图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,514
图片 106,337
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Emînê Evdal
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber1
SMS0
Facebook Messenger1
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
1 投票 1
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Emînê Evdal

Emînê Evdal
Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin ‘wêjeya sêwiyan’, ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû.
Emînê Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.
Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reş bifilitin êzdiyên Serhedê gişk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.
Çi ku ji destê Roma Reş, çi ji birçîbûn û nexweşiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.
Piştî ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê piştî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.
Ji sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.
Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Pişkavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama ‘Riya Teze’ de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara şiîr û çîrokan.
Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beşdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an ew usan jî kitêbên ‘Zimanê kurmancî’ ji bo komên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn amade dike, ‘Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê’ û ‘Mêtodîka Zimanê Kurmancî’ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî’ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve ‘Folklora Kurmanca’, vê kitêba di dest we de çap dike.
Sala 1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, paşê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935an yekemîn bervoka şi‘rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo zarokan bûn.
Piştî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.
Sala 1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beşa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beşî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; ‘Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de’, ‘Deba kurdên Pişkavkazê’, ‘Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.’
Çiqwas jî piştî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beşdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.
Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn şi‘r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.
Salên 30emîn bi şi‘ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroş) vediguhêze û raberî xwendevanan dike.
E. Evdal gelek kitêbên şi‘r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, ‘Gulîzer’ beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-şano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.
Emînê Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîşt.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览7,040
HashTag
来源
挂钩项目: 14
小组: 传记
No specified T3 85: 前苏联
人键: 诗人
性别:
Technical Metadata
项目质量: 80%
80%
添加( هاوڕێ باخەوان 16-09-2014
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):22-09-2014
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览7,040
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.119 KB 16-09-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,514
图片 106,337
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!