Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
À propos
Kurdipedia Archivists
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
 Rechercher
 
  
 
 Rechercher
 Envoyer
 Outils
 Langues
 Mon compte
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothèque
 
Envoyer
   Recherche avancée
Contactez
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Plus...
 Plus...
 
 
 Slide Bar
 Font Size


 
À propos
Élément aléatoire!
Conditions d'utilisation
Kurdipedia Archivists
Vos commentaires
Collections de l'utilisateur
Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
Aide
 Plus
 Noms Kurdes
 
Statistiques
Articles
  586,308
Images
  124,433
Livres
  22,121
Fichiers associés
  126,562
Video
  2,193
Langue
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groupe
Français
Biographie 
29
Lieux 
6
Partis et Organisations 
2
Publications (magazines, journaux, sites web et médias, etc.) 
18
Bibliothèque 
256
Articles 
38
Martyrs 
3
Documents 
4
Clan - la tribu - la secte 
3
Le dépôt de fichiers
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Totale 
274,973
Recherche de contenu
Résultat: Found 119, page 1 of 12



Actualiser
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Messenger
Email
Copy Link

​​​​​​​Dengê jinan sîleyeke xurt li rûyê Erdogan e
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​Dengê jinan sîleyeke xurt li rûyê Erdogan e=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar XALID=KTML_End=
Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP# ) bi navê Partiya Çep a Kesk û di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de tevlêbûna xwe ya hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê ragihand. Biryar e ku hilbijartin 14ʹê Gulana bê pêk werin. HDP ji ber îhtîmala girtina wê ya bi doza li dijî wê li Dadgeha Destûrê ya Bilind hatiye rakirin, bi navê Partiya Çep a Kesk tev li hilbijartinan dibe.
Bi ragihandina dema hilbijartinan re Partiya Çep a Kesk dest bi hemleyên hilbijartinan li bajarên Kurdan û yên Tirkiyeyê kir. Dengên ji bo xebat û têkoşîna hevpar ên bi armanca mîsogerkirina serkeftinê, xilaskirina welat ji hegemonyaya desthilata yekzilamî bilind dibin ku destwerdanê li tevahî saziyên sivîl, leşkerî, qanûnî, hiqûqî û ragihandinê dike. Her wiha vê desthilatê biryara girtina rêxistinên hiqûqî û yên jinan daye û ew ji mafên herî biçûk ên jiyanê bê par hiştiye. Di heman demê de destwerdanê li welatên derdorê dike û ji ber siyasetên xwe yên hundirîn û derve yên binkeftî aboriyê ya welat wêran kir û ji bo şer bi kar tîne. Lîsteya binpêkirin û kiryarên derqanûnî yên vê desthilatdariyê nayên jimartin. Lîsteya Erdogan bi sûcên qetilkirinê yên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Lîbyayê tijî ye.
Partiya Çep a Kesk bi îradeyeke xurt kar dike da ku pergala serdest a ku welat ji bo nivîskar, rojnamevan û jinan kiriye zindan, hilweşîne û sîstemeke demorkatîk pêk bîne. Partiya Çep a Kesk dixebite da ku 14ʹê Gulanê veguherîne destpêka bidawîkirina pergala serdest a destpot û destpêka jiyaneke azad, wekhev û demokratîk.
Bê guman jinên Kurd roleke mezin di guhertina hevdengiya li Tirkiyeyê de dilîzin.Tevî ku jin di serdema serdestiya Erdogan de rastî hemû cureyên şîdet û sûcan tên, lê dikarin roleke girîng di pêkanîna guhertinan de pêk bînin û nexşeya çareseriya modern a li gorî pîvanên demokratîk, jiyana hevbeş, çarenûsa hevbeş a hemû pêkhate, çand û neteweyên li Tirkiyeyê dijîn wekî Kurd, Tirk, Elewî, Çerkes û Ereb, her wiha beşên din wekî koçber û karkeran diyar bikin.
Beşdarbûna jinan di hilbijartinan de dê rêya azadî û demokrasiyê veke. Ji ber vê yekê divê hemû jinên beşdarî hilbijartinan bûne, bi şev û bi roj û bê westandin kar bikin da ku gelên li Tirkiyeyê ji zilm, koletî û zextên Erdoganê faşîst rizgar bikin. Bi vê yekê dê bikarin sûcên qetilkirin û şîdeta li ser jinan bi dawî bikin, nemaze ku jin ji her demekê bêtir bûne xwedî roleke girîng û dikarin faşîzma AKP-MHPʹê têk bibin, hemû berpirsên sûcên li dijî Kurdan, bi taybet ên piştî erdhejê muhasebe bikin.
Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesek bi xurtkirina têkoşîna siyasî dikarin rê li ber tevlêbûna nava hilbijartinan vekin, nexasim ku dirûşma jin û azadiyê esas girtine. Her wiha li tevahî bajar û herêman xwe bi rêxistin kirine da ku roja hilbijartinan veguherînin roja pêkanîna demokrasiyê û bidawîkirina desthilata Erdogan. Ji ber veguherandina Tirkiyeyê ber bi komareke demokratîk ve bi avakirina sîstema neteweya demokratîk pêkan e. Ev yek dê bi zendên jinên birêxistinkirî mîsoger bibe. Ji ber vê yekê dengê jinan mîna sîleyeke xurt li rûyê Erdogan e. Her wiha derbeyeke giran li dijî pergala faşîst a dijî Kurdan û tevahî gelên din e.[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 4,485
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 14-04-2023 (3 Année)
Livre: Femmes
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 11-05-2023
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 12-05-2023
Cet article a récemment mis à jour par ( ئەڤین تەیفوور ) sur: 12-12-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 4,485
QR Code
​​​​​​​Hediya Yûsif: Dem dema serhildana jinan li dijî faşîzmê ye
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Hediya Yûsif: Dem dema serhildana #jinan# li dijî faşîzmê ye
Reportaj Summay

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Hediya Yûsif got: Ji bo sînordarkirin û îmhakirina nasnameya jinan, siyaseteke qirêj û sîstematîk li dijî wan tê meşandin. Dem dema azadiya jinan û serhildana jinan li djiî siyasetên ku li ser tê meşandin e.
Di demên dawîn de bûyerên kuştina jinan û tundiya ji aliyê sîstem û hêzên hegemon li Sûriyê bi giştî û Tirkiyê bi taybetî, zêde bûn. Têkildarî mijarê, Ajanasa nûçeyan a Hawarê bi endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif re hevpeyvînek çêkir.

HEVPEYVÎN WIHA YE:
BI GIŞTÎ LI JINÊN LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ Û BI TABYETÎ LI DIJÎ JINÊN KURD TUNDÎ TÊ MEŞANDIN. SÎSTEMA BAVIKSALAR JI VAN SIYASETAN ÇI ARMANC DIKE Û ÇIMA DEWLET DI ASTEKE BILIND DE TUNDIYÊ LI DIJÎ JINAN BI KAR TÎNE?
Di civaka xwezayî de jinê roleke pêşeng di birêxistinkirin û pêşxistina jiyanê de lîst. Wê demê di civakê de wekehvî û edalet hebû û cuhdayî û tundiya ku sîstema baviksalar piştî şerê zêdetirî 200 hezar sal ava kiriye, tune bû. Ji ber wê armanca vê şerî girtina desthilatê ji jinan û pêşxistina civaka bi serweriya mêr bû. Sîstema baviksalariyê ku li ser civakê hatiye ferzkirin, bi vê rengî bû.

