی 20-04-2015 لەمیحوەری داقوق لەکاتی روبەڕوبونەوەی تیرۆریستانی داعشدا گیانی پاکی بەخشیە خاکی کوردستان.
ناوبراو دەرچووی خولی چوارەمی کۆلێجی سەربازی قەڵاچوالان بوو بەپلەی بەکالۆریۆس، پاشان بڕوانامەی ماستەری بەدەستهێنا، دووەم شەهیدی خێزانەکەیانه و خێزانداره و خاوەنی دوو کچە.
نەجمەدین مەجید مستەفا پێنجوێنی
عەلی نوری
لە 1942 لە سلێمانی لەدایکبووە و، خێزاندارە. لەژیانی هونەریدا بەشداری لەچەندین کاری هونەری شانۆیی و درامادا کردووە لەوانە (ژاڵە، خەمی چۆلەکەکان، رەشەی پۆلیس).
لە 20-04-2017 لە سلێمانی کۆچی دوایی کرد.
عەلی نوری
غەریب رەشۆ
لە دایکبووی ساڵی 1992 ی کانتۆنی عەفرین بووه و لەرۆژئاوای کوردستان. دەرچووی پەیمانگای کشتوکاڵ بووە.
لەساڵی 2012 غەریب بووەتە شەڕڤان و جگە لەئەرکی سەربازی وەک پەیامنێر لەبەرەکانی شەر کاری راگەیاندنی کردووه و ئەندامی ناوەندی راگەیاندنی یەپەگە بووە.
شەڕرڤان و رۆژنامەنوسی یەپەگە، لە قۆناغی چوارەمی ئۆپەراسیۆنی تورەیی فورات لە گوندی ئوم تەنەک، لەدووری 20 کیلۆمەتر لە باکوری رەقە لەئەنجامی تەقینەوەی بۆمبێکی چێندراو لەگوندەکە شەهیدبووە.
غەریب رەشۆ
کاردۆ جەبار عەبدوڵڵا
یەکێکبوو لە کارمەندانی تیمی ئاگر کوژینەوەی سلێمانی بوو، بەهۆی ئاگر کەوتنەوەکەی رۆژی 21-04-2017 لە بەشە ناوخۆیی کوڕانی کەمپی نوێی زانکۆی سلێمانی، گیانی خۆی کردە قوربانی خوێندکاران.
کاردۆ جەبار عەبدوڵڵا

Kurdipedia.org (2008 - 2021) version: 13.04
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0,375 چرکە!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574


Kurdipedia Project is an initiative of
(Bakhawan Software 1998 - 2021)