图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,771
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hecîyê Cindî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hecîyê Cindî

Hecîyê Cindî
Di sala 1908an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala 1919an dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê verêyî Gumuriyê dikin. Piştî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929an temam dike. Dû re ew li gundên Qudaxsazê û Camûşvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibe.
Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê jî werdigerîne kurdî. Sala 1930î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932an jî li Înstîtûta dîroka çanda materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30emîn dewraneke zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav kar û xebatê. Sala 1930î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Pişkavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî.
Wê salê usan jî dest bi weşandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H.Cindî dibe serokê beşa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap dike. Ji sala 1930î heta 1937an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû.
H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala 1934an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê û Tilbîsê beşdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn.
Sala 1934an H. Cindî beşdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê, ya yekemîn dibe.
17ê meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast piştî salekê, 17ê Adara sala 1939an H.Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17ê Adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî.
Sala 1940î H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya doktoriyê pawan dike.
Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn H.Cindî nimûnên folklora kurdî niştimanperweriyê berev dike û bi du kitêban çap dike.
Bi spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944an elfabêya kurdî ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piştî navbiriya şeş salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe.
Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936 an heta 1959 an li Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn.
Sala 1959an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beşa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta sala 1968 an serokê wê beşa bû..
H. Cindî ji sala damezirandinê1932an heta sala 1966an serokê beşa Nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye Sovêtiyê. Sala 1968 an li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964an bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê didine wî.
Heciyê Cindî 1ê Gulanê sala 1990î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe.
H. Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan", madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin.
Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên folklora kurdî, ku gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin-16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê. Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap kirine.
Gelek şi‘rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala 1947an berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye. Lê sala 1967an romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman usan jî bi zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye.
Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe hiştiye. (Ji nivîsa Tosinê Reşîd)
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览10,227
HashTag
来源
相关文件: 2
挂钩项目: 29
小组: 传记
No specified T3 85: 前苏联
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 90%
90%
添加( هاوڕێ باخەوان 12-04-2014
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):22-09-2014
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览10,227
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.140 KB 12-04-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,771
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!