Ev sîstemê zihniyetek li ser civakê ferz kir û jin li gorî wê yekê birêxistin kir. Tevî siyasetên li dijî jinan hatine meşandin jî, lê belê ji hêza jinan ditirsin. Ji ber ku jin civakê bi rêxistin dikin. Ji ber wê yekê sîstema baviksalar ditirse ku serweriya jinan a ji dema Sumeran heta niha ya 5 hezar sal, vegere.
Sîstema baviksalar ji vê siyasetê ditirse. Da ku hêz û vîna jinan dernekeve, bi hemû rêbazan hewl da jinê biçûk bixe û di bin navê urf û adetan de azadiya wê sînordar bike.
Ji lewra tundiya malbatî di civakê de bi pêş ket da ku jin bikevin bin biryarên desthilatê. Her wiha bi navê urf û adetan jin hatin sînordadrkirin. Li kêleka wê yekê sîstema dewletê xwe li ser kolekirina jinan ava kir. Tundî yek ji rêbazên sereke yên dewletê ye. Em dibînin ku di hemû qanûnên dewletan û dewletên herî demokratîk di nav de, qanûnên girêdayî parastina jinan tune ne.
Her wiha em dibînin ku li tevahî dewletên cîhanê, zilm li dijî jinan tê kirin. Ji lewra, siyasetên li dijî jinan tên meşdandin da ku jin mafên xwe bi dest nexin û girêdayî zihniyeta baviksalar bin, pêk tên.

PARA MEZIN JI BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK WEKÎ KOÇBERÎ, KUŞTIN Û TECAWIZKIRIN A JINAN BÛ. BI TAYBETÎ JINÊN JI SÛRIYÊ KOÇBERÎ TIRKIYÊ BÛNE Û WEKÎ AMÛREKÎ META HATIN BIKARANÎN Û JINÊN TEMENBIÇÛK HATIN ZEWICANDIN. HÛN VÊ YEKÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?
Sûriye yek ji dewletên ku jin tê de rastî tundiyê hatine ye. Bi taybetî ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê (2011) û heta niha. Jin di şoreşê de hatin bikaranîn û civak ket bin seweriya têgehên komên çete yên derketine ku zihniyeta wan li ser esasê radîkaliyê û bikranîna jinan wekî metayê ye. Van komên radîkal di radeya yekê de vîna jinan kir hedef. Ji ber wê yekê bi hezaran jin hatin kuştin û tecawizkirinê.
Bajarê Şengalê mînaka wê yekê ye. Me bi çavên xwe dît çi bi serê bi hezaran jinan hat. Em dikarin bêjin ku şerê di navbera jin û mêr de yê 5 hezar salan û bi destkeftiyên ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistine, xwestin bi rêya hedefgirtina jinên Şengalê vîna jinan têk bibin.
Li Sûriyê jî binpêkirinên bi vê rengî pêk hatin. Ji aliyekî ve şoreşa azadiyê ya bi serkêşiya jinan di şexê YPJ`ê de li dar ket û bi hezaran jinên ku li azadiyê digerin tev li wê şoreşê bûn. Li aliyekî din jî wekî şerê li dijî şoreşa azadiyê ya jinan, bûyerên tundiyê û kuştina jinan derketin.
Di heman der barê de, jinên ku rastî tundiyê hatin û azarên şer kişand koçberî Tirkiyê bûn. Em dibînin ku ew jin wekî amûrekî metayê hatin biakaranîn. Bi hezaran jinên Sûriyê di kampên koçberiyê yên Tirkiyê de bi cih dibin li dijî wan her cure zilm û tundî tê meşandin.
Tundî di roja îro de jî dewam dike û zarok tên zewicandin. Doza azadiya jinan dozeke navneteweyî ye. Ji ber ku dema jin hewl dide xwe ji koletiyê rizgar bike, tundî li ser wan tê kirin. Bi taybetî jinên li welatên ku şerê lê rû daye.
Li dijî jinan siyaseteke qirêj û sîstematîk tê meşandin, da ku azadiya wan bê têkbirin, nasnameya wan îmha bibe, negihêjin armancên xwe û pîvanên civakê bi şikandina vîna jinan têk bibin. Ji ber wê, ji bo bidawîkirina vê zihniyetê jin têkoşîneke mezin didin.

SÛCÊN KUŞTINA JINAN JI ALIYÊ XIZMÊN WAN VE, TECAWIZKIRINA ZAROKAN Û JINÊN CIWAN JI ALIYÊ POLÎSÊN HIKUMETA TIRKIYÊ VE LI TIRKIYÊ ZÊDE BÛN. LÊ BELÊ EV SÛC BÊ DARIZANDIN Û BÊ CEZA MAN. BEREVAJÎ WÊ YEKÊ SÛCDARÊ KU TECAWIZ KIRIYE TÊ BERDAN. TIRKIYÊ BI VAN SIYASETAN ÇI NIYETA DIKE?
Dewleta Tirk delweteke dagirker e, em dikarin bi vê rengî bi nav bikin. Ji serdema Osmaniyan ve û heta roja îro, Tirkiyê bi hedefkirina jinan û dagirkirina herêmên Rojhilata Navîn tê naskirin. Ji lewra Tirkiyê hewl dide ku xwe wekî dewleteke demokratîk nîşan bide û bibe endama YE`yê. Lê belê rastiyê wê berevajî vê yekê ye. Hikumeta AKP`ê hemû qanûnên girêdayî azadiya jinan bin pê dike.
Li Tirkiyê, polîsek derket û jineke ciwan tecawiz kir. Ji ber ku dewleta Tirk li ser pîvan û rêgezên faşîzmê hatiye avakirin. Qanûneke ku darizandina wê polîsî bike, tune ye. Ji ber wê, li hemberî vê kiryara xerab bertekên tund ên civakê derketin. Mixabin, li Kurdistanê gelek rewşên bi vê rengî hene. Gelek dozên tundiya li dijî jinan li dadgehên Tirkiyê hene.
Wekî em dibînin, bi hezaran jinên siyasetmedar ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan û nûnertiya vîna gel kirin di girtîgehên Tirkiyê de ne û hemû cureyên êşkence û tundiyê li dijî wan tên kirin. Rojane em dibînin ku jin ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest didin û hinek jî dest bi girevên birçîbûnê dikin. Herî dawî jî parêzer Ebrû Tîmtîk bû ku zêdetirî 200 rojî li dijî faşîzma Tirkiyê li ber xwe da.
Tirkiyê siyasetên xwe li dijî jinên li azadiyê digerin û hewl didin ku sîstemeke demokratî ya dûrî desthilatdariyê û tundiyê ava bikin, dimeşîne.

ROLA RÊXISTINÊN HIQÛQÎ Û CÎHANÎ YÊN JINAN LI HEMBERÎ BINPÊKIRIN Û KIRYARÊN LI DIJÎ JINAN DI VÊ QONAXÊ DE, ÇI YE Û BÊDENGIYA WAN ÇI NÎŞAN DIDE?
Mixabin, li hemberî binpêkirin, zilm û tundiya li dijî jinan, rêxistinên navneteweyî bêdeng in û li hemberî dewletên ku dorê li jinan teng dikin tu refleksên xwe dernaxin. Ji ber ku xizmeta berjewendiyên dewletên desthilatdar dikin. Ji lewra, divê jin saziyên hiqûqî yên taybet bi jinan ava bikin û sîstema xwe ya serbixwe bi pêş bixin. Her wiha divê li hemberî sîstema baviksalarî û koletiyê xwedî saziyeke pêşketî bin û sînorekî ji tundiyê re deynin.[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,341
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 01-08-2020 (6 Année)
Livre: Femmes
Livre: Politic
Livre: Enquête
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
L'auteur de cet article a été délivré à Kurdipedia par le propriétaire de l'article!
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 19-04-2025
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 20-04-2025
Cet article a récemment mis à jour par ( ئەڤین تەیفوور ) sur: 12-12-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 1,341
QR Code
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
Hêvîdar XALID

