Segvan Ebdulhekîm
Nivîskar û rojnamevanê kurd Segvan Ebdulhekîm (1948-2010), piştî jiyekê pir xebat di warê edeb û rojnamevanîyê de, duhî li bajêrê Zaxoyê çû ber dilovaniya xwedê û her duhî li goristan Kevin li Zaxoyê hat veşartin.
Di merasima veşartina xwedêjêrajî de gelek berpirsên hikûmetê û partiyan, rewşnbîr, rojnamevan, nivîskar û xelkê deverê amade bûn, û li ser gorê wî, li dor kar, xebat û berhemên wî, ji aliyê Hesen Silîvanî serokê Yekêtiya Nivîskarên Kurd-şaxê Duhokê ve peyvek pêşkeş kir.
Segvan Ebdulhekîm di salên hefiyan da li radiyoya kurdî li Bexdayê çend salan kar kiriye, di rojnametên Bizav, Hawkarî, Metin û Rengîn de karkiriye. Endamê yekêtiya Nivîskarên Kurda-şaxê Duhokê û endamê Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê- şaxê Duhokê bû.
Segvan Ebdulhekîm piştî serhildana sala 1991ê hatiye Swêdê. Piştî azadkirina îraqê careke din vegeriyaye Kurdistanê û li ser xebatên xwe berdewam bûye û weke rêvebirê radiyoya Zaxo, Delal TV û Çarçira TV karkiriye.
Ji berhemê rehmetî:
1- Heval hevaloşkê. Bo zarokan
2- Çoxkê Eyazî- li ser sitranbêj Eyaz Zaxoyî
3- Cegerxwîn- li ser xebat û berhemê Cegerwîn
4- Elbuma Zaxoy, wêneyên bajêrê Zaxoyê
5- Kewê rubad- liser stranbêj Mihemed Arif Cizîrî
- See more at: http://www.rojevakurd.com/kultur/3589-Rojnamevan-kurd-Segvan-Ebdulhekm-koadaw-kir.html#sthash.VWqzos6i.dpuf
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!