Navê pirtûkê: AV ZELAL BÛ
Navê nivîskar: Mezher Bozan
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Weşanên Pêrî
Sala çapê: 2002
XWENDEGEH
Otobus rawestiya. Rêvî tev peya bûn. Her sê heval, li pey hev daketin. Yehya, Dawûd û Menaf. Yehya hebû şanzdeh, Menaf çardeh û Dawûd jî sêzdeh... Mirovî her sêyan daniya ser hev, ji wan zilamek dernediket.
Alavên xwe standin û berên xwe dane wî bajarê gerase. Hindek bi rê ve çûn, lê nizanîbûn, ku ew dê ber bi kude herin. Rawestiyan. Li dora xwe nihêrtin, dûre li hevûdû nihêrtin. Yehyayî got:
- Hûn li vir bin, ez dê herim ji wi mirovî bipirsim!
Yehya çû li ba paytonekê rawestiya. Wî û xwediyê paytonê bi hev re axifin û Yehya li paytonê siwar bû û hatin ba Dêwûd û Menafi. Yehyayî got: [1]
Xiwêndinewey perrtûkî: AV ZELAL BÛ
Jimareyi dawnlod:
17 car
Dawa le nûser, wergêrr û dezgayi pexşekan dekeyin eger pêyan baş nîye em perrtûke lêrewe dawnlodbikrêt! ewa pêmanî rabigeyenin.
Em babete bezimanî (Kurmancî - Kurdîy Serû) nûsirawe, klîk le aykonî
bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Em babete 6,509 car bînrawe