Ji pirsgirêka mafê jiyana li cihekî ewle heta bidestxistina tevahî mafên jiyanê, pirsgirêka mafên jinan ji pirsgirêkên herî girîng ên asêmayî yên civakê ye. Tevî ku jin bi sedan salan e ji bo bidestxistina mafên xwe yên xwezayî di nava hewldanan de ne, lê hîna jî li hember siyasetên pergalên serdest ên baviksalar ên ku ji bo hedefkirin û çewisandina wan bûne yek, rû bi rû ne. Pergala mêrên serdest ji bo ku rola pêşeng a jinan di civakê de tune bike, wan bê deng bikin û mafên wan biçewisîne, serî li rê û rêbazên cuda dide.
Di nava kêmî hefteyekê de, li herêman Ereban ên Sûriyeyê, heta Iraq, Lubnan, Urdin, Yemen, Tûnis, her wiha Mexribê, jinan gelek pêngavên ji bo mîsogerkirina mafên xwe ragihandin. Lê dezgehên ragihandinê yên Ereban jî ku xwe li aliyê desthilata mêran girtine, qet behsa van pêngavan nekir, ji ber vê yekê ev pêngav li welatên Ereban nebûn rojev.
Li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyeyê de, rojane sûcên qetilkirina jinan têne kirin û hesab ji sûcdaran nayê pirsîn. Lê belê qanûn jî parastina sûcdaran dike û parêzbendiyê dide wan. Li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî hema bêje rojane em nûçeyên revandina zarokên keçîn û êrişên zayendî yên li dijî wan dibihîzin. Her wiha rojane hemû cureyên binpêkirinan têne kirin û aliyên hiqûqî jî li ser van sûcan nakevin nava tevgerê.
Li Iraqê jî di demên dawîn de sûcên tundiya li ser zarokan, destdirêjiya zayendî û tundiya devkî bi awayekî metirsîdar zêde bûne. Li hemberî vê yekê helwesta hikumetê lawaz maye, hikumet van kirin û sûcan dinixumîne û kesên ku di medyayê de behsa van sûcan dikin, muhasebe dikin.
Li Lubnanê rojane binpêkirin, tundiya malbatî û sûcên qetilkirinê li dijî jinan tên kirin. Li cihên giştî yên Lubnanê jî heqaret li jinan tê kirin. Ne qanûn û ne jî destûr mafên wan naparêzin. Li ser vê yekê jinên lubnanî di nava pencên desthilata mêran û qanûnan de mane. Qanûnên Lubnanê, eger ne li dijî jinan be, tenê ximava li ser kaxezê ne.
Rewşa jinên li Urdinê ji ya li welatên navborî cuda nîn e. Jinên Urdinê ji ber gelek pirsgirêkan û sûcên qetilkirinê ku bi awayekî mezin zêde bûye, êş û azaran dikişînin. Ji ber bandorên neyînî û pîskolojîk ên mezin ên van sûcan li tevahî civakî, metirsiyeke mezin li gel jinan û civakê heye. Ji ber ku sûc gefê li ewlehiya civakî dixwe û rewşeke tevlihev a bêîstiqrar di nava beşên civakê de ava dike, nemaze di nava ciwanan de ku dixwazin dûrî qeyd û qalibên ku li ser wan hatine ferzkirin, bijîn. Di encama van afatên belavbûyî de, pêwîstî bi dîtina çareseriyên lezgîn ên radîkal heye.
Lê li Yemenê heke em rewşa wekî ya herî kambax li gorî welatên din ên Ereban wesif bikin, em ê ne şaş bin. Para herî mezin a westandin, zilm, êş û îşkenceyê ya jinên yemenî ye. Bi deh hezaran jinên yemenî ne xwedî belgeyên kesayetî ne ku bikarin bi rêya wan pasaportan bistînin an zarokên xwe li dibistanan qeyd bikin an jî di saziyên fermî yên dewletê de tedawî bibin.
Em di sedsala 21'an anku sedsala pêşketina teknolojiyê, sedsala mafan û azadiyên ferdî de ne, lê jinên li Yemenê ji ber şerê ku bi salan li welat rû dane, hîna di nava çirava paşketin û wêraniyê de ne.
Li Yemenê jin ji mafê derbirînê, girtina biryaran û pêkanîna rola xwe di civakê de û ji tevahî mafên xwe bêpar in. Jinên yemenî dîlên qanûnên baviksalar û adetên kevneperest in ên ku tu têkiliyan wan bi mirovî û mafên mirovan re tune ne. Li vî welatê mêjiyê zilamê serdest di qada siyasî, civakî û aborî de serwer e û tu pîvanên edalet, wekhev û jiyaneke azad û birûmet tune ne.
Jinên yemenî yên koçber û penaber bûne, di nava pirsgirêkên aborî yên mezin de ne, rewşa tenduristiyê xirab e, xizanî û astengî jî pir in. Jinên yemenî mîna ku rojê 24 saetan bi mirinê re rû bi rû ne, tenê wekî alava anîna zarokan e û xizmeta hevjînê xwe û zarokên xwe dikin, ji bilî van, tu karên din li gel wan nîn in. Jinên Yemenê ji mafên xwendin û perwerdeyê bê par in, piraniya wan nizanin bixwînin û binivîsnin. Di encama van bêmafiyan de jî zewicandina di temenê biçûk de belav bûye, ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê yên xeternak tîne ku êşên jinan zêdetir dike.
Li Tunisê qaşo di nava welatên Ereban de wek welatê azadî, mafan û mafên jinan dihat nasîn, êdî ev taybetmendî ji bo wê derbas bûye. Piştî gelek destkeftiyên ku jinên tunisî bi dest xistin û gelek mafên xwe di civakê de mîsoger kirin, lê di demên dawîn de siyaseta ku jin diparast, bi paş ket. Heta roja me ya îro em dibin şahidên qetilkirina jinan, bi taybetî ji aliyê hevjînên wan ve û mirov nikare wesfekê bide asta hovîtiya vî sûcî.
Di çend hefteyên borî de li gelek welatan sûcên qetilkirinê hatin kirin. Lê tevgera hikumetê şermok bû. Hikumet li hemberî tundiya hişmendiya mêrên serdest ku jiyaneke ewle û azad ji bo jinan qebûl nake, helwesteke têrker nîşan nade. Mîna ku qetilkirin û tundiya li dijî jinan qederek e temaşe dike. Li gorî agahiyên heyî, Wezareta Jin, Zarok û Kesên Bitemen a Tunisê ji bo rêgirtina li ber tundiya li dibistanan ku li welat belav bûye, bernameyek derxist. Wezaretê eşkere kir ku salane di navbera 13 hezar û 21 hezarî de rewşên tundiyê di saziyên perwerdeyê de çêdibin. Lê pêşxistina plan û projeyên bi vî rengî ji bo jinên li Tunisê girîng e, da ku careke din destkeftiyên xwe vegerînin.
Heke em balê bikişînin ser rewşa jinan li Mexribê, divê balê bikişînin ser qanûnên ku jinan biçûk dixin û wan bi tundiya sîstematîk re rû bi rû dihêlin. Bi mehan e rêxistin û saziyên jinan tevî astengî û zextên mezin di nava hewldanan de ne da ku qanûnên malbatî yên ku mafê xwedîkirina zarokan ji aliyê jinan ve asteng dike û bi şiklekî mutleq dide mêran, biguhere.
Bi salan e rêxistinên hiqûqî û yên jinan daxwaza guhertina qanûnê dikin. Ji ber ku qanûn sînordar û di mijarên veqetîna jin û mêran û xwedîkirina zarokan de gelek pirsgirêk tê de ne. Li gorî jinên hiqûqnas dibêjin, li gorî qanûna Mexribê jin piştî veqetînê mafên xwedîkirina zarokan bi dest dixin, lê ev yek di bin serpereştiya bav de dimîne. Yanî bêyî destûra bav jin nikare bi zarokên xwe re biçe cihekî din. Cudakariyek li dijî jinan heye. Qanûna malbatê bûye cihê nakokiyeke mezin di navbera muhafazekarên ku mijara parastina jinan bi şerîeta îslamê ve girê didin û nûjenîparêzên ku tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi peymanên navneteweyî dikin ku Mexribê îmze kirine. Lê di encamê de jin mexdûrên van hemû polîtîka, nakokî û peymanan dimînin.
Ji jinên Ereb û rêxistinên jinan tê xwestin ku li hemberî pergala baviksalar têkoşîneke îdeolojîk a radîkal pêk bînin. Alava tundî, qetilkirin û qanûnên qedexe û yên bi navê helal û heram, qanûnên bi navên olan, adetên kevneperest ên li dijî jinan tên ferzkirin, hene. Jin qurbaniyên tundiya malbatî ne ku ji aliyê mêrên serdest ve tê kirin û dewlet jî vê tundiyê pîroz dike. Lê hevgirtin û yekitiya jinan dikare rê li ber binpêkirinên desthilata mêran bigirin. Ev yek encax bi avakirina mekanîzmeyeke hevbeş pêkan e. Bi rêya vê yekê jin dikarin li hemberî kesên ku hebûn, îrade, jiyana wan û têkoşîna wan ji bo xelasiya ji bandorên desthilatê, koletî û pêkanîna azadiya ku di oxira wê de berdêlên giranbuha dane, dike hedef; bisekinin û mafên xwe mîsoger bikin.[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 3,104
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 24-05-2023 (3 Année)
Livre: Femmes
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 04-06-2023
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 04-06-2023
Cet article a récemment mis à jour par ( ئەڤین تەیفوور ) sur: 12-12-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 3,104
QR Code
​​​​​​​Rêxistinên jinan xwestin ku qatilên Nagîhan Akarsel werin cezakirin
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Rêxistinên jinan xwestin ku qatilên Nagîhan Akarsel werin cezakirin
​​​​​​​Rêxistinên jinan xwestin ku qatilên Nagîhan Akarsel werin cezakirin
Li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li dijî qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen #Nagîhan Akarsel# li ber Tiba Edlî daxuyanî dan, bûyer şermezar kirin û daxwaza cezakirina bikujan kirin.
Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel îro li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişekê de şehîd bû.
Li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel li ber Tiba Edlî daxuyanî da.
Endama Peywendiyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Şîlan Şakir axivî û got: “Em vê qetilkirinê şermezar dikin. Em hatine vi, da ku daxwaz bikin ku bikujên Akarsel werin cezakirin û bidin dadgehê. Ev ne qetilkirinek asayî ye. Qetilkirinek siyasî ye. Em li benda daxuyaniya aliyên peywendîdar in.
Piştre Endama Yekîtiya Jinan Jinêr Ebdullah axivî û got: “Eger bikujên Nagîhan û hemû ew kesên ku ji berê hatine qetilkirin, negihîn cezayê xwe, wê valehiyek mezin çêbibe û ev karasat dubare bibe.”
Her wiha Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî wiha axivî: “Ev qetilkirin siyasî ye. Ji ber ku Nagîhan jinek çalakvan, akademîsyen û lêkolînvan bû. Li navendekî cîhanî ya weke jineolojî kar dikir. Derdikeve holê ku dijminê Kurdan bi hevkariya desthilata navxweyî destê xwe tavêje çalakvan, rewşenbîr, dîroknas û lêkolînvanan. Peyama me ji b asayîşê û hêzên ewlehiyê ew e ku demildest bikujan bibînin û bigihîn cezayê xwe.”1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 5,613
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://www.hawarnews.com/
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 04-10-2022 (4 Année)
Livre: Rapport
Livre: Femmes
Province: Kurdistan Sud
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Villes: Sulaimaniyah
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 04-10-2022
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 04-10-2022
Cet article a récemment mis à jour par ( ئەڤین تەیفوور ) sur: 29-09-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 5,613
QR Code
‘Em ê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bilintir bikin’
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Em ê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bilintir bikin’
Articles

