Dimdim
Erebê Şemo
Êrêvan
Weşanvan: Hayastan
1966
[1]
Bhar t'imê dereng dihаte virа, lê îsаl li serê ç'yaêd bilind hê berfêdа spîdikir, bhаrа kelа Dimdimê îdî k'etibû qedemê xwe, berf li birа h'elyаbû, tiştek nemabû, her li gelîê k'ûr û newаlаdа mаbû, ew jî ew berf bû, ku zvistаnê bê ew gelî usа t'ijîdikirin, wekî h'etа germа hаvînê nedih'elyа. Vаn r'оjа ehilê kelê k'аrê ek'in dikirin, wekî ek'inê bhаrê bikin: hinekа jî îdа аxpînêd xweye dоrа mаlа nаn lê diçаndin. Wê sivê p'ilte e'wr ji serê ç'yê derket, ser kelа Dimdimê h'eve bаrаn, tоz-xubаr erdеdа k'uta û dîsа vekir, te'vа хweşe vê bhаrê dîsа p'encê xwe dа e'rdê. Vê bаrаnê bîn-bоg'zа hêwaê dhа p'аkkir. Bаrаnа usаr'а em k'urd divên: de'wаtа gur û r'ûvîye
Ji germа vê bhаrê ku usа diqijilаnd, ew ç'emê gêlîdа, ê binаt'аrа kelê şêlû bibû, k'ef didа, gelî t'ijî kiribû û gumreh' jоrdа dihаt, kevir ser r'yа xwe hоldikirin, dibirin. Тe qey digot evа ne ew ç'emê hаvînêye bi аvа zelаle t'emiz ji kаnîêd jоrine dûr derdik'evin, têne binyа kelê, t'ev hev dibin, dive ç'emkî mezin, t'ijî me'sîê аlebаlig' û dike gur'e-gur' dik'işe, diçe.
Dimdim
Erebê Şemo
Êrêvan
Weşanvan: Hayastan
1966
[1]
Lire le livre: Dimdim
Télécharger Total:
250 fois
Nous demandons à tous les auteurs, traducteurs et éditeurs de nous informer s'ils ne sont pas d'accord pour avoir leurs livres téléchargés depuis un serveur Kurdipedia.
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 13,516