Bahoz Baran
Bahoz Baran di sala 1982yan de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa perwerdehiyê xelas kiriye. Di salên zanîngehê de xwedîtiya Kovara Tîgrîsê kiriye û di sala 2003yan de li Tîgrîsê dest bi xebatên Kurdî kiriye. Ji 2006an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir
Berhem
Rêzimana Kurmancî, Cûre: Zimannasî, Li gel Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
A Baş Cûre: Çîrok, Weşanên Belkî, 2010
Rêzimana Kurmancî, Cûre: Zimannasî, Weşanên Belkî, 2012
Derb Cûre: Çîrok, Weşanên Avestayê, 2014
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!