‘Em ê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bilintir bikin’
Articles

‘Em ê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser #jinan# bilintir bikin’
Birûc Resûl/ Qamişlo

Rêvebera Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan diyar kir ku ew ê asta têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bilintir bikin, herwiha bang li rêxistinên jinan yên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan bêdeng nemînin.
Em di serdeme şerê pergalê de dijîn, di vê serdemê de li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin. Bi sedê salan e ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê. Her roj bi sedan jin ji hêla mêr ve têne kuştin. Her deqe tacîz û tecawîz li ser jinê dibe. Her kêlî tundî li ser bi hezaran jin dibe. Hişmendiya mêtinger, baviksalar heye ku jinê dike milk. Vê hişmendiyê xwe bi rengê pergala gerdûnî rêxistinî kiriye.
Li hemberî tevahiya cureyên şidet û tundiya li ser jinê, 25’ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê hat ragehandin. Her sal rêxistinên jinan yên cîhanê bi boneya vê rojê û ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabalê, herwiha li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên mezin li dar dixin.
Bi buneya 25`ê Mijdarê roja tekoşîne li dijî tundiya li ser jinê Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Arza Temo ji rojnemeya me re axivî.
Arzo Temo di destpêka axaftina de diyar kir ku 25`ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye, li tevahiya cîhanê di vê rojê de jin li dijî tundiyê çalakiyên cur bi cur li dar dixin û got: “Em wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinê di asteke bilind de tê meşandin. Wekî Rêxistina Sara her sal ji bo pêşwazîkirina vê rojê em hazirtiyan dikin, îsal jî bi boneya 25’ê Mijdarê me pêngavek da destpêkirin. Di 5’ê Mjidarê de me bi daxuyaniyekê pêngava xwe ragehand, pêngava me jî rêzeçalakî ne. Destpêkê em ê wekî panêlekê derbarê vê rojê li dar bixin, panêl jî wê di nabera Rêxistina Sara û Meclisa Jinên Olî de li ser du mijaran bê li dar xistin. Herwiha wê nerînên jinên civakê li ser vê rojê bên girtin.”
Çalakî
Arzo axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Wê semîner ji jinan re bên dayîn, tê de wê sedema tundiyê bê nîqaşkirin. Wê semîner bi zimanên kurdî û erebî bin. Herwiha wê meşek meşeleyan ji aliyê Rêxistina Sara û Rêxistinên Jinan bê li darxistin, ev meş jî bi armanca piştgiriya bi jinê re li dijî tundiyê ye. Di meşê de wê li ser nepoxan navên jinên şehîd bên nivîsandin. Herwiha biroşûr derbarê vê rojê de wê bên belavkirin û semîner jî bên dayîn. Derbarê vê rojê de wê li Kobanê, Sirîn, Heleb, Yên Îsa, Hesekê û hersî kampên Newroz, Waşokanî û Newroz wê filêks derbarê 25`ê Mijdarê de bên dalwqandin. Li her devrên bakur û rojhilatê Sûriyê bernameya me hevbeşe. Herwiha 25`ê Mjidarê em tevlî meşa giştî jî dibin.”
‘Pêwîste jin li dora zagonên Rêveberiya Xweser yên ji bo jinê bibin xelek’
Arzo Temo da zanîn ku di dema dawî de di sala 2023’an de bûyerên kuştina jinan zêde bûn, herwiha li hemû cîhanê tundî berdewam e û wiha domand: “Ev tundî di salên dawiyê de zêdetir bûne. Li dijî tundiyê divê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zagonên ku Rêveberiya Xweser li dijî tundiyê danîne, werin bicihkirin û pêkanîn. Niha li herêmên Rêveberiya Xweser bûyerên kuştina jinê û tundiya li dijî wê ji yên herêmên dagirkirî û yên di bin kontrola hikumeta Şamê kêmtirin. Sedema wê jî ji ber Rêveberiya Xweser li dijî tundiya li ser jinên zagon danîne û ev zagon tên pêkanîn. Lê niha tişta ku zêdetir tê xwstin ew e ku li dijî tundiyê û kuştina jinê civak bê pêşxistin û xwe zane bike. Ev jî bi semîneran û çalakiyên cûda pêkan e. Herwiha di nava malbatê de divê çanda wekheviya herdû cinsan bê çandin. Divê herkesê ku li dijî zarok û jinan sûcan bike, zagon li ser wan bên pêkanîn da ku bi van zagonan rê li ber tundiyê bê girtin. Divê zagonên Rêveberiya Xweser ji sedî sed bên pêkanîn, divê tevahiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê zagonên jinan yên ku hatine danîn, biparêzin û li dora van zagonan bibin xelek.”
‘Divê jinên cîhanê rastiya kiryarên dagirkeriya Tirk eşkere bikin’
Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Arza Temo wiha dawî da axaftina xwe û got: “Bangoziya me ji hemû jinên cîhanê yên di mjiara parastina mafê jinê de çalakin ku li hemberî kuştina jinan li herêmên dagirkirî yên di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, bêdeng nemînin, divê rêxistinên jinan yên navneteweyî derbasî herêmên dagirkirî bibin û sûcên li dijî jinan tosîq bikin, herwiha divê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser sûcên ku li dijî jinan dikin bên darizandin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi 100’an jin revandine, destdirêjî li wan kirine û kuştine, divê jinên cîhanê vê rastiyê ji raya giştî ya cîhanî re eşkere bikin.”[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,314
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 26-11-2023 (3 Année)
Livre: Médias
Livre: Politic
Livre: Enquête
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
L'auteur de cet article a été délivré à Kurdipedia par le propriétaire de l'article!
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 07-02-2025
Cet article a été examiné et publié par ( زریان سەرچناری ) sur 10-02-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 1,314
QR Code
‘Fîlmên Ku Tên Weşandin Pêşî Li Şîdeta Li Ser Jinan Vedikin’
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mamosteya zanîngehê Benaz Hemereşîd
Mamosteya zanîngehê Benaz Hemereşîd
