Zeynelabidîn Zinar
Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî
Stockholm 1993
Derbar: Zeraqiyên tavê hêj xwe negihandibûne serê serçimka çiyayên bilind. Di wê kazima sibeha zû ya berbeyanê de, welê qebeqeba kewên ribat xweşexweş ji dormedarên lat û zinaran ve dihate guhên şiyarên di nava livînan de. Pê re jî xuşîna bayê hênik xwe li derî û pencereyên malan dixist. Yekcaran kevokên sipî ji tirsa başokan direviyan û xwe di nava kuçe û kolanan re bera xwarê didan, ew ji bo ku nebin êm û alifê wan hinekan xwe ji hewlerihan li pencereyên vekirî dixist û diketin hinduriyan û tê de xwe ji ber zilma zilmdaran diparastin. Ji kevokan zêdetir, çivîkên malane jî gava ku çav bi wî şerê li asîmanê sayî diketin, ji tirsan direviyan û xwe dixistin qul û qewêreyên kujînekan, tê de dihêwirîn
Read the book: Balafira Jînê
Total download:
2,141 times
We kindly ask all writers, translators and publishers to inform us if they are not in agreement to have their books downloaded from Kurdipedia server.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 9,410 times