Amadekar: Xelîl Duhokî
Weşanên NÛDEM: 17
Çapa Yekem: Stockholm 1995
Derbar: Li Kurdistana başûr, pirtûka pêşî ya çîrokên kurmancî ya Elî Neqşebendî di sala 1972’an de derket. Di sala 1979’an de jî pirtûka çîrokan ya Îbrahîm Selman hate çapkirin. Jê pê ve riya çîrokê li ber kurmancên başûr vebû û heta niha gelek pirtûkên çîrokan hatine çapkirin. Me di vê berhevokê de zêdeyî 20 çîroknivîsên kurmancên başûr civandine û ji antolojiyekê wêdetir, armanca me danasîneke çîroka nû ya kurmancên başûr e. Hema hema hemû çîrok bi tîpên erebî û bi zaravayê jêr hatine nivîsandin. Ji bilî wergera latînî têkîlî devok û zaravayên çîrokan nehatiye bûyîn. Ji ber ku kurmancên başûr jî mîna kurdên Tirkiyeyê firsenda perwerdeyiyê bi kurmancî nedîtine, di çîrokan de gelek caran şaşiyên gramatîkî li ber çavan dikevin. Em hêvîdar in, digel kêmasiyan jî, me ê bi çapkirina vê pirtûkê pirek danûstandinê ya edebiyatê di navbera kurdên başûr û bakur de vekiribe.
Xiwêndinewey perrtûkî: Antolojiya Çîroka Nû Ya Kurmancên Başûr
Jimareyi dawnlod:
2,476 car
Dawa le nûser, wergêrr û dezgayi pexşekan dekeyin eger pêyan baş nîye em perrtûke lêrewe dawnlodbikrêt! ewa pêmanî rabigeyenin.
Em babete bezimanî (Kurmancî - Kurdîy Serû) nûsirawe, klîk le aykonî
bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Em babete 12,427 car bînrawe