Tunebûna bernameyên baş û nû ji bo jinan di kanalên televîzyonê de, weşandina fîlm û bernameyên ku dema wan derbas bûye wisa kiriye ku jin bikevin bin bandora fîlm û bernameyan her wiha bi xwe re şîdetê tînin.
Zimanê ragihandinê, yek ji wan riyan e ku bûyer û nûçeyan digihîjîne gel. Yek ji riya xebata bi zimanê ragihandinê gihandina wate bi riya nîşandan dîmenan, rastiyan digihîjîne gel. Du xalên bandorkirina ragihandinê hene; ya yekem şêwazê xwendina nîşaneyan e û hêmanên di navê de, ya duyem jî nîşandana kesayeta kes e. Lê belê hinek caran ji ber zimanê xirab ê ragihandinê bandor li ser civakê çêdibe û dibe sedema tundîtûjiya li hemberî jinan.
Mamosteya zanîngehê Benaz Hemereşîd diyar kir ku zimanê ragihandinê girîng e dive ku her xebat bi wê riyê peyama xwe bigihîjîne. Piştre ew hewldan û westandin di dezgehên ragihandinê de derdikeve lê belê gelek caran ev zimanê ragihandinê ji bo şikandin yan tundîtûjiya li hemberî jinan tê bikaranîn.
‘Divê kesên ku wî karî dikin di bikaranîna peyvan de hişyar bin’
Benaz Hemereşîd wiha behsa erkên xebatkarên ragihandinê kir û got: “Dikarin bi zimanê fînans û pere nûçeyan çêbikin lê belê divê hemû hişyar û şareza bin di daraştin û bikaranîna peyvan de. Her wiha bi rêxistina biker û kirde, ji ber gelek caran tê ditin ku şêwazê biker û kirde diguhere bi vê jî wateya rast an jî nûçe tê guhertin. Yan jî hinek car berevajo bi kar tînin dibe sedema tundîtûjiya li hemberî xwîneran, ji ber vê pêwîstî bi hişyariyê heye.”
‘Dezgehên ragihandinê neheqî li jinan dikin’
Benaz Hemereşîd destnîşan kir ku zimanê ragihandinê bi giştî hinek peyaman belav dike, bi taybetî tundîtûjiya li ser jinan, ji ber ku dezgehên ragihandinê neheqiyê li şopandina dozên jinan dikin ji kuştinê bigre heta neheqiya ku li wan tê kirin, rûbirûbûna jinek di dosyaya tundîtûjiyê û wênedanîna jinekê li gel mijarek ne guncw. Ev jî wisa dike ku civak bi çavekî xirab li jinan binêre. Hinek caran nûçeyek tê dayîn, wateya wê tundîtûjiya li hemberî jinan e, ji ber bê lêkolîn fikrên wê diçin ser wê yekê ku pirsgirêkek namûs û exlaqî ye û jin tewanbar in. Ji ber wê divê di zanîna nûçeyên ku belav dikin de bin, bizanibin dibe sedema zêdebûna tudîtûjiyê.”
‘Şandina peyaman ji bo jinan dibe ku pêşî li tundîtûjiyê bigre yan jî kêm bike’
Benaz Hemereşîd bi bîr xist ku hejmarek zêde jin di kanalên ragihandinê de dixebitin lê belê çawaniya kar wisa kiriye ku jin kêm derbikevin, ji ber piraniya jinên di wî warî de dixebitin rolên baş nadin wan. Piranî bernameyên ku dem di ser wan de derbas dibin û jinên ciwan bînerên wan in, zêdetir bernameyên siyasî, aborî, û nûçe ne. Ev jî nîşan dide ku rolek lawaz di ragihandinê de didin jinan. Divê jin di kanalên ragihandinê de pêşeng bin û di bernameyên girîng de xwedî rol bin. Jin ger bi riya ragihandinê peyaman bidin wê tundîtûjî kêmtir bibe, ji ber ku ew zimanê dijwar hinek nûçeyan bi kar tînin. Divê kanalên tv. drama û mijarên derve neweşînin û girîngî bidin mijarên navxweyî her wiha jin bi taybet jinên ciwan gelek zêde li wan kanalan temaşe dikin, li bernameyên ku dem di ser wan de derbas bûne jî temaşe dikin.” -JİNHA[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 3,890
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://ronahi.net/- 27-11-2022
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 27-11-2022 (4 Année)
Livre: Scénario
Livre: Femmes
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 97%
97%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 27-11-2022
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 27-11-2022
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا کامەلا ) sur: 27-11-2022
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 3,890
QR Code
Attached files - Version
Sorte Version Nom de l'éditeur
Fichier de photos 1.0.1145 KB 27-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
‘Ji jineke bêdeng bûm dengê jinan’
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Ji jineke bêdeng bûm dengê jinan’
‘Ji jineke bêdeng bûm dengê jinan’
=KTML_Bold=‘Ji jineke bêdeng bûm dengê jinan’=KTML_End=
Hêvî Keleş/ Qamişlo

Dayîka 60 salî Emîra Hiso ku hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye, ji jineke bêdeng bûye dengê jinan û tevî zehmetiyan jî bi biryardarî têkoşîna xwe didomîne. Ji bo parastina mafên #jinan# û avakirina civakek azad û dadperwer, tevî temenê xwe yê mezin jî ew bê rawestandin xebatê dike.
Emîra Hiso di sala 1960”an de li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo jidayîk bûye. Emîra di hawîrdorek sade de ji dayik bû ku bi kevneşopiyên civakî yên hişk ve dihat rêvebirin. Zarokatiya wê dişibiya gelek jinên nifşê wê, bi berpirsiyariyan dorpêçkirî û di çarçoveyek kevneşopî de girtî ku derfetên perwerde û zanînê sînordar dikir.
Di ciwaniya xwe de, wê karê çandiniyê û zarokên xwe mezin dikir, lê dîsa jî gelek pirsên li ser edalet, azadî û rewşa jinan di hişê wê de bûn. Piştî serbasbûna gelek salan wê felsefeya Rêber Apo nas kir, Wê heta gelek sal şûnda, dema ku ew bi îdeolojiya Abdullah Ocalan re nas bû, bersivên zelal ji van pirsan re nedît, ku dê bi tevahî rêça jiyana wê biguheranda.
=KTML_Bold=Ramanên Rêber Abdullah Ocelan deriyê ku hişmendiya wê vekir=KTML_End=
Bi destpêka belavbûna nivîsên ku ji perspektîfa felsefeya azadiyê ve li ser pirsgirêkên jinan disekinin, Emîra rastî nivîsên Ocalan hat ku jinan wekî hêzek damezrîner a civakê dinirxîne, ne tenê wekî şopînerek rola wê ya mêr. Ji vir û pê ve, veguherîneke radîkal di jiyana wê de dest pê kir. Xwendin ne hobiyeke wê ya berê bû, lê wê ji xwe re kir mijara sereke û di temenê xwe yê mezin de dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê kir.

