Amadekar: Firat Cewerî
Weşanên Nûdem
Stembol 2003
“Antolojiya çîrokên kurdî” yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman, hemû perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û bi kurmanciya latînî ye. Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên welêt di vê antolojiya dîrokî de cih girtine, ku her yek ji wan puselek e û bi hev re resimekî çîroka kurdî ya dused salane radixin ber çavan. Ev antolojiya ku du cild in û bi hev re 1072 (hezar û heftê û du) rûpel in, hem çavkaniya dîroka nesra kurdî ye, hem jî bi kronolojî dîrok, rewş û prosesa çîroka kurdî ya hunerî diyar dike. Di vê antolojiyê de sînorên di navbera kurdan de hatine rakirin, ji berdêla wê pireke hevnasîn û hevtêgihîştinê hatiye avakirin. Bi berfirehî û biyografiya nivîskaran antolojî valahiya ansîklopediyekê jî dadigire. [1]
Xiwêndinewey perrtûkî: Antolojiya çîrokên kurdî I-II (1856 - 2003)
Jimareyi dawnlod:
208 car
Dawa le nûser, wergêrr û dezgayi pexşekan dekeyin eger pêyan baş nîye em perrtûke lêrewe dawnlodbikrêt! ewa pêmanî rabigeyenin.
Em babete bezimanî (Kurmancî - Kurdîy Serû) nûsirawe, klîk le aykonî
bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Em babete 10,703 car bînrawe