GUNEH
#Qedrî Can#
Amed: 2016
ÇÎROK
Weşanxane Lis
Ew yek ji nivîskarê ekola Hawar û Ronahîyê ye û di heman demê de, ew yek ji pêşengên herî girîng ê çîroknûsîya modern a kurmancîyê ye. Her çendî ew wekî nivîskar û helbestvanê kovarên Hawar û Ronahîyê bê nasîn jî, guman nîne wî hiş û texeyûla xwe a modern û berî qelema xwe dabû dahatûya neteweya xwe û pişta qelema xwe jî sipartibû kelepûr û wêjeya klasîk a gelê xwe. Guneh, tekaneberhema wî ye ku ji nava rûpelên zêrîn ên kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû hatine berhevkirin. Qedrîcan, çîrokên xwe bi hûrgilîyeke hostane û bi girêdanên piçûk ên ji jîyana rojane ew çendî bi şidî hûnaye ku meriv li hemberî her çîrokeke wî ji nû ve daxwaza xwedinîyê dike. [1]
تێبینی: ئەم پەرتووکە فایلی پی دی ئێفی لەگەڵدا نییە، تکایە یارمەتیی کوردیپێدیا بدە بۆ بەدەستهێنانی!. ناردنی پەرتووک ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 6,646 جار بینراوە