=KTML_Bold=Jinekê bê deng bû bo dengê hemû jinan=KTML_End=
Bi hişmendiya xwe ya nû, Emîra berpirsiyariyeke kûr li hember civaka xwe, bi taybetî jinên ku di rewşên mîna yên wê de dijîn, hîs kir. Wê dest bi organîzekirina civînên nefermî yên jinan li mala xwe kir. Jin di bin dara gûzê ya mezin a li hewşa axê de dicivin, da ku li ser azadî, serxwebûn û rola jinan di avakirina civakek demokratîk de nîqaş bikin.
Rûniştinên wê ji sohbetên nefermî bêtir bûn, ew bûn cihekî ewle ji bo jinên ku cara yekem devê xwe vedikirin û çîrokên xwe yên tundûtûjî, cudakarî û bêpariyê parve dikirin. Bi demê re, Emîra bû kesayetek civakî, kesek ku her kes ji bo şîret an piştgiriyê serî lê dida.

=KTML_Bold=Roleke civakî ku ji sînorên taxê derbas bû=KTML_End=
Çalakiyên Emîra bi tenê bi herêma wê ve sînordar nebûn, ew beşdarî gelek çalakiyên ku ji hêla rêxistinên jinan û navendên civakî yên li herêmê ve hatine organîzekirin bû. Ew beşdarî atolyeyên li ser xurtkirina aborî û pêşxistina jêhatîy---ên jinan û her wiha yên din ên ku armanca wan pêşxistina çandeke çareserkirina nakokiyan û jiyana bi aştiyane bû, bû. Rola wê bi taybetî di salên krîzê de ku herêm pê re rû bi rû ma, berbiçav bû, ji ber ku wê ji bo piştgiriya malbatên ku zarokên xwe winda kiribûn dixebitî. Wê serdana malên wêranbûyî kir, sersaxî xwest û ji jinan xwest ku hêviyê biparêzin û jiyanê bidomînin. Bi saya hebûna xwe ya xurt û kesayetiya xwe ya hevseng, ew wekî rûyê jin ê hêviyê di civakekê de ku gelek êş kişandibû, hate nasîn.
Tevî dijwariyên ku ew pê re rû bi rû ma, ji xizaniyê bigire heya zextên civakî û windakirina xizmên di şer de. Emîra qet neliviya, ew bi israr ma, bawer dikir ku jin dikarin guhertinek rastîn çêbikin, çi qas şert û merc dijwar bin jî. Ew dibêje, tiliya xwe dide xêzên li ser rûyê xwe: “Her xêzek li vir çîrokeke têkoşînê ye, hin ji wan ji aliyê jiyanê ve li dijî îradeya min hatine hiştin.
Îro, Emîra di civaka xwe de hebûneke wê a sembolîk a girîng heye. Heta di 60 saliya xwe de jî, ew beşdarî civînên jinan dibe û girîngiyê dide beşdarbûna her çalakiya jinan. Jinên ku wê nas dikin dibêjin ku Emîra dibistanek e ku nifşan jê wateya berxwedanê û tê çi wateyê ku mirov beşdarvanek çalak be, fêr bûne. [1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 173
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 10-12-2025 (1 Année)
Livre: Femmes
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 18-12-2025
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 20-12-2025
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا کامەلا ) sur: 20-12-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 173
QR Code
‘Jinan bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Jinan bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’
Articles

‘Jinan bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’
Articles

‘#Jinan# bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’

Endama Desteya Serokatiya Partiya Suriyeya Pêşerojê Zelal Ceger destnîşan kir ku di şoreşa 19’yê Tîrmehê de pêşengiya jinê ya bi ramanên azadiyê, sîstema desthiladariya mêr berteref kiriye û ev bi serê xwe serkeftinek mezin e.
Zelal Ceger, bi minasebeta 12’emîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê, têkoşîna jinan a di şoreşê de û destkeftiyan ji ANHA’yê re vegot.
Zelal Ceger da zanîn ku Şoreşa Rojava ji bo cîhanê destpêkirina sîstemeke nû ye û got: “Wekhevî ye, edalet e, sîstemeke civakî, demokratîk a nû bi xwe re ava dike. Ev şoreş li perçeyê biçûk yê Kurdistanê çêbû, lê bandora wê gelekî mezin bû.”
‘EV BI SERÊ XWE SERKEFTINEK E’
Endama Desteya Serokatiya Partiya Suriyeya Pêşerojê bibîr xist ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin û bi van gotinan bal kişand ser rola jinan; “Di gelek şoreşên cîhanê de jinan cihê xwe girtiye, lê di asta şoreşa Rojava ku jin bikare pêşengiyê bikin û di hemû qadên wê yên leşkerî, rêxistinî, rêveberî, siyasî de cih bigirin de nîn in.
Jin gihîştin wê astê ku hemû berpirsyariyan bigirin. Taybetmendiya serkeftina têkoşîna Rojava jî hebûn û tevlîbûna jinan bû. Pêşengiya jinê ya bi ramanên azadiyê, sîstema desthiladariya mêr berteref kir. Ji herkesî re gotin, ‘Ew jina ku tu bê îrade dibînî îro di asta herî jor de pêşengtiyê nîşan dide’.”
Zelal Ceger diyar kir ku di şoreşa Rojava de ne tenê jina Kurd, jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtî kiriye û wiha dom kir: “Di aliyê sazûmaniyê de Kongra Star, Kombûna Zenobiya û Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Di hemû saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civakî de sîstema hevserokatiyê hat pêkanîn. Ev bi serê xwe ji bo jinê serkeftineke mezin e.”
Zelal Ceger anî ziman di şoreşên cîhanê de sîstemek tê hilweşandin û sîstemeke nû tê avakirin, lewma tevlîhevî derdikevin, lê wan karibî di demeke kin de gelek tiştan pêk bînin û wiha dom kir: “Helbet gelek kêmasî, zehmetiyên me hene. Tişta ji me tê xwestin ew e ku em xwe bigihînin her jinekê, lê tam pêk nehatiye. Dijminên ku dixwazin sîstema Rêveberiya Xweser hilweşînin gelekî dixebitin. Dewleta Tirk a dagirker li aliyekê her roj êrişên leşkerî pêk tîne, li aliyê din bi rêya şerê taybet êriş dike. Bi hedefgirtina ciwan û jinan re dixwazin şoreşê ji cewherê wê derxînin. Her kes vê rastiyê dizane ku şoreş bi rêya jin û ciwanan biser dikevin. Nêzî 2 salan e fihûş û bikaranîna madeyên hişbir pêş dikeve, gihîştiye asteke ku civak xirab bibe. Ji bo wê divê herkes hişyar be. Di vê derbarê de perwerde pêwîstiyeke mezin e. Dijmin baş dizane ku bi şerê sing bi sing nikare me.”
‘DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ JINAN’
Zelal Ceger bi gotinên, “Ji me tê xwestin ku di vê salvegerê de em xwe bigihînin hemû jinan” behsa girîngiya tekoşînê kir û got: “Ji bo parastina Rojava û destkeftiyên wê divê em ji her demê zêdetir li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bisekinin. Em di salên ku xwe bigihînin serkeftinê de ne. Ji bo vê divê em hîn zêdetir rola xwe bilîzin. Gefên dewleta Tirk li ser herêmên me dijwar in. Muhtemel e ku şerek dijwar biqewime. Divê em ji vê re amade bin.
Yek ji erka herî esasî ya dikeve ser milê me pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê jinên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xurtir tevli pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bibin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Di hemû rojên xwe de em vê dirûşmê pêkan bikin.”[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,101
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 20-07-2024 (2 Année)
Livre: Femmes
Livre: Politic
Livre: Enquête
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
L'auteur de cet article a été délivré à Kurdipedia par le propriétaire de l'article!
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 29-04-2025
Cet article a été examiné et publié par ( زریان سەرچناری ) sur 29-04-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 1,101
QR Code
“Cîhan Ara Paweyî” û derketina jinane di helbesta Kurdî de
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Cîhan Ara Paweyî” û derketina jinane di helbesta Kurdî de
“Cîhan Ara Paweyî” û derketina jinane di helbesta Kurdî de
“Cîhan Ara Paweyî” û derketina jinane di #helbesta Kurdî# de
Leyla Zemanî

Helbestên Cîhana Ara şanoya evîna jinan û hesta nazik a jinane ne ku bi şiroveya jinane û bê tirs ji lomeya serdem ku vegotina wê ya evîndariyê ji bo jinê li cem pesend nebû, hesta xwe ji bo evîndarê xwe nîşan dide.
“Cîhan Ara Paweyî”, keça Mela Neş`etê Paweyî, li sala 1895an li bajarê Pawê ji dayîk bûye. Malbata wê her di bingehê de malbateke çandî û zanisperwer bûn û li cem desthilatdarên wê serdemê rêz ji wan hatiye girtin û pileya wan a civakî li serê bûye. Cîhan Ara li cem bawê xwe û mamosteyên şareza yên wê serdemê perwerdeya xwe dîtiye û şarezayî di wêjeya Erebî, Farsî û Kurdî de hebûye.
Herwisa bi xwe jî dest avêtibû bi helbestnivîsînê û bi zaraveyê Hewramî helbestên bedew belav kirine. Di helbestnivîsînê de jêhatî bûye û tam di asta jinên helbestvan ên wê serdemê de û hin caran di asta serê de helbest nivîsîne û hewleke baş daye. Herçiqas mixabin helbestên wê di çarçoveya dîwanê de nehatine komkirin, lê beşeke zêde ji helbestên wê bi navê wê ne û di pirtûk û nivîsên wê serdemê de hatine behskirin û herwisa beşeke zêde jî li ser zimanê xelkê Hewramanê mane.
Helbet di wan zûyane de “Ednan Muradî” piştî têkoşîneke zêde helbestên Cîhan Arayê kom kir û weşand û ew yeka kareke gelek guncaw bû. Ew ji xeynî wê ku di warê ciwançakî, jêhatî û zanayî de navdar bû, ji wan jinên Kurd bû ku tevî resm û adetên dijwar ên xelkê wê serdemê ku astengiyek mezin bûn ji bo pêşketina jinên Kurd, hewleke gelek zêde ji bo geşeya kesayetiya xwe û xwe pêgihandina xwe daye. Xatûn “Cîhan Ara” di pêş de bi kurê meta xwe yê ji malbata Erdelan yê bi navê “Şerefûlmulk” re dizewice, lê dema ku Şerefûlmulk dibe hakimê Erdebîlê û kiçekê ji tayfeya Qacaran a desthilatdariya wê serdema Îranê dixwaze, Cîhan Ara jê dûr dikeve û dilê wê dişkê û jê cuda dibe.
Cîhan Ara ev helbeste bo wê serdemê nivîsiye:
Qîblem demaxim qîblem demaxim
Nemenden nîyenberzî demaxim
Dûr ce tu perdey derûn dax daxim
Zencîr teqdîr kerden yasaxim
Kem kem kerden kem somay çiraxim
Pejmerden xunçey gulaley baxim
Piştî vê xemê, Cîhan Ara bi “Hebîbulah Xanî Can” re dizewice û ji vê zewacê kurek wan dibe. Lê ji helbestên wê re xuya ye ku nevbera wê bi mêrê wê yê duyem re xweş nebûye û hestên wê yên nazik bi Xanî Caf re hevseng nebûne.
Helbestên Cîhana Ara şanoya evîna jinan û hesta nazik a jinane ne ku bi şiroveya jinane û bê tirs ji lomeya serdem ku vegotina wê ya evîndariyê ji bo jinê li cem pesend nebû, hesta xwe ji bo evîndarê xwe nîşan dide.
Qîblegay ezîz roy rozgarim
Ezîzim refîq dostî nazarim
Leylê hey mecnûn min mecnûnî tom
Zulêxa yûsif her memnûnî tom
Şîrînim xesrew min şîrînî tu
Ce şîrîm beter tejney dîn tom
Du kelîme şerih silametî wêt
Binûse perêm serim ha nerêt
Ji xeynî vegotina evîndarî, herwisa Cîhan Ara di beşek ji helbestên xwe de, gilî û gazine ji cih û pêgeha jinan heye ku ewa li gorî ramanên jinên helbestvan ên wê serdemê ye, wekî wê ku di wê demê de hêdî hêdî ji asta nizim a pêgeha jinan fam kiribûn.
Cîhan Ara xemên xwe derheq vê mijarê bi dileke xemgîn ve vedibêje û wisa tê xuya ku wê rewşê bandorek zêde li ser hestên wê danîbe.
Mestûre Erdelan
Ger em berhemên Cîhan Arayê bi deqên helbestvanên beriya wê û yên piştî wê re bidin ber hev, em têdigihin ku naveroka berhemên Cîhan Ara ji van helbestvanan jinantir û heta hunerîtir e. Lê mixabin berhemên wê gelek dereng hatin belavkirin. Wê di sedsala 19an de jiyan kiriye.
Helbestvanên beriya wê, bo mînak “Mestûre Erdelan” kêmtir kariye hestên xwe yên jinane wekî wê nîşan bide, belkî dengê piraniya kesên nav berhemên wê helbestvanê, dengê mêrekê ye ku mijûl e dipeyve û bîr û ramanên xwe nîşan dide. Herçiqas li wan beşê ku ew jî behsa Xusrewê Minêrdirî di derbirîna jinaneya xwe de dike, bêpar nîne. Ji helbestvanên piştê wê jî eger em di nav Farsan de “Perwîn Î`itisamî” wek mînakê bînin, ji gelempera berhemên wê helbestvanê taybetmendiya deng û şiroveya mêrane pê ve diyar in. Perwîn Î`itisamî di nav Farsan de navûbangek gelek zêde heye, lê deqên ku ew vedibêje, dîtingehek fêrkarane ya civakî ye, ku helbestvaneke jin di bin maskeya zimanekî mêrane de mijûl e berdengên xwe dipeyvîne. Lê eger em tenê mînakekê ji helbesta Cîhan Arayê bixine ber behsê, cudahî bi rohnî têne xuya. Ew helbestvane ji dema cudabûn ji mêrê xwe yê yekem, helbesteke bilind nivîsiye ku tê de hemû hestên jineke evîndar a têkşikestî têne xuya, hem ziyenek ku tê behskirin, jinane ye û hem deng û şiroveya helbesta wê jî. Heta di bangkirina berdeng de, xwîner fam dike ku kesê bêjerê deqê, jin e û berdeng mêrek bêwefa û têkderê evînê ye.
Perwîn Î`itisamî
Em dikarin bêjin ku ew taybetmendiya Cîhan Ara heta qasekî zêde wê ji tev bivêjên jin ên beriya xwe cuda dike û ew jî bûye sedema wê ku deqên wê wekî heyveke çîrîser e di nav gelempera deqên Hewramî yên wê serdemê de derbikeve û bê naskirin û heta niha jî deqên wê girîngiyeke ciwannasî ya taybeyt hene. Helbesta wê jî deqeke xweş e ku evîneke bi êş û heta xemeke jinane ya cuda nîşan dide ku di serdemekê de ku jin nekaribû ne evîn û ne xema xwe eşkere hebe û ji ber astengiyên civakî neşiyan bûye. Lê wê hem hezkirina xwe û hem jî nerazîbûna xwe ya li hemberî dozexa jiyana xwe bi dengê lehengên jinan aniye ziman:
Erê kerem dar aga we kul hal
Tu wêt elîmî habîm we zûxal
Xo min ce seng nîm şay muşkul guşad
Ce rûy merhemet biyawem we dad
Ce xezaney xeybit tu çêş mebo kem
Perwane şad bo şad we şoley şem
Yarî azîzim şay tîr endazan
Her cew wextewer min wêm şinasan
Derûnim ce eşqê balat qeqnes bê
Ruhim çenî ruh pakit peywest bî
Ta be rûy merden yek la û yek dînim
Vizane giyanim, giyanî şîrînim
Mawam germesêr eger êlaxen
Demaxim we boy halay tu çaxen
Ne mayil we zewiq, ne eyîş û şadî
Zewqim her tunî cey dunyay badî
Xeyr ce şêwey tu we ban gul da
Wîrden ta perê ne baxçey dil da
Henî ce mexloq ta we rûy merden
Şemal hem xew guzer nekerden
Qesem her bew şay ferd feriyad res
Sîway tu kesim newanan we kes
Xeyr ce tu kesim we kes newanan
We yadit qesem şay newcwanan
Tunî azîzim, tunî xemxwarim
Her tunî yagey gişt qewim û karim
Her ba ce alem waçan bê kesen
Meyil tum tenxway gişt kesim wesen
Xatûn “Cîhad Ara” di sala 1911an de koça dawî dike û li bajarê Ciwanroyê bi axê tê spartin.
[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,249
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 06-01-2024 (2 Année)
Livre: Poésie
Livre: Femmes
Livre: Literary
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 18-04-2024
Cet article a été examiné et publié par ( سارا کامەلا ) sur 28-04-2024
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا کامەلا ) sur: 28-04-2024
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 1,249
QR Code
Attached files - Version
Sorte Version Nom de l'éditeur
Fichier de photos 1.0.119 KB 18-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
“Eger Civak Jinan Bi Awayekî Baş Binirxîne Wê Tunditujî Çênebe”
Groupe: Articles
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Eger Civak Jinan Bi Awayekî Baş Binirxîne Wê Tunditujî Çênebe”
“Eger Civak Jinan Bi Awayekî Baş Binirxîne Wê Tunditujî Çênebe”
Ji ber sedemên fikrên mêrsalarî mezindîtina zayenda mêr ji ya jinan, her dem di nava civaka Kurd de bi çavekî lewaz li jinan hatiye nêrîn û girîngî nedane rola wan, her çendî ku jinan di dîrokê de ewqas ked û têkoşîn dane jî.
Dayîk-jin di dîrokê de xwediya rolek bandorker in, perwerde û rêvebirina civakê, gelek şoreşên weke şoreşa kiştukal, dahênan û pêşketin bi destên dayik-jinê çêbûn. Her wiha gelê Kurd weke gelê herî kevnar ê Rojhilata Navîn her dem dayikan di aliyê perwerde, dahênan û siyasetê de pêşengî kiriye û li hemberî hemû cureyên dagirkeriyê sekiniye.
Dayik-jin malbatê perwerde kirine û xwedî rolek girîng in lê belê her dem di nava civakê de wek kesa duyem hatiye hesibandin û jin weke nezan û bêhêz lê hatiye dîtin. Civak bi giştî û bi taybet mêr girîngî nedane rola jinan.
“Divê jin ji xwe bawer bin û bibin xwedîbiryar”
Jina ciwan Hacer Bekir der barê rola jinan a di nava civakê de wiha axivî û got: “Civaka Kurd civakek ku keda jinan tê de heye û li hemberî wê jî mêr mezin kirine û bûne xwedî hêz, keda mêran zêdetir tê dîtin. Di demek ku jin li gel kar dikin, erkê malbat û perwerdekirina zarokan li ser milên wan e lê belê hewldanên wan nayên hesibandin. Ger civak jinan bi awayek baş binirxîne dê tunditujî li hemberî wan neyê kirin. Wekî tê zanîn rojane tundîtujî li hemberî jinan tê kirin.”
“Zordariya mêr di nava civaka Kurd de rola jinan lewaz kiriye”
Geşbûn Elî diyar kir ku civaka Kurd ji ber fikrên paşverû yên bav û bapîran ji dîrokê ve aqilê mêrsalarî wisa kiriye girîngî nedaye jinan û got: “Ew aqilê ku niha serdest e wisa kiriye ku bawariya jinan bi wan nemîne, vê yekê wisa kiriye ku di malbatê de jiyan lewaz bibe.”
Mamostaya xananîşîn Awaz Hesên der barê rola dayik û jinan di nava civakê de wiha got: “Bi temamî erka malbatê û nifşê nû li ser milnê dayikê ye lê belê di civaka Kurd de, her dem dayik û jin lawaz kirine. Civakek bi tendirust rola dayikê bilind dinirxîne, ji ber ya ku dayik dike tu kes û aliyek nake. Rast e erk dikeve ser milên bav jî lê belê ew erk ji yê jinan kêmtir e. Ji derveyî wê jî her dem rola dayikê di têkoşîn û şoreşê de hebû heta niha jî heye, dayik zarokan perwerde dike. Lê mixabin li gorî fikrê civakê her dem keda mêr tê dîtin. Ne tenê civak di hinek malbatan de ew rola berbiçav nemaye, zarok û bav girîngî nadin hewldana jinan.”
“Rola jinan ji ya tê dîtin zêdetir e”
Şewnim Mehemed dibêje: “Herî zêde erk dikeve ser milên dayikê, di demên borî de piraniya jinan tenê erkên malê li ser milên wan bû lê belê niha ji derveyî wê karê ji derve jî dike û perwerdekirina zarok û rêvebirina malbatê li ser milên jinan e. Heta niha civakê, westandina dayikê di nava civak û malbatê de hîs nekiriye. Li beramberî wê hewldana mêran mezin dinirxînin, ev jî wisa kiriye ku di hinek malbata de girîngiya dayikê nemaye. Pêwîst e baweriya jinan bi xwe hebe û di civakê de xwedî li rola xwe dirbikevin.”[1]

Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 3,967
Donnez votre avis sur ce produit!
HashTag
Sources
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Ronahi
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî
Publication date: 05-06-2022 (4 Année)
Livre: Femmes
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 97%
97%
Ajouté par ( سارا کامەلا ) sur 12-06-2022
Cet article a été examiné et publié par ( هاوڕێ باخەوان ) sur 13-06-2022
Cet article a récemment mis à jour par ( ئاراس حسۆ ) sur: 25-08-2025
Titre de l'article
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 3,967
QR Code
Attached files - Version
Sorte Version Nom de l'éditeur
Fichier de photos 1.0.141 KB 12-06-2022 سارا کامەلاس.ک.
  Nouvel élément
  Élément aléatoire! 
  C'est pour les femmes 
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.984 seconde(s)!